Şaxewan Ebdullah: Ji sedî 70ê postên parêzgeha Kerkûkê ji destê kurdan hatine standin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, mafê ti aliyekî nîne bi tenê li Kerkûkê postan dabeş bike û got: “Pêwîst e rêkeftina YNKê ligel aliyên Kerkûkê bi yasa were sererastkirin.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Kurd ji sedî 70ê postên parêzgeha Kerkûkê jidest dane û tenê postê fermandariya polîs di destê Kurdan de maye.”

Ebdullah jî got, mafê ti aliyekî nîne ku bi tenê li Kerkûkê postan dabeş bike û got: “Pêwîst e rêkeftina YNKê ligel aliyên Kerkûkê bi yasa were sererastkirin.”

Roja 10ê Tebaxê bê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Bereya Tirkmenî û hejmarek ji endamên ereb ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, li Bexdayê Rêbwar Taha wek Parêzgar û Mihemed Hafiz jî wek Serokê Encûmena Parêzgehê hilbijartin.

Beriya civînê, Fraksyonên PDKê, Bereya Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di 3 daxuyaniyên cuda de beşdarbûna di civînê de red kiribûn û ew civîn bi “ne yasayî” binav kiribûn û tekez kiribûn ku ew di dema xwe de nehatine agahdarkirin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *