Li Kerkukê divê provokasyon û êrîşên nîjadperestan bên rawestandın

Îbrahîm GUÇLU

Kerkuk, bi terîfa Serokê Efsanewî û Neteweyî Mele Mistefa Barzanî dile Kurdistanê ye. Dema 11ê Adara 1970yî de Peymana Otonomiyê di navbeyna Kurdan û Ereban de hat qebûl kirin, Kerkuk bû mijareke girîng. Di Kerkukê raste rast lihevkirinek pêk nehat. Biryar hat girtin ku statuya Kerkukê bi refêrandûmê di sala 1974an de diyar bibe. Lê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji bona ku refêrandum pêk naye gelek provokasyon kir. Di encamê de di sala 1974an de ji bona Kerkukê şerê Kurdan û ereban dest pê kir. Di destpêkê de kurd di şer de serkeftî bûn. Hezar mixabin bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û Dewleta Îranê raste rast û piştgiriya endîrek ya Emerîkayê Kurd mecbur bvûn ku şer bididn rawestandin ku pêşiya qetîameke mezin ya kurdan bigrin.
Dem adıi sala 2003an de Rejîma Baasê û dewlet hat ruxandin jî, modela dewletê û Kerkuk bû mijarên girîng. Di encama danûstandin û minaqeşeyan de biryara dewleta federalhat girtin. Ji bona Dewleta Federal makezagoneke federal hat amade kirin.
Di sala 2005an de dema makezagona federal hat pejirandin, di makezagonê de ji bona statuta Kerkukê xaleke girîng hat qebûl kirin ku ji bona Kerkukê di sala 2007an de piştî serhêjmarê refêrandum pêk bê.
Hezar mixabin ev biryara pêk nehat. Li Kerkukê pirsgirêk zêde bûn.
Dema êrîşa DAEŞê dest pê kir, Hikûmeta Navendî ya Federal nikarî Kerkukê biparêze û Keerkuk ji aliye DAEŞê de hat îşgal kirin.
Piştî Îşgala DAEŞê di bin serokatiya Seroké Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî de pêşmergeyan Kerkuk rıozagar û azad kir. Piştî azadkirina Kerkukê de facto bi Herêma federe ya Kurdistanê re hat girêdan û hat rêvebirin.
Lê nîjadperestên Ereban û beşekî Turkmenan ji vê yeke gelek eciz bûn. Ji bona Kerkukê ji deste kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê derxin li derfetan digeriye. Ev derfeta piştî Refêrandûnma Serxwebûna Kurdistanê derket holê.
Piştî Refêrandûma Serxwebûba Kurdistanê Hikûmeta Navendî û nîjadperestên ereban bi piştgirıya îrab-nê û Dewleta Tirk û dewletên emperyalist û xayinê kurd (Beşek YNNKê û Goran û PKK) Kerkuk hat îşgal kirin.
Ev îşgala bû sedem kul i Kerkukê pêvajoya erebbûnê dîsa dest pê bike. Desthilatdariya Parezgehê ji deste kurdan derkeve û bikeve deste nîjadperestên.
Ji bona ku Kerkuk ji îşgalê rizgar bibe, kurdan ji bona xwe stratejiyek tespit kirin û ew stratejiya meşandin.
Di van rojên dawî de KDP biryar girt kul i Kerkukê 30 navendên xwe ava bike û vebike. Ev biryara dihat wê wateyê ju kurd dê vegerin Kerkukê. Loma jî erebên nîjadperest û bdşek Tirkmenan reaksiyoneke mezin nişan dan. Rêya Hewlêr û Kerkukê girtin. PKK û YNKê jî dîsa li Kerkukê xiyanetiya xwe domandin, ji nîjadperestên ereb û Turkmenan re bûn alîkar.
Gelê kurd ji bona ku rêya Hewlêr û Kerkukê vebe, dest bi xwepêşandinan kirin. Nîjadperetên ereban êrîşî xwepêşandinan kirin û hêzên leşkeri û federal jı ji van êrÎşan re çavên xwe girtin. Di xwepêşandinan de xwîn rijiye. Ciwanên Kurd hatin şêhîd kirin.
Jibona qewimandinên li Kerkukê Serokê Kurdistanê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma federe ya Kurdistanê daxûyaniyên gelek girîng peşkeş kirin û bala Hikûmeta Nevandî ya ferderal kişandin.
Divê Hikûmeta Federal û nîjadperestên ereban van balkişandinan cidî bigrin. Heger negrin û provokasyonan û karen ne hiqûqî yên nîjadperestan negrin, qewimandsinên nayên hesab kirin dikarin bên rojevê.

Di ew daxûyaniyan de xalên girıng peşkeş dikim.

SEROK BARZANÎ BI RÊZ MESUT BARZANÎ DIBÊJE KU “Derbarê rewşa Kerkûkê de, ji heyama çend rojan ve komekê astengî û alozî bi hinceta rêgirtin li vekirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de girtine, rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelek nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.

“Me hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên bajêr de, lê ev reftarên nebicih û neyasayî, hewldanek ji bo derxistina fitne û têkdana pêkvejiyanê ye. Cihê sosretê ye ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û reftarên neyasayî yên astengkaran negirtine, lê îro li Kerkûkê tundûtûjiyê li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bikar tînin û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin. Ev reftar nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna kurên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ NEÇÎRVAN BARZANÎ DIBÊJE KU: “Girtina rêya Hewlêr-Kerkûkê di 6 rojên borî de neyasayî bû, mixabin heta niha jî ev kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rakirin! Kerkûk pêwîstiya wê bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye û bi ti awayî pêwîstî bi karên neyasayî yên zêdetir nîne.

“Piştî ku îdareya Kerkûkê bi ti awayî dawî bi karî neanî ku bandor li ser jiyana rûniştvanên bajarê bi giştî dikir, lê mixabin bi tundî bersiva wan hate dayîn û gencek şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.

“Di dema ku em bi nîgeraniyeke mezin li van aloziyên ewlehiyê dinêrin û rewşê ji nêz ve dişopînin, em bi tundî gulebarankirin û destdirêjahiya bi çekan li dijî xwepêşanderên sivîl şermezar dikin. Çêkirina aloziyan û têkdana ewlehiyê li Kerkûkê, metirsiyeke cidî li ser pêkvejiyan, ewlehî û aramiyê çêdike.

“Pêwîst e aliyên peywendîdar ên hikûmeta Iraqa Federal demildest tedbîrên pêwîst werbigirin û erkê hêzên ewlehiyê ye ku bê cudahî ewlehiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û kesên teqe kirine rûbirûyê yasayê bikin.”

SEROKWEZîRÊ KURDISTANÊ MESRÛR BARZANî DIBÊJE KU “Em bi tundî karên têkderane yên li dijî demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya li Kerkûkê şermezar dikin. Em şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kurd ên ku ji aliyê şovenîstan ve êrîş li wan hatine kirin, şermezar dikin.

“Daxwaz ji Serokwezîrê Federal dikim ku bilez vê rewşa nexwestî kontrol bike û canê welatiyan û xwepêşanderan biparêze û êdî rê nede kesên bê berpirsiyar rewşê aloztir bikin.”

Divê ku rêya Hewlêr û Kerkukê bi lezû bez bê vekirin û pêşiya provokasyonan bê girtin.

Tatwan, 03. 09. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *