Desteya Mafê Mirovan ji ber çûna hêzeke ewlehiyê bo ser Nivîsîngeha Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji bo biserdagirtina Nivîsîngeha Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê diyar dike û dibêje, “Biserdagirtina wan cihan dûrî rêkarên qanûnî û dadgehê û medeniyetê ye.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 05.09.2024) di derheqa biserdagirtina Nivîsîngeha Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê li bajarê Silêmaniyê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve, peyamek parve kir û nîgeraniya xwe diyar kir.

Wê desteyê got, “Mixabin vê êvarê (Pêncşem, 05.09.2024), li dû zanyaran ji zardevê rêzdar Mela Bextyarê siyasetmedar ku parve kiriye, hêzeke dezgeha ewlehiyê li bajarê Silêmaniyê çûye ser Nivîsîngeha Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û destê xwe danaye ser wî baregayî û kelûpelan, ku di eynî demê de nivîsîngeha wî ya taybet e jî.”

Desteya navbirî herwesa got, “Diyar e wê hêzê bi navê vegerandina wî cihî wekî milkê aliyekî diyarkirî ew kar kiriye û bi ferman çûye ser wê nivîsîngehê, lê çûn û bikaranîna hêza ewlehiyê û bindestkirina kelûpelên taybet li wî cihî ku bingeheke rewşenbîrî ye dûrî bikaranîna rêkarên qanûnî û dadgehê û medeniyetê ye û ew serederî guncayî nîne, ew awayekî binpêkirina bingehên azadiyê û tevgera rewşenbîriyê ye.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan herwesa got, “Em hêvîdar in rewş asayî bibe û ber bi rengvedanên din ve neçe û mafê kesî û xwedîtî li wê dezgehê parastî be, herwesa hemî jî pabendî qanûnê bin û dadgeh yekalî bike.”

Seet 05:00 ê êvara îro (Pêncşem, 05.09.2024) hêzeke komando bi ser Baregayê Siyasetmedar û Rewşenger Mela Bextyar û Dezgeha Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê de digire.

Wê hêzê zêrevanên Dezgeha Çawdêrê dûr xistin û destê xwe dana ser tevaya kelûpelên wê dezgehê.

Tora Navendî ya Çawdêrê ragehand, “Em wekî Tora Navendî ya Rewşengerî ya Çawdêrê wê kiryarê şermezar dikin û vî karî wekî pêşhateke metirsîdar li ser azadiya nivîsînê, azadiya dîtin û nerînan û azadiya wijdanê dibînin.”

Ji aliyekî din ve Mela Bextyar li seet 08:00 ê îşev peyamek di derheqa biserdagirtina wê hêza komando bo ser barega û Dezgeha Rewşenbîrî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê belav kir.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *