‘‘Hesasîyeta‘‘ Kurdistan24 û sansurkirina Îbrahîm Guçlu

Kesên bi xwendin û nivîsandin û bi rêxistinî û sîyaset, bi rewşenbîrî û têkoşîna netewîya Kurd û Kurdistan re têkildar, muheqeq hayê wan ji Birêz Birahîm Guçlu heye, nivîsê wî xwendine, di bernameyên televîzyonan de lê gohdar kirine.

Kek Birahîm, avakar, kadir, rêvebir û kedkarê gelek rêxistin, partî û weşanên Kurd e. Ji gelek partî û weşanên Kurdî re seroktî û rêvebirî kirîye. Îro di gelek weşanên wek rojname, kovar û malperên înternetê de nivîsên sîyasî, dîrokî, analîz, bîyografî û rexnegirî dinivîse. Ne bi sedan, bi hezaran nivîsên Kek Birahîm hatine weşandin. Ez ne şaş bim karê nivîsînê ji serê salên 1970 yan de destpêdike bi avakirin û rêvebirîya DDKO û weşanxaneya KOMAL bi dezgeh domdar dibe.

Ji serî de helwest û lênerînek Kek Îbrahîm Guçlu ya rûniştî heye: Kurdistan di warê leşkerî, sîyasî û aborî hatîye dagîrkirin, bi çar para hatîye perçekerin. Kurdistan mêtingeha dewletên Turkîye, Îran, Sûrîye û Iraq e. (Lê niha rewşa statuya parçeyên Iraq û Sûrîye cuda ye.) Li van dewletan hebûn û mafê neteweya Kurd hatîye înkarkirin û qedexekirin. Mafê gelê Kurd heye bi her awayî tekoşîna rizgarîya xwe bide, xwe serbixwe bike û yekîtîya welatê xwe pêkbîne. Heger bi neteweyên serdest re li hev bike, dikare îdareyên federal an konfederal jî pêşkêşî rizamendîya gelê xwe bike.

Di sernaserê dîroka gelê Kurd ya dûr û nêz de, ji bo serxwebûn û azadîya xwe gelê Kurd tekoşînek dijwar daye. Serdestên mêtinkar jî ji bo ku hukumranî û mêtinkarîya xwe li ser Kurdistanê bidomîne û gelê Kurd wek hêsîrê kolonî ji xwe re bi kar bîne, bi bêînsafî û hovîtî qetil kirîye û eciqandîye.

Serdestên Kurd, bi taybet Tirk û Faris, ewqas çavsor û zordar e ku li kudera dunyayê behsa Kurd û Kurdistan bibe, destdirêjî û têwerdan dike ku carek din behsa Kurd û Kurdistan nebe!..

Lê piştî ku li Başûrê Kurdistanê statuyek federal yan fîlî ku gelê Kurd û hêza wî ya îdarî, leşkerî û sîyasî li wir serwer û azad bû, me hemî Kurdan kêf û dawet li darxist, me got: “perçeyekî me azad bû, ji me re piştek-xwedîyek çêbû, êdî em karin bêtir û eşkeretir doza mafê xwe bikin, di tenkasîya mirinê de xwe bavêjin bext û ûjdanê birayê xwe; wê li me xwedî derê!“

Lê van demên dawî em wek Kurd li hin bûyerên ecêb rast tên û dijîn!

Kurdekî Rojhilat yê sîyasî ku bi navê Mistefa Selîmî, şanzdeh sal bûn ku di zîndana mêtinkarîya dirinde ya sofîkên hov a Îran, tenê ji bo ku Kurd e û doza mafê gelê Kurd dike, li bendî dardakirinê bû û ji ber tevlîhevîya nexweşîya Korona bi serhildanekê ji zîndê revîya û xwe avêt bext û ûjdanê birêyê xwe yên Başûr! Wan jî bi lez ew girtin û rêvebirên hov yên Îran agehdar kirin û radestî wan kir! Îran jî di nava sê rojan de ew darvekir!

Kek Îbrahîm Guçlu, ji bo rojnameyek Başûrê Kurdistan ya bi navê ‘‘Kurdîstan24‘‘ ev nêzî çar salan e ku her hefte bi heman helwestê nivîsan dinivîse. Nivîsa wî ya dawîn jî li ser komkujîya Dêrsimê ya ku ji alî dewleta tirk ya mêtinkar ku di sala 1938 de pêk hatîye. Bi belgeyan, şahidî û mikurhatinên serbaz û rêvebirên dewleta tirk jî hatîye îspatkirin ku li Dêrsimê serhildanek çênebûye. Dewletê bi bahaneya berhevkirina çekan, kesên xwe teslîm kirine û nekirine, tev kal û pîran gelê Kurd li Dêrsimê kom bi kom, gund bi gund bi hev girêdane yan singo kirine, yan şewitandine, yan ji zinaran avêtine! Helbet dewletê, vê komkujîya bi armanca ji nû ve dagîrkirin û serwerîya mêtinkarîyê pêkanîye.

‘‘Kurdistan24‘‘ ji Kek Birahîm re dibê: `çênabe ku tu bêje Mêtinkarîya Dewleta Tirk! Ya tê li ser xwe `oto sansur` (gotina xwe bixwe) deyne û nivîsa xwe rewîze (bibişêfe) bike yan jî em nivîsa te naweşînin!`

Wê gavê çima we navê rojname an tv`ya xwe danîye ‘‘KURDISTAN‘‘!?

Li gorî dewleta tirk û rêvebirên wê, li ser rûyê dunyayê `bi navê Kurdistan welatek tune ye`(!)

We li binê nivîsên her nivîskarekî nivîsandîye ku “nivîsên tên weşandin, lênerîna nivîskar e. Nivîs dikare ne li gorî lênerîna sazîya medîa K24 be. Berpirsiyarîya dadî bi giştî ya nivîskar e!“

Piştî ku we nivîskar ji nivîsa xwe berpirsîyar rêdaye, hûn çima qedexe datînin ser lênerîn û helwesta nivîskar!?

Gava hûn mêtinkarîya dewleta tirk veşêrin, gelo hûn jî zimnen nabin şirîkê wan!?

Gava Enfal û Qetlîama Helepçe pêkhat, kê kir, kîjan dewletê kir û çima kir!? Wê demê jî û îro jî ji bo hassasîyeta Sadam û dewleta Iraq divîya/divê em nebêjin ‘‘Qetlîama Helepçe Dewleta Mêtinkar ya Iraq pêkanîye!?‘‘

Ji bo ku Kurdistana Başûr di bin Seroktîya Mesûd Berzanî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li darxist, dewleta tirk tank û topên xwe anî ber derîyê Îbrahîm Xelîl! Ji bo ku referandûm parastin, tv`yên Kurdistan24 û Rûdaw ji satelîta xwe avêtin. Hûn emînin ku we şaşî nekirîye!?

Îro giranîya gelê Kurd we wek sazîyek kurd û Kurdistanî dibîne, lê hinek jî we wek hevalbend û nokerên dewleta tirk rê dide; lê bi rastî hûn çine, kî ne!?

Ev helwesta we ya li hember Nivîskar, rewşwnbîr û sîyasetmedarekî mîna Kek Birahîm, helwestek dijî Kurdîtî, dijî demokrasî û dijî ehlaqê çapemenîyê ye!

Ez we şermezar dikim!

Nivîsa Kek Birahîm li jêr e. Bila herkesekî Kurd bixwîne û bêje: ev gotin yan ev hevok ne rast e yan şaş e! 16.05.2020

BUNDAN SONRA KÜRDİSTAN24’TE YAZAMAYACAĞIM/YAZMAYACAĞIM VE BUNA SEBEP OLAN YAZIM…

(Kurdî-Tirkî)

İbrahim GÜÇLÜ

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Biliniyor ki uzun zamandır Kürdistan24 gazetesinde her Pazar günü yazılar yazıyorum. Geçen Pazar (10 Mayıs) günü yayınlanacak yazımı gönderdim. Yazım, “Dersim Katliamı ve Resmi Tarih Savunuculuğu”  başlığını taşıyordu.

Yazım ilgili arkadaşlara iletildiği zaman bana bir kısa not gönderildi. Notta aynen şöyle söyleniyor: “Selamlar kek İbrahim. Yazılarla ilgili birkaç not aktarmam gerekiyor. Yazılarında kullandığın bazı ifadeler sorun teşkil edebilir. Sömürgeci Türk devleti vb ifadeler. Son yazıyı da revize edip gönderirsen sevinirim. İyi günler.”

Ben bu notu okuduğum zaman, gördüm ki, son yazımla ilgili de değil bütün yazılarımı içeren bir değerlendirme var. Yazımla/yazılarımla ilgili tek kavram değişikliğini istemekle,  tüm literatürümün, kavramlarımın, yazımın içeriğini değiştirmemi istendiği sonucunu çıkardım.

Değişiklik istenen kavram şu: “Sömürgeci Türk Devleti”

Buna karşılık cevap yazdım.

“Ez çend sal in ku di Kurdistan24an de dinivîsînim. Lîteratura min nebûye pirsgirêk.  Lê di vê mijarê de heger dezgehek fermî ya dewletê bal kişandiye, ez bizanim dê baş bibe. Di ancam de ez ji aliyê hiqûqî de ji nivîsa xwe berpirsim. Wek hiqûqzana jî ez van mijaran piçek dizanim. Ji derveyî vê jî min jî piştî salên 1974an dem-dem  weşengerîya yasayî meşand.  Ez hîç demekê di nivîsê xwe de zimanê ezop bi kar nînim. Ez rastiyan wek lîteratura ilmî bi nav dikim. Min heta nûha di bernameyê telewîzyonan  û bernameyên xwe yên telewîzyonan de, di hevpeyvînê xwe yên rojnameyan de heman lîterature bi kar anîye. Dema ez lîtaratura xwe bi kar nînim, nivîsên min bê nasname dibin, ew ji bona min, ji bona têkoşîna min a neteweyî, ji bona Doza Neteweya kurd neheqiyek dibe.”

Aynı cevap da sen mi bunu istiyorsun? Diye sordum. Onun cevabı haklı olarak: “Kek İbrahim Önceki mailimi okuduysan açıkça belirttim kurumsal bir durum olduğunu. Kurumsal işlerde şahsiliğe yer yoktur zaten. Bunu biliyor olman gerekir. Kendi başıma karar verme gibi bir yetkim de yok. Selamlar.  

Bunun üzerine sorumlu ilgili arkadaşa üç mektup yazdım.  Mektubun birinde sorununun açıklanmasını, konuya ilişkin görüşlerimi ifade ettim. İkinci kısa mektubumda da yapılmak istenen değişikliğin ne olduğunu anlamak açısından, değişikliği siz yapın, göreyim dedim.

Üçüncü mektupta yazdım ve dedim ki: “Birayê Hêja, Roj baş. Silav ji we re. Ez hêvîdar im ku cenabê te û hemû xebatkarên Kurdistan24an hûn baş in. Ez jî baş im. Qasî ji me tê em jî xwe ji vîrusa koronayê diparêzin. Min duho ji cenabê te re nivîsand. Lê belê cenabê te bersîv neda. Nivîsa min jî nehatiye weşandin. Ez ji cenabê te dixwazim ku cenabê we rewşê zelal bike û min agahdar bike. Ez jî gorî wê plana xwe çê bikim. Bimîne di nav saxî û silametî de.”

İlgili sorumlu arkadaş her üç mektubuma da cevap vermedi. O zaman perşembe gününe kadar cevap bekleyeceğim. Cevap gelmediği zaman, ilgili sorumlu arkadaşa kararımı bildirmeyi benimsedim.

Kararımı açıklayan aşağıdaki yazıyı yazdım.  

“Silavên xwe yên germ û dostane pêşkêşî cenabê te dikim.

Min, du name ji cenabê te re şand. We bersîv neda. Divê ku baş bizanî ku ez ji vê helwestê êşiyam. Lê dîsa jî ez ji bona xwe vê yekê nakim pirsgirêk. Ev nabe sedem ku dostanî û hevaltiya me nexweş bibe.

Piştî we bersîv neda nameyên min, min got ku ezê heta roja perşemê li hêviya cenabê te bisekinim, pişt re biryara xwe ji wî re pêşkêş dikim.

Îro jî pêrşem e. We jî heta nûha bersîv neda min. Ez biryara xwe pêşkêşî we dikim.

Min fahm kir ku nivîsên min heta nûha nebe jî, ji nûha şûnve dê li Tirkiyeyê zirar bide xebata çapemeniya (telewîzyon, rojname û w.d.) Kurdistan24an. Ez tu wext ji vê yekê re razî nabim. Ez Kurdistan24an bi her awayî çapemeniya xwe dizanim. Wek çavên xwe diparêzim. Ez dizanim ku Kurdistan 24 di xizmeta têkoşîna neteweyî ya neteweya me de ye, di xizmeta çand, edebiyad, çapemenî, nûçevaniya welatê me de ye.

Ez tu wext razî nabim ku Kurdistan24 zirar bibîne.

Ez Kurdistan24an bi her awayî çapemeniya xwe dizanim. Ez dizanim ku Kurdistan 24 di xizmeta têkoşîna neteweya me de ye; di xizmeta çand, edebiyad, nûçevaniya welatê me de ye.

Ji aliyê din ve ji bona min “kavram (bi tirkî)”, hevok, peyvên nivîsên min naveroka nivîsên min in. Ez baş dizanim ku lîteratur felsefe ye, naverok e, nasnameyek cûda ye. Nivîskar û têkoşerên welatekî bi lîteratur û bi awayê xebata xwe ya cûda tê nas kirin.

 Ev lîteraturaa min di nav kurdan û tirkan de bi navûdeng e. Ez di hevpevînên xwe yên di rojnameyan û kovarên tirkan de, di bernameyên telewîzyonan de vê lîterature bi kar tînim. Lîteratıura min gelek caran bûye sedem ku ez bi salan siza bigrim.

Loma jî ez jî tu wext nikarim dest ji lîteratura xwe berdim. Ez dema dest lîteratura xwe berdim, ez wê demê dest nasnameya xwe ya entellektuelî, nivîskarî, têkoşına milî ber didim.

Bawer dikim ku cenabê te jî bi vê yekê razî nabe. 

Ev du sedemên girîng dema ku min şirove kir,  ji bona ku zirar nedim Kurdistan24an û zirar nedim nasnameya xwe, min biryar da ku ez di Kurdistan24an nenivîsînim.

Min heta nûha di Kurdistan24an de 132 nivîs bi tirkî, 70 nivîs bi kurdî nivîsandine. Dema ez hesap dikim nêzikî çar salan e ku ez di Kurdistan24an de dinivîsînim.

Hîç şik tune ye ku ji Kurdistan24an veqetandin, min xemgîn dike. Lê di jiyanê de me wek kurd û wek keseyatî de pir êş û zehmetî hene.

Ev biryara min tu dem zirarê nade pêwendiyên min cenabê te û Kurdistan24an.

Ez xwe wek xebatkarekî amator yê Kurdistan24 dibînim û ezê wusa jî tev bigerim. Eleqeya min Kurdistan24an dê hîn xurt bidomîne.

Ez ji bona cenabê te, malbata we, xebatkarên Kurdistan24an serkeftin û bextewarî dixwazim.

Ezê roja şemiyê ji xwendevan û raya giştî re daxuyaniyekê binivîsînim. Lewra jî tê pirsîn ku nivîsa min çima Kurdistan24an de nehatîye weşandin. Gelek kesan jî wusa zanîne ku ez nexweş im. Ji min re gelek telêfon hatin.

Bimîne di nav xêr û xweşîyê de.”

Sonuç olarak söyleyeceğim şu ki, Kürdistan24 Gazetesinde yazdığım 132 Türkçe ve 70 Kürtçe yazımdan sonra siz okuyucularıma veda ediyorum. Sizlere Başarılar diliyorum. Beni başka gazetelerde ve platformlarda izleyeceğiniz için çok fazla bir eksiklik his etmeyeceksiniz.

Şimdiden duyuruyorum, ileride Kürdistan24’teki yazılarımı kitap haline de getireceğim. Derli-toplu yeniden okuma fırsatı bulursunuz.

Kürtçe yazdığım mektupların orijinalliğini bozmamak için sizinle Kürtçe paylaştım.

Saygı ve sevgiler.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir