Peyama Serok Barzanî ya di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê

Li 29.06.2016 di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê li peyamekî xwe da ji bo xelkê Kurdistanê min ragihand ku eger li ser meseleya Serokayetiya Herêmê hemû alî berî 20.08.2015 negihîştin sazan û li hevkirinê ezê helwesta xwe ragihînim. Wekî diyare hê jî aliyên siyasiyan li ser vê pirsê negihîştine sazanê û hinek jî sûrin li ser awayê kudetayê û projeya wan ya ji bo dirustkirina qeyranê heye, lê belê projeya wan ne ji bo çareserkirin û parastina Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê helwesta xwe di derbarê qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bi we yên xweşdivî radigihînim.

Cemawerê serbilindê Kurdistanê …

Spas ji bo xwedayê mezin ku li hemû qonaxên xebat û li hemû rûdawan û hemû berpirsiyariya şoreşgerî û hîzbî û fermiyan da li gel gelê Kurdistanê û neteweya Kurd rastgo bûme. Hemû demek li ber berjewendiya giştî hemû rastî nayên gotin, lê belê herdem min xwe li bin wê berpirsiyariyê dîtiye pêwîste her tiştekî ku ji gelê xwe re bibêjim, rastgoyane be.

Gelek mixabin ku rewşa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê gihîşte vê asta niha. Di derbarê van qeyranên ku niha gelê Kurdistanê pêve mijul kiriye, dixwazim hinek rastiyê ji bo gelê Kurdistanê eşkere bikim û rûn bikim. Berî hemû tiştekî jî dixwazim behsa hinek qonaxên siyasî ya piştî raperînê bikim, ku min bi xwe têda rol dîtiye.

ÅžoreÅŸa Kurdistanê bi navê azadî û demokrasî û dadperweriyê da destpêkiriye. Bi vê nêrînê ve jî piÅŸtî raperînê, li girseyekî cemawerî ya berfireh da, li bajarê Koyê li Adara 1991 min bi xelkê Kurdistanê ragihand ku divê hilbijartin bê kirin û ÅŸer’iyeta ÅŸoreÅŸgerî cihê xwe bide ÅŸer’iyeta hilbijartin û demokrasî û destûrê. Åžanaziyê jî bi wê yekê dikim ku min xebat bi navê demokrasiyê da kiriye û bangewaziya min a yekem jî li Kurdistanê da hilbijartina demokrasiyane bûye. Bi qurbanîdan bi encamê rasteqîne jî, me wiha kir ku gelê me li yekem hilbijartina Kurdistanê da keda xwe bi xisar neke, bi vî awayî jî yekem Parlemen û Hikûmet li rêya hilbijartinê ve li dîroka Kurdistanê da dirustbûn. Ji bo wê yekê ku hukma yasa cîgîr bibê û Kurdistan bibê welatekî damezraweyî. Åžanaziyê dikim ku min gotiye nabê kes li Kurdistanê da ji yasa bilindtir bê û bi dirêjahiya karê fermî ya xwe de girêdayî wê bûm û min hewl da bingehên destbilindiya yasa bêne çespandin. Di dema kêşe û tûndutîjiyên navxweyiyan de jî herdem min hewl daye Kurdistanê ji ÅŸer dûr bixim, ku ÅŸer jî destpêkir min hewla dirustkirina aÅŸtiyê daye, bo ku proseya demokrasiyê li welatê me da berdewam bibe. Li vî warî de nikarim rola birayê xwe yê birêz cenabê Mam Celal ji bîr bikim, ku ji bilî rêgîriya wan kesên ku hez ji aÅŸtiyê nedikirin, hewl ji bo aÅŸtiyê da û spas ji bo xweda me karî pêkve aÅŸtiyê li Kurdistanê da dirust bikîn û li rêya rêkkeftina stratejiyê ve, carekî din dirêjiyê bi proseya demokrasiyê bidîn. Her çende gelek kes û alî ketine dijayetîkirina wê, lê belê rêkkeftina li navxo û Iraq û li asta navdewletî da ji bo gelê Kurdistanê gelek pêşketinê pêkanî.

Li sala 2005 di dema hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ya li nav Parlemena Kurdistanê da, me tu kêşeyek nebû ku Serok li Parlemen ve bê hilbijartin yan ji aliyê xelkê ve. Her çende herdem ji aliyê xelkê ve li gel hilbijartina raste rast ya Serok bûm. Lê ji aliyê min ve eve girîng bû ku damezraweya Serokayetiyê li Kurdistanê da dirust bibê û Serokek bê bikarê xizmeta gel û nîştîman bike. Ji ber ku Kurdistan li rewÅŸek da bû pêwîst bû payeyên deshilatdariya xwe bi hêz bike. Lê belê wê demê gelek ji wan kesên niha rondik ji bo hilbijartina Serok li Parlemen dirêjin, ji xelkê re digotin “ku Parlementer li hilbijartina Serok tûşî îhracê dibin û nawêrin bi azadî tevahî û bi başî deng bi Serok bidin. Ji bo wê yekê ew Serokê ji aliyê Parlemen ve bê hilbijartin, Serokekî ne ÅŸer’î ye, û muzadeya rêkkeftina partiyane û digotin divê Serokê Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê gel ve bê hilbijartin”. Eve û hinek babetên din wiha kir ku li sala 2009 berpirsiyariya Serokayetiya Herêma Kurdistanê bigrim ser milê xwe û min pêdagîrî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin. Bi vî awayî hilbijartin hate kirin û ji bilî hemû çewaÅŸekaran hemû aliyek jî dizanê, encama wê çawa bû.

Her çende niha dibînîn bi awayê xwesepandin û dûrî li bingeh û rûhiyeta tewafuq û pêkvebûnê ku Serokayetiya Parlemenê û kabîneya Heştem li ser damezraye û desthilat pê tê birêvebirin, hinek alî dixwazin awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û desthilatên wî biguherin, û eve jî mebesteke şexsî û siyasî li pişte.

Gelê xweÅŸdiviyê Kurdistanê ÅŸahidiya ewe ji bo min dide ku bi dirêjahiya dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê de, min hewl daye aramiyekî siyasî navxweyî li Kurdistanê da hebê. Partî nekevin uzeya hevdû, belku uze û enerjiya xwe li pêşxistina welat da bikarbînin. Me hewl daye partî li ser giriftên navxweyiyan da zal bin bo ku li Iraqê da bi hêz bîn û bikarîn yarmetîderê beÅŸ xwariyên din jî bîn. Ji bilî wê qeyrana dasepane jî me karî rûbirûyê Da’îş bibîn. Her wekî ku çawa berê jî me karî li ber hêza Dîcle û leÅŸkerkêşiyên din da jî rawestîn.

Ew nefesa li 23 ê hezîrana îsal da xwest li Parlemena Kurdistanê da xwe bisepênê li niyaza têkdana li hevdkirin û sazanê bûn. Ji ber ku pêş hemûyan li 16/07/2013 min daxwaz ji Parlemen û hemû aliyan kir ku sazanê li ser projeya destûrê bikin. Eve jî belgeye li ser amadeyî ya me ya ji bo li berçav girtina têbînî û daxwaza hemû aliyan. Ji bo wê yekê destûrek deynîn ku tewafuqa hemûyan li ser bê û sîstema welatê me rêk bixe. Bi awayê hilbijartin û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê ve jî ku ew jî beÅŸekin ji projeya destûrê. Ji bo rûnkirina rastiyan û bi bîranîna jî, teksta wan dêran wekî xwe li vir da bi bîr tînim ku li peyama min da hebûn: “Daxwaz ji Serokayetiya xula dahatûya Parlemena Kurdistanê dikim ku li bin ronahiya wê nameya ku li 12.06.2013 da min pêşkêşî Serokayetiya xula niha ya Parlemenê kiribû, piÅŸtî hilbijartinên 21/09/2013 destbicê li kombûna destpêkiyên Serokayetiya Parlemenê da bi zûtirîn dem mekanîzmek peyda bikin bo ku li maweyeke kêmtir li salek da bigihin tewafuqa li ser hemwarkirina projeya destûr û aliyeta hilbijartina Serokê Herêmê. Wê demê hilbijartina Serokekî nû yê Herêma Kurdistanê bê encam dan û wê emaneta li destê me da ye, bidîn her rêzdarekî din ku baweriya gelê Kurdistanê bi dest xwe ve bîne” Gelo ev daxwaz wateya wê ewe bûye ku ez dixwazim li ser kursî bimînim? yan bi wê wateyê ye ku welatê me bibê xwediyê destûr û proseya siyasî li dengê gel û sazanê bê berceste kirin? Dixwazin rastiyan berevajî bikin û wiha nîşa xelkê bidin ku em dijî bingehên demokrasî û yasayê ne û ew bi xwe parêzerê yasa û demokrasiyê ne. Ewe li rewÅŸek daye ku min bi rûnî daxwaza hilbijartin û sazan û çareseriyê ji aliyan kiriye û amade jî bûme ji bo cîh bi cîhkirin û pabendbûna bi yasayê.

Me dixwest bi vî awayî bi guftûgo û sazanê li ser hemû yasayan rêk bikevîn. Mezintirîn belgeya wê helwest û nêrîna me, ewe bû ku di derbarê projeya destûra Herêma Kurdistanê de me nîşanda.

ReÅŸnûsa destûra Herêma Kurdistanê bi komdengiya 36 partiyên Kurdistanî li kombûna partiyên Kurdistanî li Koyê de rêkkeftin li ser hatibû kirin. Paşê li Parlemena Kurdistanê da bi dengê 96 Parlementeran ve hate pesend kirin. Tenê ewe mabû gelê Kurdistanê li referandumek da deng li ser wê bide. Lê belê bi navê pêşxistina wê sazana ku dirust bibû, em razî buyîn projeya destûra Herêma Kurdistanê neçe referandumê. Lê belê mixabin helpeya sepandina îradeya dûrî li tewafuq û hewldanê ji bo rûşandina hêz û kesayetî û remzê siyasiyan li pêş çavê xelkê Kurdistanê ye, wiha lê kirin tewafuqê têk bidin. Ewê me pêş dû sal daxwaz dikir li ser rêk bikevîn û bi ruhiyeta sazanê me reftar kir û li neÅŸandina projeya destûr ya referandumê de me nermiyê nîşanda. Di demek da hemû alî mijul bûn li ser pirsa Serokayetiya Herêma Kurdistanê û ji bo guftûgokirinê pêşve diçûn, ewên bi rik û kînê ve bîr dikirin, daxuyaniyan didan û digotin: “Çawa me projeya destûrê pê hilweÅŸand bi heman awayî jî wan naçar dikîn mecbur bin ji bo guherîna yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, eger na divê wan ji Hewlêrê jî derxîn”. Di demek da ku hemû rewÅŸ gelek asayî bû û pêwîstî bi wê alozkirinê jî nebû…

Hewla têkdana yekrêziyê bi eÅŸkere li nav Parlemenê de jî kar li ser hate kirin, bi pêşkêş kirina projeya hinek ji partiyan ji bo guherina yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, ji bo eweye bi zêdehiya yek deng bikarîn yasayan biguherîn û diruÅŸma xwe de digotin: “Divê ew hemû yasayên ku rehenda wan ya nîştimanî heye bi sazan biryar li ser bê dayîn neku bi zorîne û kemîne”, ku yasaya Serokayetiya Herêmê yek ji wan yasayane. Li gel ewe da jî dîsa me hewl da tewafuqê biparêzîn û li 18.05.2015 li gel partiyên beÅŸdarên Hikumet û Parlemenê da kombuyîn û me daxwaz ji wan kir bi sazan û bi awayeke yasayî wê pirsê çareser bikîn. Lê belê bi sedema wê keÅŸ û hewaya bi riq û kînê ve hatibû dirustkirin, hengav ji bo wê hate avêtin.

Wekî erk û pabendbûna me ya bi yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û li 13/06/2015 me daxwaz ji Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan kir ku rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bikin. Lê belê bersîva komîsyonê ewe bû ku nikarin hilbijartinê bikin.

Hemwelatiyên xweÅŸdivî…

Şanaziyê dikim ku beşdarekî serekî yê danîna bingeha demokrasî û aştiyê me li welatê xwe da, şanazî dikim her li xortaniyê ve Pêşmergeyê azadiya gel û welatê xwe me. Ew welatê min xebat ji bo wê dikir Serokê heta hetayî têda nebûye û niha jî dijî eweyîn ku Serokê heta bi mirinê hebê. Her wekî ku dilniyame gelê Kurdistanê rê nade bikevê bin barê sepandina îradeyekî xwesepêner. Niha gelê Kurdistanê li ber metirsiyekî mezin daye. Ewên dibêjin eve xolkirine çavê xelk û pasaw anîne, ew bi xwe dizanin ew nerastin û bi vî awayî gelê Kurdistanê berev hildêr ve dibin.

Kombûna Parlemenê ya li 23 ê hezîran hilgeran bû ji bingeha wan sazanên ku çendîn sale me peyrew kiriye û li ser rêkkeftî buyîn. Hemû daxwazeke wan ji bo paşxistina kombûnê û derfetdanê tewafuqê retkirin û eve jî têkdanekî tevahiya wê bawerî û sazanê bû ku wan bi xwe jî çend sal bû bangeşeyê ji bo wê dikir. Her çende post û lîjneyên Parlemena Kurdistanê û Iraq li ser bingeha wê tewafuqê hatine dabeşkirin. Yek ji wan jî posta Serokê Parlemena Kurdistanê ye û her çende niha bê alî û mîsdaqiyeta xwe jî ji dest daye. Eger tewafuq jî nemîne divê pêdaçûnê bi wan hemû rêkkeftinan bê kirin ku li ser bingeha tewafuqa li navbera aliyan de hatine encam dan.

Roja 16/04/2015 me peyamek pêşkêşî gelê Kurdistanê û Serokayetiya Parlemen û Encûmena Wezîran û hemû aliyên siyasiyan kir. Li wê da me wan agahdar kir ku hewlekî metirsîdar heye ji bo dirustkirina dû berekî û dû îdareyî ya li Herêma Kurdistanê da, wê demê hinek kesan ji xelkê re digot ewe ji bo tirsandin û çewaşekirine. Niha piştî 23ê hezîranê, cemawerê Kurdistanê dizane ew metirsiya me wê demê xistiye rû, mixabin bi awayeke gelek zeq derket. Her wekî li çend daxuyaniyek de jî wan kesan bê pêç û pena heza xwe ya ji bo perçekirina Kurdistanê veneşartin. Me li 2004 de rê bi federaliya parêzgehan û perçekirina Kurdistanê neda û niha jî rê bi perçekirina ax û gelê Herêma Kurdistanê nadîn.

Gelê xweragirê Kurdistanê ya bi hemû pêkhatan ve…

Di demek da em li ÅŸerekî berfireh û demdirêj dane li gel Da’îş, em hemû matembar û xemgînîn ji bo sedan Pêşmergeyên ÅŸehîd û birîndar, sedan keç û jinên me yên ku hatine revandin, beÅŸekî zêdeyê koçberê mîlletê me li bin çadir û konan da dijîn. Ji bo wê yekê birastî min nedixwest tu peyamekî bi vî awayî li vê demê da belav bikim. Lê belê ji ber ku rewşê gihandin vê asta nexweÅŸ, ku welatên cîran û dost jî ji me re dibêjin dirustbûna vê qeyranê ÅŸaÅŸe û ziyanê bi we digihîne. Her wiha ji ber ku mesele bi ÅŸexsê min ve hatiye peywistkirin, min bi pêwîstî zanî vê peyamê bi we yên xweÅŸdivî ragihînim.

Ez xwe bi xwendekarê, xwendingeheke pîroz datînim. Ji Şêx Abdulselam Barzanî fêrî kultûra pêkvejiyan û qurbanîdana bi navê serbixweya Kurdistanê buyîn. Ji Şêx Ahmedê Barzanî fêrî ewe buyîn ku dîn pêş hemû tiştekî exlaqe û bîr û bawerî ji kot û zîncîran bi hêztire. Ji Mela Mistefayê Barzanî fêrî jiyana Pêşmergayetî û cangoriyê buyîn. Yekem tişt jî ku ji dûrî bav û malbata xwe ve fêr bûm, dayika min ez fêr kirim ku ew jî rastgoyî bû. Li terîqet û Mewlana Şêx Xalidê Neqşebendî fêrî tehemmulê buyîn. Li partî û şoreşa Eylûl û şoreşa Gulanê fêrî Yan Kurdistan Yan Neman bûm. Her wekî ku fêr bûm bi hêviyê ve berev paşarojê ve biçim. Ji dayika şehîdan ve fêrî berengariya berdewam û xweragiriyê bûm û ji Pêşmerge jî fêrî berxwedan û retkirina hemû îradeyeke sepandinê bûm. Min baweriyeke tevahî jî bi wê yekê heye serkeftina gelê Kurdistanê li yekrêziyê da ye û raperîna 1991 nîşan da ku yekrêzî merca serkeftinê ye.

Li meha adara îsal li piştî wê yekê li gel şandekî ku me seferê Amerîka û Ewrupa kir, asoyekî ji berê rûntir li ber pirsa serbixweya gelê Kurdistanê pêkhat. Lê belê bi dirustkirina vê qeyranê ev aso dikevê bin hereşe û metirsiyê. Ew asoya ku gelê Kurdistanê çendîn sale xebatê ji bo wê dike, xelkek heye wiha dibêjin eger li ser destê Mesûd Barzanî pêk bê em ewe naxwazîn, lê belê ez memnûnê wî kesî dibim ewê hêviya gelê Kurdistanê pêkbîne û her eve jî cûdahiya di navbera min û wan e.

Kurdistaniyên azîz, Pêşmergeyên qehreman…

Hevrê li gel we rêz li serweriya hemû yasayên welatê xwe digrim, sum’eya Pêşmergayetiya xwe jî bi hîç tiÅŸtekî naguherim, Pêşmergeyê serbixweyî me û ez wê jî ji hemû postekî mezintir dizanim û her kesek bawerî bi wê armancê hebê heval û birayê meye. Hemû Pêşmergeyên Kurdistanê bi kur û keç û kesê xwe dizanim. Hemû gelên navçeyê jî bi cîran û dostê xwe datînîn. Pabendbûna xwe jî bi kultura pêkvejiyan û aÅŸtî û parastina pêkhatên neteweyî û oliyan dûpat dikîn.

Di derbarê sîstema siyasî jî sîstema Kurdistanê Parlemeniye û eve gelek bi rûnî li maddeya 1 ê reşnûsa projeya destûr da jî hatiye. Dibe ku nêrînên cûda li ser awayên hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê hebê. Li ser awayê hilbijartina Serok pêşniyara ewe dikim ku vê babetê bila gel yek alî bike û li ser awayê hilbijartina Serok jî rapirsî bê kirin. Ji ber ku xelkê Kurdistanê hemû ne hizbî ne û nabê mafê xelkê bê zeft kirin.

Heta li jiyanê da mabim ez xwe bi Pêşmergeyê nîştîmana xwe û hemû gelê Kurdistanê dizanim. Hemû gelê Kurdistanê li cem min xweşdiviye, hemû temena xwe jî min ji bo gel û welat terxankir û herdem eve min bi erk temaşe kiriye û li hemû tiştek jî zêdetir şanaziyê pêve dikim. Ewê ji bo min girînge helsengandina Pêşmerge û xêzana şehîdan û xelkê xwedî wîcdana welatê mine.

Di dawiyê de nêrîna xwe ya ji bo derketina ji vê qeyranê ji bo we yên xweşdivî derdibrim:

Yekem: Ji bo çareserkirina kêşeyan xwesepandin û awayê kudetayê hîç encamekî xwe nabê û nayê qebûl kirin.

Duyem: Hemû hizbên li nav Hikûmet û Parlemenê de, li ser rêkkeftina li ser çareseriyeke bi sazana ku li berjewendiya gel û nîştîman da bê lezê bikin.

Sêyem: Eger negihîştîn sazanê divê berev hilbijartina pêşwext biçîn.

Di dawiyê de divê em hemû bi dilsozane li parastina yek perçeyî ya axa Kurdistana Iraqê û zemînesaziya zêdetir ya ji bo mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û paşarojeke baştir ya ji bo xelkê Kurdistanê de berdewam bibîn.

Daxwazê ji Pêşmergeyên xweşdivî dikim qeyrana siyasî û kêşeyên navxweyiyên Herêmê bi hîç cûreyek bandorek li ser moral û xweragiriya we yên qehreman neke û çawa heta niha bi wêrekî li beranber dijmin rawestane û we terorîstan têk biriye her wiha jî bi moraleke polayî bimînin û ez jî li gel we yên xweşdivî me û palpiştê we me.

Daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê jî dikim hişyar û agahdar bin û rê nedin yarî bi çarenûsa we bê kirin.

Silav li giyanê pakê şehîdan
Silav li Pêşmerge
Serkeftin ji bo gelê Kurdistanê

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.08.2015

KRP.org

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *