6 sal di ser destpêkirina êrişa dagirkirina Efrînê re derbas bûn

Roja 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişa Tirkiye û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ya li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan, 18ê Adara 2018an Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve ji destê hêzên Kurdî hat derxistin û hat dagirkirin.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Tevî protestokirina dagirkariyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî ve dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam in.

Li gorî raporeke Encûmena Parêzgeha Helebê ku ser bi mixaletê ve ye berî dagirkirina Efrînê 800 hezar nişteciyên resen lê hebûne lê piştî dagirkirinê niha derdora 100 hezar nişteciyên resen lê mane.

Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, niha zêdetirî 700 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde li herêma Efrînê hatine bicihkirin.

Piraniya Kurdên Efrînê ji ber binpêkirinên hovane yên dagirkeran koçber bûne.

Nêzikî 100 hezar koçberên Efrînê niha li navçeya Şehbayê dimînin.

Ji 100 hezar koçberên Efrînê, 10 hezar ji wan li nav 5 kampan dijîn û 90 hezar ji wan jî li gund û bajarokên navçeya Şehbayê dimînin.

Berî 2018an hejmara Kurdên Êzidî yên Efrînê 35 hezar bû, niha tenê hezar Kurdên Êzidî li Efrînê mane.

Erebên hawirde ne tenê li malên Kurdan hatine bicihkirin herwiha grupên çekdar li ser zeviyên cotkaran komelgehên niştecîbûnê ava dikin.

Niha piştî 6 salan zêdetirî 20 komelgehên nîştecîkirinê li Efrînê hatine avakirin û Erebên hawirde li wan hatine bicihkirin.

Li gorî zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, niha plana avakirina 38 komelgehên niştecîkirinê hene, da ku Tirkiye Ereb û Tirkmenan li Efrînê bi cih bike, wate demografiya Efrînê biguherîne.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, destdirêjî, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *