Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin

32 sal berê yekemîn ezmûna hilbijartinê bi awayekî demokratîk li Herêma Kurdistanê di 19’ê Gulana 1992’an de hate kirin.

Hilbijartin bi serpereştî û çavdêriya ji aliyê nûnerên gelek rêxistinên biyanî yên di warê mafên mirovan û demokrasiyê de, endamên Parlamentoya Ewropayê û rojnamevanên biyanî ve hate kirin.

Li Herêma Kurdistanê 5 qonaxên hilbijartinan hatine kirin û gelek guhertin di proseya hilbijartinan de hatine kirin, da ku proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bipêş bikeve.

Di 28ê Nîsana 1992an de, Bereya Kurdistanî yasaya hejmar 1 ya hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê pesend kir û bû bingeha yekemîn ezmûna demokratîk û ew valahiya yasayî û îdarî ya ji encama vekişîna dam û dezgehên hikûmeta Iraqê derketibû, tijî kir.

Yekem hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi dengdana rasterast, veşartî û eşkere, bi hevkarî û piştevaniya çavdêrên biyanî û dostên gelê Kurd birêve çû.

Xula yekem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di ezmûna yekem a hilbijartinên demokratîk de li gor yasaya hejmar (1) ya Bereya Kurdistanê di 19/5/1992 de birêve çû. Hilbijartin ji aliyê nûnerên gelek rêxistinên biyanî yên di warê mafên mirovan û demokrasiyê de, endamên Parlamentoya Ewropayê û rojnamevanên biyanî ve hat çavdêrîkirin. Tê de 967 hezar û 229 dengder bi rêjeya %87,4 beşdar bûne.

Di 30.12.2005an de, xula duyem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya 13 lîsteyên cuda birêve çû. 1 milyon û 753 hezar û 919 dengder, bi rêjeya %75.6 tê de beşdar bûn û bi zêdekirina 6 kursiyan, hejmara kursiyên parlamentoyê ji 105an, bû 111 kursî.

Ev prose hevdem bû ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Iraqê. Piştî rûxandina rejîma Seddam ev yekemîn hilbijartinên giştî bû li Kurdistan û Iraqê.

Roja 25/7/2009 xula sêyem ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di atmosfereke aram û bi amadebûna gelek çavdêrên navdewletî, biyanî, ereb û herêmî birêve çû. 24 lîste li ser kursiyên parlamentoyê hevrikî kirin û milyonek û 266 hezar û 397 dengderan û b rêjeya %69,60 beşdarî proseyê bûn.

Roja 21/9/2013 çaremîn xula Parlamentoya Kurdistanê bi sîstema nîvvekirî birêve çû. 31 lîste li ser kursiyên parlamentoyê hevrikî kirin û 1 milyon û 956 hezar û 331 dengder beşdarî pêvajoyê bûn.

Roja 30.9.2018an xula pêncem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya 29 lîste û qewareyên cuda û bi beşdariya 1 milyon 845 hezar û 979 dengderan û bi rêjeya beşdariyê %59 birêve çû.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *