Mesrûr Barzanî û Geoffrey Pyatt pirsa hinardekirina petrola Kurdistanê gotûbêj kirin

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re guftûgo li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkan û rakirina astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, wî telefoneke telefonî ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt wergirt û gotûbêj li ser pêşxistina peywendiyên dualî û dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirin.

Da zanîn jî: “Em li ser girîngiya çareserkirina kêşeyan û rakirina astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn, ji ber ku rawestandina wê zerereke mezin gihandiye bûdceya Iraqê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Me tekezî li ser dabînkirina şayiste û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî destûrê û rola giring a Herêmê di pêşxistina serxwebûna Iraqê di warê enerjî, geşepêdana aborî û aramiya navçeyê de kir.”

Ji aliyê xwe ve, Geoffrey Pyatt jî derbarê pêwendiya telefonî ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Derengxistina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, zêdetirî 25 milyar dolar zirar gihandiye aboriya Iraqê.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *