Ciwanên Êzidî li Almanyayê nasnameya xwe diparêzin

Ciwanên Kurdên Êzidî behsa paşeroja nasnameya xwe li Diasporayê dikin.

Mezinên wan şîretan li wan dikin û ew jî li ser nasnameya xwe ya Kurdî li hev nakin.

Zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzidî li Almanyayê dijîn.

Nifşên nû yê van Êzidiyan baş fêrî zimanê Almanî bûne û xwe guncandine lê pirsgirêkeke wan heye.

Ditirsin nasnameya xwe ji dest bidin.

Li bajarê Hannoverê bi nifşê berî xwe re gengeşeyek kirine.

Pêşkeşkarê bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdulla raporeke taybet li ser vê amade kiriye.

Li Almanyayê kombûneke dorfireh a Êzdiyan e.

Ciwan û pîrên wan li hev kom bûne û behsa nasnameya Êzdiyatiyê dikin.

Bitemenên wan bi Kurdî dipeyivin, ciwan bi Almanî.

Zêdeyî 50 salan e Êzidî çûna Almanyayê

Zêdeyî nîv sedsalê ye ku Êzidî hatine Almanyayê.

Piraniya wan ji ber kar ji Bakurê Kurdistanê çûna Almanyayê.

Yên herî dawî bi girseyî çûne jî ew Êzidî ne ku DAIŞê êrişî deverên wan kir û şêniyên wan qir kir.

Yên li wir kom bûne behsa wê dikin ku çawa diyaspora nasnameyeke nû ji mirov re diafirîne.

Hin ji wan jî bêyî ku bibêjin nîşan didin ku nasnameya xwe ya Kurdî ji bîr kirine.

“Aliyekî min Êzidî ye û aliyekî min Alman e”

Ciwanê Êzidî Welat Kiret got:

“Ji aliyekî ve ez Êzidî me. Ji aliyê din ve ez ji Kolnê me û beşeke min jî Alman e.

Nizanim çend nasnameyên min hene. Dibe ku ez nasnameyeke nû jî bistînim.

Lê nasnameya min a herî girîng ew e ku ez Êzidî me. Nasnameya min a yekem û herî girîng ev e.”

“Ez herî zêde girêdayî Kurdî me”

Ciwanê Êzidî Zinar Kizilyel jî got:

“Nasnameyeke min a sereke û gelekên min ên duyem hene. Ez xwe Êzidî dihesibînim lê nasnameya min ew e jî ku ez welatiyê ku me û bi kîjan zimanî diaxivim.

Ez bi Almanî, Kurmancî û Îngilîzî diaxivim. Ya ku ez herî zêde pê ve girêdayî me zimanê min ê dayikê ango Kurmancî ye.”

Tevî ku li Almanyayê zêdetirî 200 hezar Êzidî dijîn lê hîn jî ne civakeke ji sedî 100 rêxistinkirî ne.

Metirsiya mezin li ser ciwanên Êzidî yên li diyasporayê jibîrkirina ziman û nasnameya wan e.

Çîrokên ku li ser rabirdûya xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn dizanin bi êş in.

Dibe ku naxwazin cardin di xeyala xwe de jî li wan bihizirin.

“Pêwendiya me bi hev re zêde nîne”

Ciwanê Êzidî Welat Kiret jî got:

“Bi nêrîna min, kêşeya herî mezin ji bo gelek xortên Êzidî li derve ew e ku pêwendiya me bi hev re zêde nîne.

Em kêm li ser hevdu dizanin. Ev hino hino baştir dibe.

Ji ber ku roj bi roj Êzidî xwe bêtir bi nasnameya xwe didin nasîn.

Ez dibînim ku Êzidî roj bi roj bêtir û bihêztir xwe bi nasnameya xwe didin nasîn.”

“Divê em her tim nasnameya xwe biparêzin”

Ciwanê Êzidî Zinar Kizilyel herwiha got:

“Bê guman, li pêşiya me dijwarî hene. Pirs ew e ka em çawa bi wan re tevbigerin.

Ji ber ku me hinek ji wan ji bav û kalên xwe mîras girtine.

Ger em bi van keleman re rû bi rû bibin, îşela em dê bi yekîtiya xwe zora wan bibin.

Ya girîng ew e ku li gel ku em xwe Kurd dihesibînin jî divê em hertim nasnameya xwe ya Êzidîtiyê jî biparêzin.”

Ciwana Êzidî Warjîn Xalid jî got:

“Bi dîtina min, kêşeya herî mezin a li pêşiya me ciwanan ne ola me û ne jî têgihîştina me ya wê olê ye.

Di şûna wê de, dê û bav in. Çimkî ew derfetên tevahî ji ciwanan re naafirînin ku ciwan ola xwe fêm bikin.

Ger em dînê xwe baş fêm bikin, em dê bizanibin çima divê em wê biparêzin û çima divê sedsalên bê jî ew ol berdewam bike.

Ez piştrast im ku ev nifş dê di dehsalên bê de, dê ewqas çalak be ji bo ola me ku em dê di parastina wî de rola xwe bilîzin.”

Di nav diyasporaya Kurdî li Ewropayê de, dîtina wan dîmenan pir kêm e.

Mirov di dorê de sekinîne qene biaxivin.

Behsa nasnameyekê bikin ku ger berê xelkê hewl dabe ji me bistîne, ji niha û bi şûn de metirsî heye ku em bi xwe li dîiyasporayê wê ji bîr bikin û ji dest bidin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *