Afganîstan bû bombeya duduyan li ser cîhanê

Merd Baran Boskan 20/08/2021

Dewletên desthilatdar, di seranserê dunyê de, ji alîyekî ve projeyên rêvebirinê amade dikin û pêktînin, lê ji alîyê din ve bûyer û rûdawên heyî li gor berjewendîyên xwe bikartînin. Bê guman di van rewşan de, bingeh berjewendî ye. Ji ber vê jî gelek bûyer û kiryarên kirêt ku ji alîyê dost û hevalbendên wan ve tên kirin ya nayên dîtin, yan jî hema li gor xwanê bike tê rexne kirin. Lê gava bûyer û kiryarek ji alîyê hêzek dijberê wan ve hatibe kirin, kî li dij be, bêyî ku li rewşa hêza li dij wê ye bifikirin, piştgêrîya wê dikin. Yanî bingeh berjewendî ye û dijminê dijminê min her dost e!

Ew dibêjin ku gava xirab here jî emê karibin xwe biparêzin. Lê ev kiryar carna li wan bixwe jî vedigere û bandorek xirab li wan bi xwe jî dike.

Bombeya yekan Îran bû. Di sala 1979an de, bi serhildanek berfireh ve desthilatdarî ji destê Şahê zordar derket û ket destê busulmanên Şîe yên tundrew. Vê buyerê li seranserê dunyayê deng veda. Herçend dewletên dîndar ku bi rêbaza busulmanîyê dewletê birêve dibin hebûn jî, desthilatdarîya nû ya Îranê bi rêya “şoreşekê” ve bi zora xwe desthilat girtibûn û ev bû metirsîyek mezin.

Bi vê guhertinê re, dewletên hêzdarên dunyê li dijî vê desthilatdarîya tundrew alîkarîya dewlet û hêzên busulmanên sûnî kirin. Vê alîkarîyê jî bêyî ku li rewşa wan û li kiryarên wan bipirsin, bi bê pêxavî dan kirin.

Bandora desthilatdarîya dîndar ya Îranê pêl bi pêl firehtir dibû, her devera ku şîe lê hêvîya desthilatdarîyê bi wan re xwurttir kir û li hember vê, li deverên sûnî yên desthilatdar xistin nav metirsîya ji destdana nîr û li yên nedesthilatdar jî hêvîya bi şoreşek dînî ve bidestxistina nîr xwurtir kir. Vê rewşa hanê roj bi roj busulmanên sûnî yê tundrew çi yên desthilatdar çi rêxistin û grûbên dijber bi hêsanî alîkarî bidest xistin û xwurt kirin.

Li Xelîc, dewletên sûnî di oldarîya xwe de xwurtir bûn û vekirî li her deverî piştgêrîya her hêzek sûnî kirin. Encam li herêma naverast Seddam xwurt û har kir. Li Tirkîyê dîndar xwurt bûn û bûn desthilatdar. Li Sûrîyê dîndarên sûnî provaya “şoreşek” neserketî pêkhanîn û desthilatdarîya Elewî di desthilatdarîya xwe de hişktir bû. Li Cezaîr, dîndarên tûndrew serîhildan û komkujîyên pir xirab pêkhanîn. Serhildan û lihevketinên heyî yên nav dewletên Ereb. Li Yemen şerê mezhebî yê navxweyî yê dûrûdirêj xwurttir bû.

Dewletên rojava vê polîtîka xwe li dijê Rûsya û Çînê jî bi haweyek xwurt pêkhanîn.

Li Afganistan jî li dijî desthilatdarîya hevalbendên Sovyetê, dîndaran bi asanî û vekirî bi haweyek xwurt ji Emerîka û Ewrûpa û dewletên busulman alîkarî girt. Ev bû eger û bingehê Derketina Elqaide û buyera 11 îlonê li Emerîka Yekbûyî.

Li Sûrîyê, li dijê rejîma Baas a ser bi Rûsya ve, piştgêrîya her hêzeke dîndarên sûnî yên tûndrew hat kirin ku di encamê de bû eger û bingehê derketina DAÎŞ û her weha bû egerê karesata komkujîya kurdan li Şengal û deverên din ku birîn û encamên wê bi dehên salan nayên jibîr kirin.

Piştî ewçend desttêwerdan, kuştin û wêrankarîyê niha bombeya duduwan li Afganistan teqîya. Bê guman bandora pêlên wê ji bombeya Îranê xwurttir bû.

Pêlên vê bombeya nû, li seranserê dunyayê, wê di nav busulmanan de bi xurtî belav bibe. Wê her hêzek dîndar çalaktir bibe. Dîndarên tûndrew, wê bihêztir û tûndrewtir tevbigerin. Ji xwe di nav dînê îslamê de, li ser rêvebirin û jîyanê, şîroveyên bervajîyên hev gelek in. Ji ber ku di demajoya avabûna dînê îslamê de, li gor rewşa hêza xwe biryarên ji hev dûr hatine girtin û pêkhanîn. Li gor dem û rewşê biryarên nerm jî hene û yên hişk jî hene. Ji ber vê gurûbên îslamê jî di şîroveyên xwe de ji hev cuda ne. Her şîrove, di îslamê de bi asanî şopekê ji xwe re dibîne.

Bêguman, vê bombeya duduwan, wê şîroveya îslamê ya alîyê tûndrew, li her deverî xwurttir bike. Welatên ku niştecîyên wê busulman in, wê xwestek û tevgerên bidestxistina nîr û pêkhanîna rêvebrîya îslamê çalaktir bike. Vê bombeyê wê dijberîya dînan û mezheban dijwartir bike. Yanê wê bibe egerê pirêş û xwîn û girî.

Merd Baran Boskan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *