PWK, li Hollanda bi PDKÎ re hevdîtin kir

Rêveberê hêja yê partiya me li qada Ewropayê, birêz Baran Boskan, bi nûnerê hêja yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) li Hollandayê, birêz Hesen Mecîdî re hevdîtinek cekir..

Di rûniştina han de, her du aliyan bi awayekî vekirî û berfireh li ser rewşa heyî ya Kurdistanê guftûgo kirin. Agahî û nêrînên xwe derbarê pêşhatên siyasî, civakî û herêmî yên li Kurdistanê parve kirin. Ev pevguhertina agahiyan ji bo her du aliyan jî gelekî bikêr bû, da ku têgihiştineke kûrtir ji rewşê re peyda bikin.

Ji bilî vê, di hevdîtinê de mijareke din a girîng jî hat rojevê, ew jî çawaniya pêkanîna xebatên hevbeş bû li ser asta Hollandayê. Her du aliyan li ser potansiyela hevkariyê di warên curbecur de axivîn û nêrînên xwe pêşkêş kirin. Bi armanca pêşvebirina armancên Kurd li Hollandayê.

Di encama vê hevdîtina berhemdar de, biryar hat dayîn ku di navbera her du rêxistinên siyasî de têkilî û danûstandin zêdetir û bi awayekî rêkûpêktir bêne kirin. Ev biryar nîşan dide ku her du alî jî girîngiyeke mezin didin berdewamiya diyalogê û xurtkirina têkiliyên di navbera xwe de.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *