9 Rojnamegerên Kurd hatibûn destserkirin, 3 ji wan hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonekê de ku navenda wê li Stenbolê bû polîsan 23yê Nîsanê bi ser malên rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameya Yenî Yaşamê de girtibû.
Di operasyonê de 9 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Rojnamegerên Kurd ên ku hatibûn desteserkirin doh li Dadgeha Stenbolê îfade da.
Li dadgehê 6 rojnameger bi mercê kontrola edlî hatin berdan.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û xebatkarê Çapemeniya Azad Erdogan Alayumat bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi biryara dadgehê hatin girtin.
Růdaw