Ji salên 1900 an vir de pirsgirêka Kurd û Kurdîstan, di nav dewletên dagirker de tirsekî mezin çêkir..
Roj bi roj metirsîyên wan agirê tirsa di nav wan de, geş kir.
Tirk, Ecem û Ereb di sala 1937 de bi navê “Pakta Sadabat”ê li dijî gelê Kurd îtîfaqek dagirker ava kirin. Ji bo Kurd nebin xwedî dewlet û sînorên wan hilneweşin peyman îmze kirin.
Piştî şoreşa 1961 an dijmînê gelê Kurd dest bi lîstîkan kirin. îran di sala 1966 an de li ser axa Kurdîstanê tovê kurmê darê reşand. Dijmînê gelê Kurd baş zanibûn ku “Kurmê darê ne ji darê be, dar pûç nabe!” Di sala 1966 an de şoreşa 61 an xançerek ji paşve xwar.
Di salên 1970 de, di sala 1975 de, di salên 1980 an de, di sala 1991 an de, di sala 1995 an de û di salên dawî de dewletên dagirker li dijî gelê Kurd şerekî hevpar meşandin.
Di hemû deman de dewletên dagirker di nav gelê Kurd de ji xwe re hevalbend peyda kirin û wan bi kar anîn.
Hinek jê, îro li pey heyfa bavê xwe ketine! Şerê wan, dijîtîya wan ne li dijî dagirkeran e; li dijî Kurd û Kurdîstanê ye.
îran, disa dixwaze Kurdîstanîyan dorpêç bike û rê li ber deshilatdarîya gelê Kurd bigire. Îran walîyekî kolonyal şandiye Suleymanîyê. Navê wî Suleyman Qasim e; bang dike partî û rêxistinên Kurd, ferman dide wan ku dewletek Kurdîstanî ya serbixwo ava nebe. Kurmên darê li ser şopa bavê xwe xançer girtîye destê xwe û dibêje em naxwazin!!!
Îran nûnerê xwe dişîne parlementoya Kurdîstanê û weke berpirsîyarekî dagirker ferman dide ku gelê Kurd bila vîna xwe bi kar neyne û rê li ber serokê Kurdîstanê asê dikin. Hinek xwefiroş û keşmerên îranê li çepikan dixin û serkeftina xwe diyar dikin.
Îran destê xwe xistîye nav hemû partî û grûbên Kurdîstanê.. Lê hinek partî û grubên heremî xwe tewayî spartine Îranê. Ji xwe re dibêjin çepgir, sosyalist, şoreşger lê dest û lingên Ayetullahan maçî dikin. Nasnama wan ya şîa li pêşîya ya netewî ye. Carna destê û lingê Malîkî maç dikin carna jî yên Ayettullahan. Li Ankera jî dest û lingê Kemalîstan maçî dikin. Bi kurtayî dewleta Îranê, bi alîkarîya xulam û hevalbendên xwe bi agir dileyize.. Divê gelê Kurd rojek zûtirîn helwestek netewî bigire û lîstîkên dagirkeran pûçbike. Bêdengî û bêhelwestbûn pesnandina şaşî û xeletîyan e..
Deng bidin dengê hev tirs û metirsîyên dijmin zêde bikin. Sal ne salên 1960’î an jî salên 1970 an e! Berçavkên îdeolojîk û gemarî dahatûya me ronî nake. Her grubek, her partîyek, her mirovek temenekî (demekî) wî heye. Her tişt li gor dema xwe rola xwe dileyizîne.
Sedemên êrîş û astengîyan li ser xeta Kurdîstanî, bi ya min, tirsa nêzîkbûna zayîna dewleta Kurdîstanê ye.
Hêvîdarim li her çar perçên Kurdîstanê ev zayîn wê di demek nêzîk de pêk bê…
Silav û rêz ji hemû Kurdîstanîyan re…
Cano Amedi 16/07/2015