Di 6 rojên rabûrî de, balefirên şer yên dewleta Tirk di teqîba liv û tevgerên PKKê de, bi dehan bombe li ser 8 gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê barandine, zirar li pey êrîşan hatine û şêniyên wan herêman di nîgeraniyeke berdewam de ne.
Li gorî bîlançoya pevçûnên PKKê û artêşa Tirkiyê yên ji 6 çileya îsal 2025ê ve, 8 gund û gelîyên diyar yên sînorê parêzgeha Dihokê di operasyona Pence de hatine borduman kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, PKKê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.
Gund û herêmên ji 6î Çileyê ve ketine ber êrîşan
- Gundê Girgaş.
- Gundê Sipîndarê.
- Gundê Mijê.
- Gundê Bilava Kevin.
- Geliyê Dêreşê.
- Geliyê Bêşîlê.
- Geliyê Dêra.
- Hindavî Geliyê Reşave.
Êrîş wisa bûn:
Li 6/1/2025ê:
Demjimêr 3:00 Ta 4:00 êvarî artêşa Tirkiyê Geliyê Dêra – nahiya Kanî Masê ۔ devera Berwarî Bala topbarankiriye û 12 gulletop lêdane.
Demjimêr 3:03 Ta 6:25 êvarî artêşa Tirkiyê aqarê gundên Girgaş, Sipîndarê û Mijê – nahiya Dêrelokê – devera Berê Garey topbarankirine.
Demjimêr 4:24 êvarî balefirên artêşa Tirkiyê Geliyê Dêreşê – devera Berê Garey bordumankiriye.
Li 7/1/2025ê:
Demjimêr 3:22 nîvro artêşa Tirkiyê aqarê gundên Sipîndarê û Mijê – nahiya Dêrelokê – devera Berê Garey topbarankirine.
Demjimêr 4:50 Ta 5:50 êvarî balefirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bêşîlê – nahya Kanî Masê – devera Berwarî Bala bordumankiriye û zêdetirî 10 gulletop lêdane.
Li 8/1/2025ê:
Demjimêr 3:11 piştî nîvro artêşa Tirkiyê pişta Geliyê Dêreşê, Sipîndarê û Mijê nahiya Dêrelokê – devera Berê Garey topbarankirine.
Li 9/1/2025ê:
Demjimêr 12:23 nîvro artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê û Sipîndarê – devera Berê Garey topbarankiriye.
Demjimêr 2:57 piştî nîvro helîkopterên artêşa Tirkiyê hindavî Geliyê Reşave û Bilava Kevin – nahiya Dêrelokê – devera Nihêlya bordumankiriye.
Li 10/1/2025ê:
Demjimêr 1:47 piştî nîvro artêşa Tirkiyê pişta gundê Girgaş û binê gundê Sipîndarê – devera Berê Garey topbarankiriye.
Demjimêr 9:20 şevê balefirên helîkopter yên Tirkiyê gundê Bilava Kevin – devera Nihêliya bordumankiriye.
Li 11/1/2025ê:
Demjimêr 3:02 nîvro artêşa Tirkiyê pişta geliyê Dêreşê – devera Berê Garey topbarankiriye.
Ji Xizîrana sala rabûrî 2024ê artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkirbû, rojane gundên Dihokê di vê operasyonê de dihatin borduman kirin.
Li dawîya salê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Ardogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKKê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 6 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Dihokê kirîye.
DM