Îbrahîm GUÇLU
Wek tê zanîn Bahçelî beriya demekê diyar kir ku bila Ocalan bê di Grûba Parlamentoyê ya DEMê de diyar bike ku PKKê dev ji çekê berde û PKKê ji holê rake, wê demê dê ji bona wî Qanûna Poşmaniyê cî bi cî bikin.
Daxuyaniya Bahçelî vekirî bu, daxwaz dikir ku Ocalan bê qeyid-şert diyar bike ku PKKê dev ji çek berde û wek rêxistineke terorîst jî xwe ji holê rake.
Loma jî Serokkomarê Dewleta Tirk jî bi xurtî nebe jî, piştgirî kir.
Lewra di daxûyaniyê de gelek aşkere bû ku bi Ocalan re bazariyek û muzakereyek tune ye.
******
Bahçelî dema ku ev daxûyanî peşkeş kir, sedem jî diyar kir. Got ku “dewletên emperyalîst û Îsraîl dixwazin ku li Rojhelata Navîn tixûban biguherînin. (EW jî dê bibe sedem ku Dewleta Kurdistanê ya hevbeş ava bibe-ÎG) Ji bona vê jî dê PKKê bi kar bînin. Loma jî divê Ocalan wezîfeya xwe pêk bîne.”
Lewra Bahçelî jî dizanî ku PKKê ji bona berjewendiya Dewleta Tirk û heta wek projeya Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê bi kar anîbûn. PKKê ji bona Tevgera Bakûrê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike, rolekî gelek mezin lîstî bû. Lê PKKê piştî demekê wek proje ketibû dest 3 Dewletên Kolonyalîst yên din: Dewleta Iraqê, Îranê, Sûriyeyê. Ev dewletan PKKê di qonaxekê de, li hemberî Dewleta Tirk bi kar anîbûn. Bahçelî dixwast ku dîsa wek destpêkê Ocalan ji bona berjewendiya Dewleta Tirk kar bike û PKKê ji destê dewletên din derxe.
Dema ku Bahçelî ev daxûyanî pêşkêşî raya giştî kir, diyar bû ku Ocalan jî beriya daxûyanî bê peşkeş kirin, ji daxûyaniyê agahdar bûye.
Lewra piştî ku daxûyanî hat peşkeş kirin, kesên ku di derbarê vê mijarê de bi Ocalan re danûstandin kirine, derketin qada siyasî. Nêrînên xwe di gelek bernameyên dijital de diyar kirin.
Gelek xwazeyî piştî vê daxuyaniya Bahçelî gengeşiyeke xurt li Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir.
Lê di gengeşiyan de yên rastî anîn ser zimên gelek kêm bûn. Di derbarê vê daxuyaniyê de gelek kesan jî çîrok û efsane afirandin. Gelek spekulasyon û manipülasyon di nav gel de hatin belav kirin.
Ji bona ku însanên welatê seyemîn ji çîrokan gelek hez dikin, rastiyan nabînin, ev mijara gorî xwe û ji dervayî rastiya mijarê xemilandin pêşkêşî raya giştî kirin.
Qelpezan û sextekarên Aşitiya Derevîn jî, ji bona xwe vê mijara bi kar anîn. Ev mijara di destê wan de bû lîstoka zarokan. Nûha jî bi wê lîstokê ji bona berjewendiya xwe dilîzin. Rastiyê vedişerînin.
******
Şik tune ye ku helwesta Ocalan di derbarê daxûyaniya Bahçelî de dê çi bibe girîng bû.
Loma jî Şanda DEMê çûn Îmraliyê bi Ocalan re danûstandin kirin.
Raya giştî li bende bû Ocalan di wê danûstandinên de nêrînên xwe gelek bi zelal diyar bike, binivîsîne ji raya giştî re peşkeş bike.
Ocalan dikarî ji 3 alternatîf bersîvan, bersîvekê bide.
Bersîva yekemin: Dikarî bigota “Ez daxûyaniya Bahçelî qebûl dikim, bê qeyid şert ji PKKê daxwaz dikim ku PKKê dev ji çek berde û wek rêxistineke çekdar xwe ji holê rake.”
Bersîva duyemîn: “Ez daxwaza Bahçelî qebûl nakim û red dikim.”
Bersîva seyemîn: “Ez daxwaza Bahçelî bi qeyid û şert qebûl dikim. Divê bi min re bazarî û mizakere bê kirin.”
Li ser navê Ocalan Şanda DEMê daxûyaniyeke ne pewîst da, Ocalan diyarkiribû ku ew ji paradîgmaya Bahçelî û Erdogan re piştgirî dike.
Ocalan di danûstandina duyemîn ya Şanda DEMê de jî bersîveke zelal pêşkêşî raya giştî nekir.
Ji ev helwesta Ocalan jî encama derket holê ew e ku Ocalan daxwaza Bahçelî “erê” kiriye. Lê ji bona ku hevalên xwe yên li Qendîlê, li Îranê, li Başûrê Kurdistanê, Ewrûpayê qane bike, xebat dike.
******
Mixabin gelek berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê diyar kirin ku “em nizanin paradigmaya Bahçelî-Erdogan çi ye ku Ocalan jî vê paradigmaya erê kiriye.”
Lê paradigmaya Bahçelî-Erdogan gelek vekirî bû. Piraniya siyasetvan û rewşenbîrên Kurd vê rastiya nabînin.
Dema di bernameyên telewîzyonan û programên dijîtal de jî ez van rastiyan diyar dikim, nayê bawer kirin. Lewra di serê herkesekî de, di rêkeftinan de şablonek heye. Ew şablon jî bazarî û müzakere ye.
Lê paradigmaya Bahçelî-Erdogan wek berê jî min nivîsandibû û di vê nivîsa xwe de jî min diyar kiriye, diyar e. Li holê bazariyek û muzakereyek tuıne ye.
Heger bazariyek û muzakereyek hebe, divê terefek Ocalan û terefek jî Hikûmet be.
Di rastiyê de, di danûstandinan de du teref tune ne.
Diyarbnekîr, 08. 02. 2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)