Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe ya Sûriyeyê bi Mezlûm Ebdî re civiya, şandeya wan berê bi jî PDK-Syê re civiyabû.
Nûnerê Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe ya Sûriyeyê Zêd Sifûk eşkere kir ku wan kaxezeke ku ji 3 xalan pêk tê amade kiriye û nêrînên her du aliyan jî li ser van xalan erênî bûn.
Zêd Sifûk got, “Civata me û Birêz Ebdî girîng bû, nêrînên me, Mezlûm Ebdî, PDK-S, Amerîkî û Fransiyan yek in” û amaje pê kir ku PDK-S jî dixwaze helwesta Kurdan yek be.
Zêd Sifûk ragihand divê Kurd bi hev re herin Şamê û gotina wan yek be û anî zimên:
“Em federalîzmê dixwazin, dema em herin Şamê her kes dikare daxwazên xwe bibêje.
Divê Kurd jî li Şamê bin.
Li gorî civînên me yên bi her du aliyên Kurdî re ez bawer im ku tenê gavek maye ji bo yekdengiyê.
Dema ku şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Karbirêker a Sûriyeyê biçe derve, divê Kurdek di nava şandeyê de hebe.
Divê Kurd dest ji nakokiyan berdin. Ji sedî 70 ji miletê me daxwaza yekrêziyê li aliyê siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike.
Em dixwazin Cenabê Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî li hev bikin û nameyekê bigihînin Şamê.”
Nûnerê Tevgera Kurdistanî diyar kir ku aliyên Kurdan nêzîkî lihevkirinê ne û got:
“Niha şandeyeke ENKSyê li Hewlêrê ye û dê bi Serok Barzanî re bicivin û bi tenê gavek maye ku vegerin û li hev rûnin û helwesta xwe bikin yek.
Di nerîna me de û li gorî em li ser erdê dişopînin ti astengî nemane û têne maye ku li hev bicivin.
Diyaloga Kurdî- Kurdî berdewam dike. Dê yek dest çêbibe û bi navê miletê Kurd daxwazên xwe pêşkêş bikin.”
Nûnerê Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe ya Sûriyeyê Zêd Sifûk pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Cîvina we û Mezlûm Ebdî çawa çû?
Zêd Sifûk: Civîneke girîng bû ji bo pêkanîna yekhewlesta Kurdî û berî wê em bi PDK-Syê re civiyabûn. Me berî demekê kaxezeke ku ji 3 xalan pêk tê amade kiribû da her du aliyan û her duyan jî nerînên xwe yên erênî hebûn.
Her wiha me ev kaxeza kar ji Fransiyan re jî şand û ez di wê baweriyê de me ku di demeke nêzîk de bersiveke erênî bidin. Li gorî civînên me yên bi her du aliyên Kurdî re ez bawer im ku tenê gavek maye ji bo yekdengiyê.
Rûdaw: We di civînê de daxwaza çi ji Mezlûm Ebdî kir?
Zêd Sifûk: Pirs ne ew e ka em çi hev daxwaz bikin. Pirsa Sûriyeyê girêdayî ji pirsa Kurd û pirsa birayên me yên Êzidî û Elewî ye jî. Gelek pirsgirêk li Sûriyeyê hene û divê bêne çareserkirin. Me xwest em weke miletê Kurd bi yek şandeyê biçin Şamê û doza mafê xwe bikin.
Bi baweriya me û li gorî danûstandinên me niha şandeyeke hevbeş biçe Şamê dê nikarebe bi carekê bê û bêje min mafê gelê kurd ji we re aniye, pirs ji vê mezintir e û ji ber vê yekê ya girîng li cem me ku bi yek helwestê derkevin û biçin Şamê.
Dema Ehmed Şer dibêje dibe ku heta 3 salan rewşa Sûriyeyê çareser nebe em dibêjin dibe ku heta 6 salan jî dirêj bike lê ev nayê wê wateyê ku ev rêveberiya niha bi tenê xwe me di van salan de bi rê ve bibe. Divê Kurd jî beşdarî bibin.
Dema ku şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Karbirêker a Sûriyeyê biçe derve, divê Kurdek di nava şandeyê de hebe. Divê Kurd dest ji nakokyan berdin. Ji sedî 70 ji miletê me daxwaza yekrêziyê li aliyê siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike.
Rûdaw: Nerîna Mezlûm Ebdî çi bû?
Zêd Sifûk: Nerîna wî jî wek ya me hemûyan e. Nerînên wî û serkirdeyên PDK-Syê, nerîna me û Fransî û Amerîkiyan hemû yek e. Ya mayî ku çend gavan bên pêş û li hev rûnin.
Rûdaw: 3 xalên wê kaxeza kar a ku we amade kiriye çi ne?
Zêd Sifûk: Em daxwaz dikin ku pêkhateya desteyê ji van nûneran pêk bên ku 8 nûner ji ENKSyê, 8 nûner ji PYNKyê, 2 nûner ji partiyên derve bi awayekî ku nûnerek ji partiyên Pêşverû û Wehdeyê û nûnerek ji bo partiyên din yên siyasî li gel 7 nûnerên serbixwe bin.
Rûdaw: Mebesta te ev pêkhateya şandeya ji bo çûna Şamê be?
Zêd Sifûk: Belê, ji bo pêkanîna yekhelwestiya Kurdî.
Rûdaw: Wekî din çi daxwazên we hene?
Zêd Sifûk: Me ev daxwazî heye ku desteyek bi vî awayî ku min behs kir bê avakirin û gotûbêjan di navbera xwe de bi amadebûna nûnerên Fransa û Amerîka û Brîtanyayê bikin û bi lêvegera ji bo Cenabê Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî li hev bikin û nameyekê bighînin Şamê. Ev deste pişt re di nava xwe de dê çend kesan hilbijêre ku di nava şandeya Şamê de cih bigirin.
Rûdaw: Berî Mezlûm Ebdî hûn bi PDK-Syê re civiyabûn, çi daxwazên wan hebûn?
Zêd Sifûk: Nerîneke erênî hebû. Ew jî daxwaza yekdengiyê dike û ew jî di wê baweriyê de ku tu kes nikare bi tenê xwe tiştekî bikin. Eger Kurd di nava xwe de li hev neke wê demê dê pirsa Sûriyeyê çareser nebe.
Amerîkî, Fransî û Brîtanî jî vê yekê dizanin û ji wan re girîng e ku rewşa Sûriyeyê çareser bibe û aramî peyda bibe lewma ji bo yekdengiya Kurdan gelekî guvaşan dikin.
Rûdaw: Diyaloga Kurdî-Kurdî ya bi hewlên Amerîka û Fransa gihiştiye kû derê?
Zêd Sifûk: Ew di nava wî karî de ye ku em pê radibin lê ji bo diyaloga Kurdî û Kurdî gavên baş hatibûn avêtin lê 4 salan hatibû rawestandin lê niha di vê rewşê de nikarin 4 salên din dirêj bikin lewma tiştê me ji Amerîkî, Fransî û Brîtaniyan fêm kir ku Kurd bi yekhelwestê biçin Şamê û piştre ew kar li ser nehiştina nakokiyên navxwe bikin
Rûdaw: Di civîna li gel Mezlûm Ebdî de nehat behskirin?
Zêd Sifûk: Li gorî ku me li her du aliyan guhdarî kir gavên gelekî baş çûne bi pêş de û dimîne. Niha şandeyeke ENKSyê li Hewlêrê ye û dê bi Serok Barzanî re bicivin û bi tenê gavek maye ku vegerin û li hev rûnin û helwesta xwe bikin yek.
Rûdaw: Çi astengî li pêşiya vê yekê maye?
Zêd Sifûk: Di nerîna me de û li gorî em li ser erdê dişopînin ti astengî nemane û têne maye ku li hev bicivin.
Rûdaw: Her du aliyan li ser çi li hev kir?
Zêd Sifûk: Diyaloga Kurdî- Kurdî berdewam dike. Dê yek dest çêbibe û bi navê miletê Kurd daxwazên xwe pêşkêş bikin.
Rûdaw: Wê daxwaza çi mafî bikin?
Zêd Sifûk: Doza me federalî ye. Federaliya siyasî û a cografî heye. Hinek daxwaza nenavendîtiya birêvebiriyê dikin. Dema niha hemû alî li hev rûnin dê li ser van xalan li hev bikin.