Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 8

ÇEND TÊBİNÎ Lİ SER DÎROKA PDKT/KUK Ê 1

Derbasbûn û bingeha rêxistina Rizgarkarên Netewî yên Kurdistan`ê (RNK), ji Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîye (PDKT) tê. RNK tevgerek, xwe berdewam û mîratxurê PDKT dibîne.

Piştî kongreya 1977 an ku rêvebirîyek PDKT ya nuh hat hilbijartin, ji bo ku ji alî vê rêvebirîyê, di qada legal de li bin belavok û durişmên dîwaran KUK bi karanî, partîya me di nav gel de bêtir wek KUK (RNK) hat naskirin.
PDKT, di nîvê dawîn yê sedsala 20. de partîya Kurd ya pêşî ya sîyasî ye ku li Bakurê Kurdistanê hat avakirin. PDKT di 1965`an de hat avakirin, loma bi raborîya xwe ya 29 salan RNK, îro di nava rêxistinên neteweyî-demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê hene de xwedîyê dîroka herî dirêj e.
PDKT, di bin bandora germaya Şoreşa Îlonê de, ji alî komikek rewşenbîrên Kurd yên welatperwer-demokrat, piştî ajotina heyamek gengeşî û amadekarîyek dirêj di 11 Tîrmeh 1965`an de, li bajarê Amedê, bi piştevanî û hewldanên Fehmî Bîlal, di bin serokatîya Saîd Elçî de hat avakirin. Damezirînerên PDKT yê Saîd Elçî (Pêşmergê Welat), Omer Turhan, Şakir Epözdemir, Derviş Akgül û Şerafettin Elçî ne.
PDKT, ji hîmê tevgerek netewî tê, berhemek gelê Kurd ya tekoşîna netewî-demokratîk ku bi salan ajotîye. Ya ku PDKT afirandîye, mercên wê dema dîrokî, sîyasî, aborî û çandî ku Kurdistan û gelê Kurd tê de bû.
PDKT, berevacî hinek tevgerên ku di nîvê salên 1970`an, di bin bandora hin navendên navnetewî yên îdeolojîk û bi wan navendên sîyasî ve girêdayî derketin holê yan jî wek karîkatorên Çepên Tirk ku li Bakurê Kurdistanê avabûn û wek model ji derve anîn Kurdistanê, li gorî ahenga pêşdeçûna civata Kurd ya wê demê, wek tevgerek netewî-demokratîk çêbû. Yek ji taybetîyên herî girîng yê PDKT û yan jî yên berdewama wê KUK ev e.
Avabûna PDKT, di dîroka nêz ya Bakurê Kurdistan de rûdanek girîng ya sîyasî ye. Bi avabûna PDKT re, tevgera netewî li Bakurê Kurdistan ket heyamek nuh. Bi avabûna vê partîyê re, ji alîkî bêdengîya demdirêj ya li Bakurê Kurdistan fîîlen bi dawî hat, ji alî din ve, li vî parçî jî Tevgera Demokratîk a Netewî ya Kurdistan bi wateyek hevçerx bû xwedîyê partîyek sîyasî.
Piştî Civîna Avakirinê ya 1965`an, Faik BUCAK bû Sekretêrê Giştî yê Partîyê. Wek rewşenbîrekî welatperwer û demokrat Faik BUCAK, di 4 Tîrmeh 1966 an de di êrîşek ji alî MIT`a Tirk hatibû amadekirin hat qetilkirin. Bi vê bûyerê re PDKT şehîdê xwe yê pêşî da, neteweya Kurd jî serokekî xwe yê giranbuha wenda kir. Piştî şehîdbûna Faik BUCAK, Saîd ELÇİ bû Sekreterê Giştî yê PDKT.
PDKT, ji avabûna xwe de û heta serê salên 1970 an, wek rêxistina yekane ya wê heyamê, li Kurdistanê xebatên girîng kir, ji her alîyên civatê girseyek welatperwer ya fireh anî cem hev û di qada rêxistinî de gavên girîng avêt. PDKT ya ku wek partîyek girseyî avabû, wek îdeolojîk û polîtîk xwedî xetek welatperwer-demokrat bû. Bingeha civatî ya partîyê, bi giranî ji kesên gundî pêkdihat. PDKT, ji alîkî ve li Bakurê Kurdistanê rêxistina xwe ya sîyasî dihûna, ji alî din ve alîkarî û piştevanîya şoreşa başûrê Kurdistanê dikir.
PDKT, di damezirandin û pêşketina DDKO de rolekî girîng dilîst. Di salên 1968-1970 an de, li darxistina Pêşandênên Rojhilat (DOGU MITINGLERI) ku li hinek navendên Kurdistanê yên girîng ku karker, gundî, bajarî, rewşenbîr, xwendekar û heta hin kesên ji alîyên axa-şêxan û ji qatên cûrbecûr yên civatê ku bi hezaran mirov beşdar dibûn de PDKT rolekî girîng lîst. Di dema li darxistina “Pêşandanên Rojhilat” de, bi DDKO û PDKT re cîh cîh “TİP” jî rolekî çalak dilîst. Di van pêşandanan de, wek dê bihata dîtin di nava PDKT û “TİP”ê de him hevkarî û him jî qayişkêşî hebû. Di wê heyamê de rewşenbîrên Kurd yên welatperwer jî di nava “TİP” de cîh digirtin û di vê partîyê de, di erkên girîng de rolên çalak dilîstin.
Rêvebir û endamên PDKT ji alî hêzên dewletê ve misêwa hatin şopandin, hatin girtin, ketin bin tade û îşkenceyên giran, di dadgehên mêtinkaran de bi daxwaza cezayên giran hatin darizandin. Di nava wan de, di serî de Saît ELÇİ û gelek kadirên ku PDKT avakirin, di “Bûyera 49” û “23`yan” de cezayên giran li wan hat birîn, heyamên zîndankirin û nefîkirinên dirêj jîyan. Belê dawa di nava vanan de ya herî girîng ku di Dadgeha Ceza Giran a Antalya de hat vekirin “Dawa Antalya a PDKT” ye.
Di tevgera Bakurê Kurdistan ya neteweyî-demokratîk de ku wek “Rûniştinên Antalya yên PDKT”yê hatin bi navkirin, di vê dozê de giranîya bergumanan parastina sîyasî kirin. Parastina Sekreterê Giştî yê PDKT Saîd ELÇİ`yê ku bi taybet ew bi xwe xetîbekî baş bû kir, li Kurdistanê dengekî mezin veda. Axaftinên dijwar ku Saîd ELÇİ di parastina xwe de dikir, di nava welatperwerên Kurd de bi salan hat bahskirin. Piştî Saîd ELÇİ cezayê ku ji Doza Antalya girtibû raket, di 1969`ê Sibatê de ji zîndanê derket.
Piştî derbeya leşkerî-faşîst 12 Adar 1971 li Bakurê Kurdistanê tadeya mêtinkarîya faşîst têra xwe zêde bûbû. Gelek kadirên PDKT û rêvebirên DDKO hatibû girtin, li Dadgehên Awarte yên li Amedê dihatin darizandin. Li Rûniştinên Amedê gelek welatperwerên Kurd hatin darizandin û cezyên giran xwarin.
Berî û piştî 12 Adar 1971`ê rêvebirîya PDKT, hin kadirên partîyê û kadroyên ne endamê Partîyê yên gehîştî şandibû Kurdistana Başûr. Di nav kadirên ku rêvebirîya PDKT şandibû Kurdistana Başûr Dr. Saîd KIRMIZITOPRAK (Dr. Şivan) û çend hevalên wî jî hebû.
Piştî ku Dr. Şivan ji alî PDKT hat şandin (1969) Kurdistana Başûr, piştî demek kurt ket duryana avakirina partîyek din. Piştî pêşxistina xebata xwe ya duryanê Dr. Şivan di destûr û bernameya PDKT de hin guhertin çêkir, bi navê “PDK (li) Tirkîye” partîya xwe ava kir. Ferqa navbêna her du partîyan, Dr. Şivan li navê partîya xwe tenê xurdezada “LI” zêde kiribû. Ev rewş bû egerê veqetandineke nava PDKT. Perçebûna nava PDKT ket rewşek fîîlî. Lewra Dr Şivan, di nav refên partîyê de partîyek din ava kiribû. Ev rewşa hanê bû sedemên alozî û qeyranên sîyasî…
Piştî derba 12 Adar 1971 ya leşkerî-faşîst dîsa li Saît ELÇİ hat gerandin. Mercên wî yê li nav sînorên Tirkîye bisitire gelekî zor bû. Ji bo rewşa ku li jor hat xwanêkirin jî bipeyivin û pirsgirêkan çareser bikin, Sekreterê Giştî yê PDKT Saîd ELÇİ biryara çûyina başûrê Kurdistanê dide.
Saîd ELÇİ nîvê Gulana 1971`ê, pêşî çû Kurdistana Binxetê û ji wir jî derbasî Kurdistana Başûr bû. Li wira di nava Saîd ELÇİ û Saîd Kirmizitoprak de gengeşîyên giran çêbûn. Li ser pirsgirêkan li hevkirinek pêknehat. Saîd ELÇİ û Mihemedê Begê di serê Hezîranê de ji alî Dr. Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) ve bi gulebarankirinê hatin kuştin. Bi wan re birayê Dr. Faik Savaş Abdulletif Savaş jî hat kuştin. Dr. Şivan, hevalên wî Hikmet Buluttekin (Çeko) û Hasan Yikilmiş (Brûsk) ji alî rêvebirîya PDK-I hatin darizandin û bi mirinê hatin cezakirin. Di dîroka PDKT ê de ev trajedî û bûyera giran, ji bo tevgera Kurd derbeyek mezin bû. Ev xençera bi jehr bu sedemên naqokî û alozîyên nû, baskên tevgera Kurd hat şikeştandin û paşve xist!
PDKT, bi kuştina Saîd ELÇİ, hin kadirên ku hatibûn girtin û mercên nuh ku heyama 12 Adar bi xwe re anîbû, fîîlen bê rêber mabû. Di nava partîyê de qeyran û belavbûna rêxistinî destpê kiribû. Xelasîya ji vê rewşê û ji nuh de çalakkirina xebatên partîyê, di sala 1973 an de Kongreya 1. ya partîyê hat li darxistin. Di Kongreyê de Dewrêşê Sado bû Sekreterê Giştî yê partîyê.
Rewşa vê Kongreyê, di nava partîyê de, bu mijara gengeşîyê, munaqeşe car caran heta Kongreya 1975 an dewam kirin.
Kongreya II. ya PDKT ku 1975 an pêkhat, di dîroka guhertina partîyê de cîyekî girîng digire. 1975 û piştî wê, di warê tevgera netewî-demokratîk bi giştî Kurdistan û bi taybet Bakurê Kurdistan destpêkek gelek girîng e. Di demajoya 1975 an de ku dest pê kir, li bakurê Kurdistanê, tevgera netewîya Kurd ji warê îdeolojîk û polîtîk ve ket heyamek veqetandinî û kêsimek sîyasî ya nuh. Heman heyam di nava PDKT de rolekî kûrtir lîst. Di demek wanî de, piştî pêkhatina Kongreya PDKT ya di 1975 an, beşê çep di partîyê de giranîya xwe rê da.
PDKT di nava xwe de bi munaqeşeyên giran yên îdeolojîk û polîtîk derbas kir û heta Kongreya 1977 an dewam kir, heta car caran piştî Kongreyê jî berdewam kir. Di vê demajoya aborî, civakî û sîyasî ku li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê diqewimî, munaqeşeyên li ser têkçûna tevgera neteweyî ya Başûrê Kurdistan rê li ber bêhêvîyekê vekir.
Di 1977 an de Kongreya PDKT III. ku hat kirin, di dîroka nêz ya Tevgera Demokratîk a Neteweyî ya Bakurê Kurdistan de, cîyekî girîng û îstîsnaî distîne. Ev demajo, ne tenê ji alî PDKT/KUK, bi giştî ji bo Tevgera Netewîya Demokratîka Bakurê Kurdistan jî qonxek girîng e. Di wê kongerê de Mistefa Fisli bû sekreterê PDKT/KUKê.
PDKT, partîyek di pratîkê de bi awayekî bi PDK-I ve (bi taybet di heyama 1972-1975 de) girêdayê û wek “baskek”î wê yê Tirkîye kar dikir. Ji Kongreya 1977 an û pê ve bi giranî dawî li vêna anî û di şûna “rêxistinîya navendî” de li Bakurê Kurdistanê “rêxistinîya serbixwe” hat pejirand.
Di Kongreya 1977 an de, armanca Partîyê wek “KURDISTANEK SERBIXWE, DEMOKRATÎK Û YEKBÛYΔ hat qebûlkirin.
PDKT, navenda tevgera netewîya Kurd PDK-I û tevgera neteweyî ya Başûrê Kurdistan didît û pêşî rizgarîya vî beşî dikir armanç, giranîya çalakîyên wê, ji bo Şoreşa Başûrê Kurdistan bi destxistina alîkarî û piştgirîyê bû. Bakurê Kurdistan, ji bo vê tevgerê, wek şûndeya bereyê qebûl dikir.
Kongreya 1977 an de, hat tesbîtkirin ku Şoreşa Demokratîka Netewîya Kurdistan, bi tekoşînek dûr û dirêj, bi piralîyên pergalên têkoşînek stratejîk, şerê gel yê demdirêj weke rêgeh hat parastin.
Piştî Kongreya 1977an bi pêşkêşîya kesên şoreşgêr-demokrat “XEBAT-Ji bo Rizgarîya Kurdistan” wek organa weşanê ya PDKT ya navendî, dest bi weşanê kir.
PDKT/KUK ku di warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî de ket guhrtinê û demajoya geşbûnê û di derbarê hin mijarên din de lênerînên xwe di “XEBAT-Ji bo Rizgarîya Kurdistan” de û di vê konaxê de di broşur û belavokên hatin weşandin de nivîsand.
Nakokîya îdeolojîk û sîyasî ya di nava baskên çep û rast yên PDKT de, piştî Kongra 1977an, hinek bûyerên neyênî ku li hember hev wek cîh cîh bikaranîna şîdetê, heta bûyerên birîndarkirin û kuştinê afirandibû. KUK, di Konferansa 1. ya ku 1981ê de pêkanî, wê dema li bêjingê xist û tesbît kir ku wan bûyerên ku di wan mercan de pêkhat şaş bûn. Lêborîna xwe bi gel û raya giştî re par kir.
Bêşik, bûyerên bi vî şêweyî, ji mercên sîyasî yê wê demê cuda nîrxandin ne mumkun e. Cudatî û nîqaş, gehîştina xala li hevnekirinê, hişkî û êrîşkarîyê, rasteqînîyek ku hêzên welatparêz bi giştî jîyan. Wek perçakî vê demajoyê, tevgera me jî ket bin bandora vê rewşê. Bi giştî tevgera şoreşgêr ya Bakurê Kurdistanê û bi taybet tevgera me, demajoyek ku ketina fesal û sitewandinek ji nuh de dijîya. Van bûyerna, ji alîkî de yên qonaxek werê bi êş bû ku ew geşedanên neyênî afirand.
Bi belavokek ku di 1 Gulan 1978 an de hat belavkirin ve dest bi karanîna navê “KUK” hat kirin. Ji 1978 an heta Konferansa KUK a 1. Îmza “PDKT/KUK” bi hevre dihat karanîn.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir