Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî kî ye?

Helîkoptera Îbrahîm Reîsî û şanda pê re li herêma Culfa ya Tewrêz ket û heta niha jî xebatên lêgerin û rizgarkirina Reîsî û şandaya pê re dewam dikin.

Îbrahîm Reîsî sala 2021ê wekî Serokkomarê Îranê dest bi kar kir.

Reîsî, yek ji kadroyê “dilsoz” ê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Di hilbijartinên serokomariyê yên sala 2017an de li hemberî hevrikê xwe Hesen Rûhanî têk çûbû.

Îbrahîm Reîsî 65 salî ye. Li Meşhedê ji dayik bûye. Meşhed di warê dînî û ilmî de yek ji bajarên herî girîng ê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Reîsî di wê atmosferê de mezin bûye malbata Reîsî jî malbateke dîndar e.

Îbrahîm Reîsî di bûyerûn civakî yên 1978 û 1979an ên Îranê de bi awayekî aktîf cih girtiye.

Hiqûq xwendiye. Xwendina xw ya bilind li bajarê Qûmê bi dawî kiriye.

Piştî vegera Ruhullah Xumeynî bû yek ji kadroyên pêşeng ên Şoreşa Îslamî ya Îranê.

Piştî şoreşa sala 1979an li herêmên cuda wekî dozgerî xebitî. Di sala 1985an de wekî Alîkarê Dozgerê Giştî yê Tehranê dest bi kar kir.

Îdîayên îdamkirina 3 hezar kesan 

Li gorî rêxistinên mafê mirovan û muxalefeta Îranê rola Reîsî wekî Alîkarê Dozgerê Giştî yê Tehranê biryara îdamkirina 3 hezar kesî daye.

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979an sala 1988an bi fermana Xumeynî bû yek endamên komîteya dozgeran.

Dijberên rejîmê ji wê komîteyê re dibêjin “komîta mirinê”.

Hejmara tam a kesên ku wê demê ji aliyê dadgehan ve bi îdamê hatin mehkûmkirin nediyar e.

Lê rêxistinên mafên mirovan îdia dikin ku herî kêm 3 hezar girtî sala 1988an hatin îdamkirin û di gorên komî yên bêkesan de hatin veşartin.

Îbrahîm Reîsî wan îdîayan red dike.

Piştî mirina Ruhulah Xumeynî û Elî Xamineyî bû di sala 1989an de bû Rêberê Îslamî yê Îranê ji bo Îbrahîm Reîsî jî qonaxeke nû dest pê kir.

Amerîkayê ji ber îdamên salên 2019an û biryarên Reîsî yên li ser îdaman navê wî xistibû lîsteya kesên ambargo li ser.

Reîsî di navbera salên 1990 û 1995an de wekî Serdozgerê Giştî yê Komarê yê Tehranê hat tayînkirin.

Sala 2016an de ji aliyê Xamineyî ve wekî Serokê Weqfa Mezargeh û Kompleksa Îmam Riza ya bajarê Meşhedê hatibû tayînkirin.

Weqfa Mezargeh û Kompleksa Îmam Riza yek ji saziyeke gelekî mezin a Îranê ye ku bi milyaran dolar lê kom dibin.

Reîsî yek ji kesê herî nêzîk ê Xamineyî ye. Sala 2019an Reîsî wekî Serokê Encumena Teşhîsa Berjewendiyên Nizama Îranê hatibû tayînkirin.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2021ê de Îbrahîm Reîsî ji sedî 62ê dengan wergirtibû û bûbû 8emîn Serokomarê Îranê.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *