Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê li Azerbaycanê hat vexwandin

 Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro 22.07.2024, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye, ku îro pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê Nasir Mamadov li Iraqê kir û danûstandin li ser çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera her du welatan de kirin.

Herwesa Balyozê Azerbaycanê li Iraqê nameya vexwandinê ya welatê xwe pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP29 ku li Bakuya paytexta Azerbaycanê tê birêvebirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî par jî li roja 30.11.2023ê li ser vexwandina Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Hakimê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 de gehişt welatê Îmaratê.

Piştî gehiştina wî ji bo Îmaratê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya Xê ragehandibû, “Ez dilxweş im ku li Îmaratê me ji bo tevlîbûna di danûstandinên Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê de, piştguhxistina metirsiyên guhertina keşûhewayê bijarde nîne û wekî gelek û pareke deverê divê me roleke aktîv hebe.”

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî li destpêka wê lûtkeya cîhanî di peyameke din de li ser tora civakî ya Xê amaje da, “Rûbirûbûna guhertinên keşûhewayê pêdivîtî bi hevkariyê heye.”

Mesrûr Barzanî herwesa dilxweşiya xwe diyar kir ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê ya 28ê bibû, ji bo ku careke din tekezê li ser wî karê giring bikin ê ku bi hevparên xwe re dikin.

BN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *