Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost dê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze bike.
Romannivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost li ser bernameya xwe ya li Amedê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.
Jan Dost diyar kir ku ew dê roja Şemiyê 18ê Kanûna Paşîn a 2025an li Amedê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze kir.
Danasîna pirtûkê dê li Lokala Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) were kirin.
Merasîm danasîn û îmzeyê dê saet 16:00an dest pê bike û heta saet 18:00an bidome.
Romana “Tozistan, Romana Xendekan” a Jan Dost ji aliyê Weşanên Dozê ve hat çapkirin.
Jan Dost destnîşan kir ku wî romana xwe bi Erebî nivîsandiye û wî bixwe wergera wê ya Kurdî kiriye.
Jan Dost ji Rûdawê re diyar kir ku romana wî “Tozistan, Romana Xendekan” behsa “Şerê Xendekan a li Bakurê Kurdistanê” dike û da zanîn:
“Romana min behsa şerê xendekan, xebata Kurdan a li Bakurê welêt, dîroka PKKyê û tevlîbûna keç û xortan a nav refên PKKyê dike.”
Dost da zanîn ku mekanê romana wî Cizîra Botan e û got:
“Lehengê romanê Amed ku nivîskar e rastî gelek şkenceyan hatiye û di dema şerê xendekan de li ser gora Melayê Cizîrî serpêhatiyên xwe dinivîse.”
Her wiha Weşanên Dozê jî li ser hesabê xwe yê Xê roja danasîn û îmzeyê ya pirtûka “Tozistan, Romana Xendekan” ragihand.
Nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd Jan Dost 12ê Adara 1965an li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Wî li Zanîngeha Helebê beşa Biyolojiyê xwendiye û sala 2000î li Almanyayê bi cih bû ku çend sal in li Hewlêrê dijî û serpereştiya kovara “Kurdistan Bi Erebî/كوردستان بالعربي” dike.