Wail Hazim: Divê siyasetmedarên Iraqê ji Serok Barzanî fêrî birêvebirina welatî bibin

Şirovekerekî siyasî yê Iraqî dibêje, “Dema ku ez dibêjim divê siyasetmedarên Iraqî ji Serok Barzanî fêrî birêvebirin û pêşxistina welatî bibin, divê ew dilgiran nebin.”

Şirovekerê siyasî yê Iraqî Wail Hazim di çavpêkeftinekê de ji Kurdistan24ê re got, “Li Iraqê zîhniyetek heye ku, dixwaze pirsgirêk berdewam bin û naxwaze Iraq aram be.” Amaje jî da, “Destûr di hemî waran de hatiye binpêkirin û tiştên ku siyasetmedarên Iraqê dikin dê rasterast bandorê li hemî welatiyên Iraqî bike.” Herwesa got, “Ew siyasetmedarên ku Iraqê birêve dibin paşeroja siyasî têk didin.”

Wail Hazim tekez jî kir, “Birîna mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê siyasî ye û zilm e li wan tê kirin, zilmek e ku çi ji wê kêmtir nîne ya ku Sedam Hisên li dijî Kurdan dikir. Divê hemî bizanin ku tevlîbûna Serok Barzanî di pêvajoya siyasî ya Iraqê de pir girîng e û bandora xwe heye.”

Navbirî ron jî kir, “Dema ku ew van hemî pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin dibînin, ew ji xwe şerm dikin. Pêşketinên Kurdistanê şkestina Iraqê derxist û nîşan da ku, hemî parêzgeh û deverên Iraqê dixwazin mîna Herêma Kurdistanê bin.”

Wî şirovekerê siyasî di derheqa peymanên enerjiyê yên bi şîrketên Amerîkayî re jî got, “Ew peyman li gorî destûra Iraqê ne, Herêma Kurdistanê jî ji bo veberhênanê di warê enerjiyê de aramtirîn cihê Iraqê ye ku şîrket nikarin li deverên din ên Iraqê bikin. Şîrket ji bo veberhênanê li deverên aram digerin û nikarin bi milîsan re peymanan îmze bikin.”

Wail Hazim di derheqa birêvebirina welatî de jî got, “Divê siyasetmedarên Iraqê ji bo fêrbûna birêvebirina dewletê korsan werbigirin. Divê berpirsên hikûmeta Iraqê korsan ji Serok Barzanî werbigirin da ku bikaribin welatê xwe ava bikin û ber bi pêş ve bibin.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *