Li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şer didome: 603 kes bûne qurbanî

 Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve, di şerê li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê de 603 kes bûne qurbanî.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku şervanên wan roja 8ê Sibatê li rojhilatê Minbicê êrişî baregeheke artêşa Tirkiyeyê kirine.

Li gorî zanyariyan çekdarên Artêşa Niştimanî firineke welatiyekî Minbicê topbaran kirine.

Xwediyê firinê topbarankirina firina xwe şermezar kir û wiha got:

“Ev elektirîkê dide firneyê û bi qesd hatiye topbarankirin. Topbaran ji bakur hatiye.

Dijmin li başûr e, dijminê me PKK li başûrê me ye û vê kiryarê nakin. Dijmin bi xwe vê kiryarê nake.

Dijmin li Dêr Hafirê ye û wan xelk parastiye û av dabîn kiriye lê em, zarokên me bi navê şoreşê û bi navê cîhadê û bi navê redkirina dijminkariyê û bi navê hêza hevbeş vî karî dikin.

Bêguman ew ji van bêrî ne lê divê hesab bi van re bê kirin.

Temaşe bikin, maqûl e ev kiryar bên kirin? Kî dê hesab bi van tawanbaran re bike?

Bi navê hêza hevbeş an bi navê operasyona redkirina dijminkariyê.

Em avakerên dewletê ne. Divê em dewletê ava bikin, ne ku em firneyan birûxînin. Dijminê me ev yek nekiriye.”

Li gorî amarên dawî hejmara qurbaniyên şer wiha ne:

– 458 çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê hatine kuştin

– 90 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye

– 55 sivîl hatine kuştin ku ji wan 7 jê jin û 4 jî zarok in

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *