BERDEWAMÎYA TÊKOŞÎNÊ SERKEFTİNE!

Piştî vegera me ya ji başûrê Kurdîstanê, min di derheqê giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê de, çavderî, dîtin û ramanên xwe bi xwendevanên Bas news re par kir. Gava min dest bi nivîsê kir bîranînek min ya dema zarokatîyê, min girt ber bi salên 1970 an ve bir. Wêneyên wan salan di mêjîyê min de weke rêze fîlmek bîranîn geş kirin. Ji wan rojên zaroktîyê heta niha bûyer, nakokîyên civakî, guhertina jiyana civakî û tofanên di serê me re derbas bûne, di ber çavê min de xuya bûn. Em ji ku hatin ku, ez dixwazim bi we re par bikim.

Sal 1972 an de, li gundê Xirûcê (girêdayê Pasûr-Amedê ye) ez diçûm pola sêyem. Rojek ji rojên payîzê, meha Îlonê de, di nav gund de nûçeyek deng da: Kurê Heci Mihemed hatîye! Ji mala “Bedew”an burokratek derketibû û di wezerata derve ya Tirkiyê de kar dikir. Bi qasî tê bîra min A. Bedew li Baxdayê di seferata tirkan de karmend bû. Demek dirêj bû li xêrîbîyê bû û nehatibû gund. Ji ber wê yekê dîtin û sohbeta wî bûbû mijara meraqê. Lê belê meraqa me zarokan jî, ne kêmî ya mezinan bû!

Em ji mektebê derketin hatin malê bavê min got: “Rabe emê herin mala Heci Mihemed, kurê wî hatîye em wî bibînin.” Em çûn mala Heci Mihemed, min dît ku hemû gundî li gel wî camêrî rûniştine û jê pirsan dikin. Civat germ bûbû. Em zarok jî li ber derî li ser çokan rûniştin û bi balderîyek mezin me civat gohdar dikir. Camêr memûrê dewletê bû û xwedî erk bû. Demek şûnda pîremêrek bang kir got: Ka wê radyoya “kurmancî” vekin em “hawadîsan” gohdar bikin. Radyo vebû û dengê Keremê Seyad li odê belav bû. Giranîya nûçeyan di derheqê şoreşa îlonê û Mele Mustafa Barzanî de bû. Dengê Garapêtê Xaço û nûçên rojê rûyên gundîyan ronî dikir. Piştî bername qedîya gundîyek ji A.Efendî pirsek kir. Got: “A.. Efendî tu ji Baxdayê têyî, ev hadîsa Mele Mustafa Barzanî çiye? Divên bûye xwedî dewlet, teyarên wî (balafir) hene, tank, top û leşkerên wî hene, ev ‘xeber’ rastin an na?”

Camêr A.. bi balderîyek mezin li kesên di odê de kom bûne nihêrî û dest bi axaftina xwe kir: “Belê, ew tiştên hûn dipirsin hemû rastin. Tanq, top, esker û balafirên wî hene, firokxane û qewetek wî mezin heye.” Rûyê pîre mêran ronî bû bi ken di nav xwe de dest bi şîrovan kirin.

Me bi aqilê zarokatîyê, tiştên ji şevbêrka gundîyan dibihîst şîrove dikir û bi zarokên gund re par dikir. Kelecanî, hêvî, hîsîyata “dewleta me” coşîyek mezin dida me. Bi kelecanîya zarokatîyê, me dizanibû li bin “xetê”, li rojhelat, li başûr beşên welatê me, hemwelatîyên me hene. Çîrokên sînornenasan ku ji wan re digotin “qaçakçî” me pirî caran gohdar kiribû. Qala Baasîyan, qala şah Rıza pehlewî, qala Hafiz Eshed dihat kirin. Gava navê wan dihat gotin weke qala keftarekî bikin awurên xwe tirşo dikirin. Me fam dikir ku ew kesên hanê û dewletên wan neyarên me ne. Li xuşk û birayên me zilim dikin.

Dem derbas bû, sal li pey salan pêl da. Şoreş, bi peymana Cezayîrê derbeyek mezin xwar û paşve vekişî. Êrîşên sîyasî, rexnên bê bingeh destpê kiribû. Ez di wê demê diçûm dibîstana navendî, rojek mamosta me Nurten Baltacı di dersê de, rexne li sîyaseta Emerîka girt û qala bêbextîya dewletên emperyalist kir, pişt re axaftina xwe anî ser şoreşa 1975 an û îxaneta Emerîka û Şahê îranê. Pişt re rexne li Mele Mustafa Barzanî jî kir, jiber ku bi wan re tevgerîyaye. Ji nişka ez ji cîhê xwe rabûm û min destê xwe rakir û destûra axaftinê xwest! Mamoste Nurten ji min hes dikir. got: “Fermo Can tu dixwazî çi bibêjî?” Min bi kurtayî got: “Mamosteya min Mele Mustafa Barzanî serokê me ye, jê re tiştekî nebêje!” Li min nihêrî û kenîya: Got: Temam! Ez têgihîştim, li cîhê xwe rûne!

Dem derbas bû, sala 1976 an de, min li Amedê dest bi dibîstana lîsê kir. Bi piştgirî û alîkarîya hevalan pêşmergên birîndar, li hinek malan hatibûn bi cîh kirin. Gelek pirsgirêk û problemên wan hebûn. Nasname, derketina dervayî welat û vegera başûr. Dermankirina birînan û problemên ewlekarî û debara jîyanê gelek zehmetî bixwe re dianîn. Cara yekem bû ew kesên me ji wan re digot “apo-xalo” egîtên xewn û xeyalên me bûn, me wan didît. Pêşmerge bûn, xwedî nav û deng bûn. Pirî caran hevalan bangî me dikir û digot: “vî apê xwe” an jî “xalê xwe bibin nexweşxanê bila doktor wî mûayene bike û dermanê wî bigirin bi hevre vegerin malê.” Li nexweşxanan doktor û kesên welatparêz bi hişmendîyek netewî alîkarî dikirin. Me ji pêşmergên birîndar re li ser navê apê xwe, xalê xwe derman peyde dikir û pêwîstîyên hebûna, em pê mijûl dibûn.. Me baş dizanibû karê em dikin karekî pîroz û xebatek netewîye, bi kêfxweşî û bi kelacanîya xortanîyê, me erkê xwe bi cîh di anî!

Mizgînîya şoreşa Gulanê, carek din bayê hest û hişmendîya netewî geş kir. Li seranserê kurdistanê bayê şoreşê belav bû. dewletên dagîrker him bi hev re, him jî di nav xwe de ketin taya mirinê. Ji bo pêşî li doza Kurd bigirin defikên nû çêkirin. Bi tovê îdeolojî û cûdahîyên vala neqeb xistin nav hêzên Kurd. Bi bertek û alozîyan rê li ber organîzasyonên tarî vekirin. Di bin navê “manîfesto” û “têgihiştina rîya rast” de tevna civata Kurd serûbin kirin. Komîser û wezîfedarên Tirk carek din weke “keyayê sîyasî” bûn rêber û desthilatdar. Ji bo berjewendîyên dewlet û netewa xwe birînên nav civata Kurd xurandin û nakokîyên hene li hev zêde kirin. Di wê demê bi giranî li dijî Mele Mustafa Barzanî û Qiyada muwaket êrîşên îdeolojî û dijmînatîyek hebû. Ew derûdora ez bi wan re tevdigerîyam li dijî wan êrîşan weke mertalên zîndî tevdigerîyan û helwestên sîyasî yên tundî nîşan didan. Nameya naveroka wê li ser gilî û gazinan bû û bêbextî, rûreşî û xayintiya bi gelê Kurd re hatibû kirin dianî ziman, weke benîşt li ser zimanê wan bû. Di kovar û rojnamên xwe de digotin: “A ji we re belga îxanetê!”

Iraq û Îran şerê nav xwe anîn li ser axa Kurdistanê domandin. Pêvajoya Enfalê bi qirkirin û şehîdkirina 182 hezarî di dîrokê de cîh girt. Mirovahî li ber çavên “dinya medenî”, bi piştgirî û alîkarîya wargehên “demokrasî”yê carek din li Halepçe hat kuştin. Dîrokek bi xwîn, dîrokek bi êş û elem, jiyanek di bin bomberdûman û jenosîdê de, di nav gola xwînê de vejîyaye! Ev e rastîya jiyana me!

Ez naxwazim nivîsê zêde bikim. Ji salên 1980 an vir de, ba û bahozek bê sînor bû sedema tofanek mezin. Partî, rêxistin û rewşenbîrên bakûr di nav toz û dûmana tirsê de berê xwe dan “bin xetê”. Kîjan partî û rêxistin çû Şamê û ava wir vexwar, bihevketin, şerê hev kirin, bûn du perçe, hevdû bi tirsonekî û li dijî şoreşê tawanbar kirin. Perçe bûn ji hev veqetîyan û dijîtîya hev kirin. lê çi hîkmet bû hemû alî dawîya dawî çûn Ewropa. Li xerîbîyê nakokîyên nav wan her çû kûr bû û bi salan silav ji hev qut kirin. Di sala 1983 an, roja 1 Gulanê hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser wargehên pêşmerge. Kuştin, birîndar çêbûn. Dewletên dagîrker di nav xwe de peymanên derbasbûna “sînoran” çê kirin.

1984-1990 pêvajoyek din li bakûr dest pê kir. Destekî kûr rê li hemû newal, çem, û rûbaran girt berê potansîyela welatparêzan ber bi bendavek gerînok ve kir. Pêvajoyek bi xwîn, bi kuştin û bê pîvan dest pê kir. Salên 1994- 2000 an, piştre guhertina meqesê çê bû. Çîrokên biratîya gelan, benîştê aşitîyê, nexşerêya xwelîserîyê jiyana me xemiland… Ev proje bandorek xirab li civata kurd kir û tevna civatê serûbin kir. Demsalê tirsê li seranserê bakûr desthilat bû û rê li ber hestên netewî girt. Ez hêvî dikim bayê referandûma serxwebûna Kurdistanê wê rê li ber demsala netewîbûnê veke!

25 îlonê carek din weke tîrêjên rojê rastîya jiyanê raxist ber çavan. Oldar û çepgirên netewên serdest, dewletên dagirker û gelên wan helwestên xwe yên rasteqîn nîşanî gelê Kurd dan. Ew hêz û qewetê di bin kirasê “dostanî”yê de derdiketin ser dikê, di pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê de me dît ku hemû gur, keftar û rovîn e! Referandûm ji bo hemû alîyan, ji bo hemû kesan û ji bo hemû desthilatdaran bû kaxiza tûrnesolê! Reng û maskeyên veşartî derxist holê.

Pêvajoya referandûmê, carek din rîya rastîyê nîşanî me da! Gelê Kurd li ser astên berjewendîyên netewî bi helwestên hevpar dikare kirasê dagirkera lê kirîye biçirîne û zîncîrê situyê xwe biqetîne. Weke pêşîyan gotîye ger “hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek!” Ev rastîya îro em hemû bûne şahid divê baş bi nîrxandin û li gor wî em tevbigerin!.

Ger em bi hestên berjewendîyên netewî di nav xwe de pergalên îtîfaq, dostanî û biratîyê pêk bînin û tevbigerin, bi hevre hişmendîyek netewî derxin pêş wê dost û piştgirên me bê tirs û bê şik hevalbendîya me bikin.

Hêvîdarim rûpelek nû, zimanekî çêkir, helwestên avakir wê rê li ber demsala Kurdî veke û cîh li dagirker û neyarên gelên Kurdistanê teng bike. 06:10:2017 Amed

http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/kursiya-azad/385836

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *