Heyetek PWK beşdarê şayîya 79 salîya avakirina PDK Iraqê li Almanya bûn

Partîya Welatparêzên Kurdistanê
Partîya Welatparêzanê Kurdistanî
Kürdistan Yurtserverler Partisi
Kurdistan Patriots Party
PWK EWROPA
E-mail : pwkewropa@gmail.com

 

 

_____________________________________________________________

Ji bo Liqê 6 Ewropa ya Partîya Demokrata Kurdistan ê

Hevalên hêja, Rêvebir, kadro û endamên Partîya Demokrata Kurdistanê

Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK Nûnertîya Ewropayê bi dilgermî salvegera
damezrandina 79 salîya PDK ê li rêvebir, kadir û endamên wê pîroz dikim û di xebatên wê de herdem
serkeftin dixwazim.

Ez her weha sersala Serokê Birêz Kek Mesûd Barzanî pîroz dikim jiyanek dirêj û bi xweşîtî hêvî dikim.

PDK di demek hestîyar de, di nav pêvajoya encamên şerê cîhanê duyem de û di avakirina Komara
Kurdistanê de hat damezrandin.

PDK ji wê demê heta roja îro bûye hîmê têkoşîn û berxwedana miletê kurd. Birêz Serok Barzanî ji çêbûnîya
xwe ve di nav vê têkoşîna pîroz de jîyaye. Ew him çavdêr û jîndarê wê têkoşînê ye, him serkêş û rêvebirê
vê têkoşîna pîroz e.

PDK û Serok Barzanî di avakirin û rêvebirina Kurdistana Federal de jî stûna bingehîn bûn û îro jî stûna
bingehîn a dewleta federal in.

Di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Naverast li ber guherînên mezin de ye, fersend û metirsîyên mezin li
pêşîya Kurdistanê û tevgera neteweya kurd hene. Herweha êrîşkarî û dorpêçên nijadperestên ereb û
mêtingehkarên din li ser Kurdistanê domdarin. Vê rewşa hestiyar, erk û barên PDK û Serok Barzanî girantir
û girîngtir dikin.

Em baş dizanin ku di vê rewşa îroyîn de hevkarî û yekrêzîya navmala kurd di her warî de ji her demî
girîngtir e. Em bi bawer in ku di vî warî de erk û barê li ser milên Serok Barzanî ji bona seranserê
Kurdistanê jî pir giran û watedar e.

Em Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK him li Kurdistana Bakur û him di têkilîyên navbera parçeyên
Kurdistanê de li gora derfetên xwe hevkarê dostanî û yekrêzîya navmala kurd in û ji bona pêkanîna erkên
xwe herdem amade ne.

Em dubare salvegera damezrandina PDK û Rojbûyîna Serok Barzanî ji dil û can ve pîroz dikin, silav û
rêzgirtinên xwe pêşkêş dikin.

Bijî yekrêzîya navmala kurd!
Bijî Kurd û Kurdistan!

16-08-2025

Merd Baran Boskan
Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK yê
Rêxistina Ewropayê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *