ÇÎROKA MEMÎŞ
Pêkenok meriv ne tenê dikenînin. Heman demê aqil û hişên meriv jî di şixulînin û didin fikirandin. Şert û mercên demên siyasî, civakî tînin ber çav. Her wiha meriv kare qiyas û muqayese bike, mînak û ders bigre.
Ev pêkenîna jêr li ser dema Padîşahî yê, dinav civaka Tirkan de hatiye gotin. Lê çaxê meriv dinêre rewÅŸ û helwesta siyasîyên wê demê û ên îro wek hevin. Ti ferq û cudatî tune ye. ÃŽÅŸ û karê rêvebir û serokan ÅŸelihandin a gel e….
Her wiha ez bi vê pêkenokê him kenîyam him jî fikirîm. Hêvîdarim hun jî bi kenin û bifikirin.
Dibên di wextê padîşahên Osmanîyan de wek îro aboriya dewletê pir xeter bûye. Xezîna vala bûye. Padîşah wezîrên xwe dide hev û dibêje;
“Divê em çareyekê bibînin. Xezîna me valaye. Pere lazimin”
Wezîrên wî difikirin ku çareyekê bibînin lê çiqas dipunijin jî ti çarê nabînin. Talî wezîrekî îxtiyar û bi tecrûbe(!) dibêje;
“Mizgînîya min li we, min çare dît. Divê em bacên (vergî) nû derxin.
Padîşah dibê “Ma tiÅŸtik maye ku me vergî nedanîye ser? Emê ji çi bacê/vergî bistînin?”
Wezîr:
“Belê maye; emê ji yên navê wan Memîş be, yên keçel û yên serjinik(kilibik) bin, ji wan bac bistînin”
Ev dikeve aqlê padîşah û Kêfa wî tê. Di cîde emir dide ku ji van kesan bac werê standin.
Îcar li her derê welêt li Memîşan, li keçelan û serjinikan digerin.
Rojekê rebenekî gundî ku navê wî Memîş e, tê bajêr ku mirîşkeke xwe bifiroşe û bi wî perî şimikekê(terlik) ji pîrek a xwere bikirê.
Memîş ê gewr tê pazarê. Mirîşka xwe bi çar quruşan difroşe. Kêf xweş dibe û berê xwe dide sûkê ku terlikekê ji hermet a xwere bikre. Lê di rêde bacvan bi milê wî digrin û dibêjin ka baca xwe bide, te mirişkek firot.
Memîş, xwe gij dike û dibêje;
“Ev çi bace, ez nadim.”
Di vê navberê de kumê Memîş dikeve xwar û serê wî yê keçel xuya dike. Bacvan dibên;
“Heylo, tu keçelî jî. Divê tu baca keçelîyê jî bide”
Di nav Memîş û bacvanan de xir cir çêdibe. Di vê navberê de gel li serê wan kom dibe. Yek ji yên derdora wan qîr dike Memîş;
“Heyran baca mirîşkê bide û here. Binê navê te Memîş e, ji bo vê jî wê bacê ji te bistinin.”
Çaxê bacvan navê wî dibihîzin, dibêjin;
“heylo ji bo navê tejî tê bacê bide”
Memîş dike kazkaz;
“Ez ketim dexîlê we. Bela xwe ji min vekin. Ez vê bacê bidim, di destê minde pere namîne û ez terlikê nebim mal, jinik wê min bikuje. Lewma ez nikarim herim mal.”
Çaxê bacvan vê dibihîzin, dibêjin;
“Wey! demek tu serjinikî /qilibîkî jî. Ew çax tê qurûşek dijî bac bidî”
Her wiha di destê Memîş ê rebende quruÅŸek pere namîne û bê terlik diçe mal. ÃŽcar jinikê çikirîye jê hûn texmîn bikin…