Berpirsa Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Di destûrê nû yê Sûriyeyê de, em daxwaza mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dikin.” Herwesa dibêje, “Hindî derfeta diyalogê hebe, çek dê bêdeng bin. Her dema mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bên înkarkirin, em bi çekan mafên xwe diparêzin.”
Berpirsa Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed îro (Yekşem, 20.04.2025) bû mêvana bernameya Basî Rojê ya K24ê û tê de got, “Demokratiya Sûriyeyê tenê xema gelê Sûriyeyê nîne, pirsa Kurdan jî li Rojavayê Kurdistanê tenê xema Kurdên Rojavayê Kurdistanê nîne, her dema pirsa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê tê gengeşekirin, pirsa demokratîbûna Sûriyeyê tê behskirin, yanî piştgiriya çarekirina pirsa Kurdan dikin.”
Îlham Ehmed herwesa got, “Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê niha di qonaxeke gelek hestyar de ye, di qonaxa avedankirina Sûriyeyê de ye. Tevlîbûna Kurdan û pêkhateyên din di vê qonaxê de gelek giring e, beyannameyek di çaçoveya wê peyamnnameyê de îmza kiriye, tevaya pêkhatyan li bakur û rojhilatên Sûriyeyê tevlî çarekirina arêşeyan dibin. Piştî wê yekê, komîteyek pêk tê ku bi rêya wê destûrê nû yê Sûriyeyê tê nivîsîn, lewma qonaxeke gelek giring û hestyar û dîrokî ye.”
Berpirsa navbirî amaje jî da, “Peywendiyên rasterast bi Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera re ji bo gengeşekirin û çarekirina wan arêşeyên ku pêdivîtî bi çarekirinê heye berdewam in, me cudahî heye, eger diyalog hebe, çare dibe û ew diyalog jî heye.”
Berpirsa Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ron jî kir, “Niha Rêveberiya Xweser heye, sîstemeke nenavendî ji bo Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re pêdivî ye, xelk bi îradeya xwe tevlî birêveberiya Sûriyeyê bibe û ew bi xwe jiyana xwe rêk bixe. Giring e xelk bi hemî pêkhate ve xwe di destûrê Sûriyeyê de bibîne.”
Herwesa got, “Em dixwazin di destûrê nû yê Sûriyeyê de, bi awayekî fermî itîraf bi gelê Kurd bê kirin wekî pêkhateyeke serekî li Sûriyeyê û û li ser axa xwe, tevî mafê perwerdeyê bi zimanê dayikê û mafê tevlîbûna siyasî.” Herwesa got, “Em dixwazin jin di destûrê Sûriyeyê de di navendên siyasî û biryaran de xwedî maf bin.”
Amaje jî da, “Nabe ew maf bên redkirin û înkarkirin, ev serdema ku em niha tê de ne, divê pirrengî bê qebûlkirin. Eger ew yek bê redkirin û bizav ji bo desthilatdariyeke navendî bê kirin, rêyê li ber şerekî nû vedikin û ew jî ji Sûriyeyê re baş nabe.”
Herwesa got, “Em naxwazin dewlet navendî be, çi nav lê dikin bila lê bikin, me arêşe li ser navî nîne. Em dibêjin Rbirêvebirina xweser, bakurê rojhilatî pareke Sûriyeyê ye, lê taybetmendiya xwe heye, cografî û çanda wê parê taybetmendiya xwe heye, divê di destûrî de ew taybetmendî li ber çavan wergirtin.”
Tekez jî kir, “Em sîstema navendîtiyê red dikin û qebûl nakin, tevî ku bizav ji bo wê yekê tên kirin, lê ew gelek metirsîdar e.”
Amaje jî da, “Piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dê bandor li ser tevaya parçeyên Kurdistanê hebe.” Herwesa got, “Em hêvîdar in ew pirose serkeftî be û Tirkiye jê re bê pêş, wê piroseyê zêdetir bandor li ser Rojavayê Kurdistanê heye ku herdem Tirkiye pirsa PKKê ji bo şerî dike behane, niha ew pirose ji Tirkiyeyê re dibêje: Kerem bikin, pirsa Kurdan li ser maseyê ye û çare bikin.”
Herwesa got, “Amerîkayê siyaseta xwe li beranberî Sûriyeyê ranegehandiye, lê bandora wê li ser Sûriyeyê gelek mezin e. Siza li ser Sûriyeyê berdewam in. Hindî siza neyên rakirin, guhertin li ser Sûriyeyê çê nabin. Hebûna Hevpeymanan û Amerîkayê hevsengiyekê di navbera hêzan de li Sûriyeyê çê dike. Piştevaniya Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê giring e û em dixwazin berdewam be.”
Di derheqa hejmonas Israîlê li Sûriyeyê de jî got, “Hejmona Israîlê tenê li ser Sûriyeyê nîne, belkî li deverê bi giştî heye. Ew pareke Rojhilata Navîn in û gelê wan ji mêj ve li deverê heye.”
Li ser rolê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarekirina gelek arêşe û qebxwaziyên Kurdan li deverê jî got, “Mesrûr Barzanî di nav Kurdan de xwediyê ezmûneke dewlemend e di warê siyasî de, xasma jî li ser pirsa Kurdan û ew gef û metirsiyên ku li ser Kurdan hene.” Herwesa got, “Mesrûr Barzanî ezmûna xwe ji bo çarekirina wan arêşeyên ku li deverê hene bi kar aniye û taybet li ser Kurdan, rolê wî di danûstandinan û pêkvegirêdana paçeyên Kurdistanê de ji bo çarekirina arêşeyan giring e.”
Herwesa eşkere jî kir, “Em amadekariyan ji bo diyalogeke niştîmanî ya Kurdî dikin, niha amadekarî ji bo lidarxistina wê diyalogê li qonaxa dawiyê ne.” (K24)