Åžeyhmus OZZENGIN
Ev çend hefte ne, hêzên ku li ser axa Sûrîyê û Başûrê Roavayê Kurdistanê hene û aktor in, li ser hewlên nû daxûyanîyan didin. Cîhên xwe eşkere dikin û xwe amadeyî hewlên nû dikin. Wek lîska kişikê kesekî li Sûrîyê „şah mat“ nekir.
Çima?
Ji ber ku, Tirkîye, Îran, İraq, Sûrîye û Rûsîya, li ser asasên parastina yekitîya xaka Dewleta Sûrîyê lihev kirine û bi hemahengîyek hevpar, li ser wê axê hewl dane xwe. İran 70 hezar çekdar li Sûrî bicîh kir, bû beşek ji artêşa Sûrîyê û li henber opozîsyona Sûrîyê, dewleta Sûrîyê û rejîma Esad parast. Tirkîyê, bi dehan hêzên tundrew yên opozîsyonê biçek kir û ji bona berjewendîyên xwe bikar anî û beşek mezin ji axa Başûrê Roavayê Kurdistanê dagîr kir. Rusîya, him bi YPG re û him bi artêşa Sûrîyê re, di hemahengîyekê de, xwest ku her bandora xwe li ser PKK bihêle. Ji ber ku pir baş dizane bê têkilîyên dewleta Sûrîyê û malbata Esad bi PKK re çine û li ser çi esasî ne. Dema ku berdevkê PKK Cemil Bayik dibêje; „Em ne dijberîya Sûriyeyê dikin ne jî dijberîya Esad dikin“, ev armancên PKK, li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê eşkere dike.
Tirkîye, carek din herêmên ku neketîye destê wan tehdît dike. Qamîşlo û derdorê wê îşaret dike, lê armanca wê tiştekî din e. Armanca wê ewe ku; ew hêzên li Til Rifat bicîh bûne, wan ji wir derxîne. Derdorê Kobanê bi carekê de dorpêç bike ku Kobanê muhtacî wan bibe. Ji ber ku bi dagirkirina Kobanê, tepkîya navnetewî nade ber çavê xwe, wê pîlanek dorpêçê bikar bîne, ku Kobanê bi xwe, xwe vala bike. Ev pîlan di destê Tirkîyê de ye û bi Rûsîya re di hemahengîyekê wî pîlanê xwe dimeşîne.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê de û heta niha, tirkîye wek „dijberê rejîma Esad“ xwe daye naskirin. Lê di eslê xwe de Tirkîyê, her ji bona parastina yekitîya axa dewleta Sûrîyê, bi îstîhbarata dewleta Sûrîyê re, di têkilîyê de ev gav avêtine. Ji bona berjewendîyên Sûrîyê, Opozîsyona Sûrîyê kontrol kirîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar anîye. Ji ber ku têkilîyên îstîhbarata Sûrîyê û malbata Esad jî baş dizane. Tirkîye, di ser îstîhbarata Sûrîyê re PKK jî kontrol dike û bi destê PKK ji xwe re li Başûrê Roavayê Sûrîyê sebeban çêdike, ku wê axê dagir bike, demografîya herêmê biguhere û axê di destê kurdan de nehêle; ku Kurd bingeha doza statûyekê li ser axa xwe wenda bikin. Hewldanên PKK, ku her mijara êrîşkirina Tirkîyê tê rojevê, pankartên PKK û Abdullah Ocalan dide destê girsê û li Başûrê Roavayê Kurdistanê çalakîyan lidar dixine ev e. Ev çalakî, hewlên tirkîyê di herêmê de hêsan dike. Ji bona ku Kurd, doza statûyekê li ser wê axê nekin. Xetên vê stratejîyê îro hîn zelaltir derketine ber me.
Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, tenê hebûna xwe û têkilîyên xwe, bi Başûrê Roavayê Kurdistanê û hêzên HSD-YPG re; li ser esasên şerê li hember DAÎŞê dimeşînin. Ticarî Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, li Başûrê Roavayê Kurdistanê, PKK, Rêveberîya Xweser, hêzek wek xwedî statû û yasayî qebûl nekirine. Tenê di asta eskerî de, alîkarî meşandine û bi hev re li hember DAÎŞ şer kirine. PKK/PYD-HSD/YPG jî ticarî li Başûrê Roavayê Kurdistanê doza statûyek sîyasî nekirine. Xwe her beşek ji axa Sûrî (ne beşek ji axa Kurdistanê) dîtine. Ev jî rewşa Başûrê Roavayê Kurdistanê dixe xeterê.
Di 29.10.2021an de, makaleyek Sean D Carberry di Rojnameya The Hill de derket. Di pir waran de bersîva rewşê dide û vekirî dibêje; „Ji bona ku em DAÎŞ têxin bin kontrolê, hilbijêra herî baş Kurdistanek serbixwe ye:“
Di analîza xwe de Sean D Carberry dîyar dike ku; di şerê li hember DAÎŞ de Kurd hêzek girîng bû. Lê ev tenê ne bes e. Ji bona ewleyî û rewşek îstîkrarî li herêmê, divê em Kurdan wek aktorekî girîng yê herêmê bibînin û vî rolî bidin wan. Bê dewlet Kurd, nikarin vî rolî bigirin ser xwe. Di vî warî de jî dibêje: „Di herêmê de ji dervî kurdan wê herkes li hember hewla avakirina dewleta kurdan derkevin“(!)
Piştî vekişîna Emerîka û Hêzên NATO ji Efganîstanê, îhtîmala ku li herêmê sirrek terorê a nû lêxe heye. Bi hezaran çekdarên DAÎŞ di herêmê de di xew dene. Îhtîmala van, ku bi destê aktorên herêmê, carek din têkevin tevgerê û êrîş bikin heye. Ji bona ku ev tehdît ji holê bêt rakirin û DAÎŞ bêt kontrol kirin, divêtî bi hemahengîyek bilind a navnetewî heye. Di vir de NATO û NY, di asta herî bilind de, lazime hemahengîyekê derxin holê. Di derheqa vê hilbijêrê de jî Sean D Carberry tilîya xwe datîne ser pirsgirêkê û dibêje ev hemahengî, „avakirina Kurdistanek serbixwe ye“.
Heger em, li gor tecrûbên berê û bi mejûyê dagirkeran li mesela Kurdistanê binêrin, helbet wê pir kes bêjin; „ev ne mumkûn e, ji ber ku Tirkîye, Îran, İraq, Sûrîye û Rûsîya wê li henber derkevin û PKK jî hêzek di destê wan deye, ku li henber avakirina dewleta Kurd bêt bikar anîn!“(!)
Analîst Sean D Carberry, dibêje; „Ku Kurdistanek serbixwe bêt avakirin, wê li herêmê hemû pirsgirêk bên çareserkirin“.
Wê di herêmê de ev pirsgirêk çawa bên çareser kirin?
Di navbera Deweta Federal a İraq û Herêma Kurdistanê de, di asta destûrê de pir pirsgirêk hene, ku nehatine çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, ji Şingal bigire heta Xanekîn, Kerkûk jî di nav de, 40 ji % axa Kurdistanê, herêmên bi problem in. Divîyabû berî bi 13 salan, bi referandûmê pirsgirêka van herêman bihata çareserkirin. Nehat çareserkirin û DAÎŞ li van herêman bicîh bû. Dewleta İraq jî van herêman naparêze û ji hêla ewlekarîyê de jî asayîşa herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê. Dermanê çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên di navbera dewleta federal a İraq û Kurdistan a Federe de, serxwebûna Kurdistanê ye. Bi îlankirina serxwebûna Kurdistanê re, pirsgirêkên destûrê tên çareser kirin.
Li herêmên Başûrê Roavayê Kurdistanê DAÎŞ, bi rêka hêzên Îslamî yên tundrew û Tirkîyê, DAÎŞ heye û birêk û pêk e. Her tim li benda fersendê ye û amade ye. Bi çalakîyên xwe, her mesajek zînde dide endamên xwe. Li Efxanîstanê jî bi hezaran çekdarê endamên DAÎŞ hene, ku bi hêsanî bikaribin bînin herêmê.
Di vir de Sean D Carberry dibêje; „bi avakirina Kurdistanek serbixwe re, wê sînorekî fermî ji Kurdistanê re bêt avakirin. Hêzên parastina Kurdistanê, wê di van herêman de bicîh bibe. Wek di şerê li hember DAÎŞ de ku çawa Kurdan rolekî erênî û giranbuha lîst, wê di parastina axa dewleta xwe de jî wî rolî hîn xurtur bilîzin. Ev jî çareserîya hilbijare ya herî baş e. Di asta ewletîya herêmê de, girîngîya dewletek serbixwe a Kurdistanê wê derkeve pêş me û emê vê rastîyê bibînin.“
Di herêmê de Îran û Tirkîye, du aktorên dij dewleta Kurdistanê ne. Wê ev dewlet, hêzên xwe yên navdewletî jî li hember avakirina dewleta Kurdistanê bikar bînin û li dij derkevin. Lê ku NATO û NY piştgirîyê bidin çareserkirina pirsgirêkên herêmê, rîya herî rast, ku di herêmê de dawî li terorê bîne, avakirina Kurdistanek serbixwe ye. Di vî warî de ez jî wek Sean D Carberry difikirim.
Kurd divê li ser axa xwe, di asta avakirina Kurdistanek serbixwe de, xwedî hişmendîyek milî û niştimanî bin.
02.11.2021