Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 3

Piştî kongeraya PDKT ya 1977 an şûnda, pêwendîyên min bi PDKT/KUK re çêbû. Bi taybetî belavoka cara yekem ku ji alî KUKê hat belavkirin, bandorek mezin li min kir. Fikir û ramanên ku naveroka di belavokê de hatibûn nivîsandin, ziman û mesajên sîyasî, bi navkirina Kurd û Kurdistanê, rola dagîrkeran, têkoşîna li dijî mêtinkarîyê, bi zimanek vekirî hatibû nivîsandin. Ew roj baş tê bîra min; gava min ew belavok xwend û qedand, ez zîvirîm ser hevalê xwe min jê re got: “Rêxistina ez lê digerîyam ev e!” Piştre demek derbas bû, têkilîyên min bi hevalan re, bi rêya komela DGKD (Komela Çanda Ciwanên Şoreşger-Devrimci Gençler Kültür Derneǧi) geş bû. Min dît ku gelek hevalên min yên dibîstana Meletyê, di nav refên rêxistina KUKê de cîh girtine. Ev rewşa hanê jî min gelek kêfxweş kir; bawerî da min û rê li ber hevaltîyek germ vekir.

Me li dibîstanan dest bi propaganda û semîneran kir. Belavok belav dikir, li ser dîwaran slogan û dirûşmên rêxistinê dinivîsand. Me li ser dîwaran “Wê Kurdistan ji dagîrkeran re bibe gorîstan!” dinivîsî û binê durişmên xwe navê KUKê, weke sîmga Keleşnîkofê îmze dikir. Ev jî bala ciwanan dikişand. Navê KUKê bandorek erênî li ser nifşê nû dikir. Bi wî awayî navê partîyê veşartî dima.

Kar û xebatên di nav komel û sendîqayan de, pergalên têkoşîna eşkere li hev zêde dikir. Xebatên veşartî jî bi balkêşî û bi sebir dihat meşandin. Hinek kadroyên sereke, bi tabîra wê demê “24 seet karê profesyonelî” dikir, bi şev û roj bi kar û xebatên rêxistinî re mijûl dibûn: Li seranserê Kurdistanê digerîyan, propaganda û ajîtasyon dikirin, xebata perwerdeyî, semîner û munaqeşeyên sîyasî, civat û şêwrên taybet sazdikirin, têkilîyên nû peyda dikirin, şaxên rêxistinê saz dikirin. Di warê çandî de şano, folklor, şahîyên giştî, şevên taybet ji bo xebata rêxistinî bikar tanîn.

Di salên 1978 an de di bingeha DGKD de hevalan şanoya bi navê “DAYIKA NİŞTÎMAN” amade kiribûn; li bajar û navçeyên Kurdistanê digerîyan. Ev şano li kîjan bajarî bilîsta, deng vedida! Rêxistinên din jî karên bi vî awayî dikirin. Ev xebatên çandî û hunerî gelek bandorek erênî li ser civatê dikir.

Her partî rêxistin û sazî li gor bernameyên xwe di nav hewldan û tevgerê de bûn. Ya rastî, di nav hemû rêxistinan de kêmasîya kadroyên têgihiştî hebû. Di warê perwerde û rêxistinî de, kesê bi tecrûbe kêm bû. Kêsên pêşkêşî û serokatî dikirin, bîst-sîh salî, ciwan û kêm tecrûbe bûn.

Di demek kinde rêxistinên hebûn bûn xwedî hêzên girseyî. Bandora sîyaseta Kurdî li seranserê kurdistanê deng da. Ev hişyarbûn û daxwazên guhertinê xewnên dagîrkeran revand. Dewleta dagîrker ji bo pêşî li tevgera Kurd bigire, dest bi lîstikên Osmanî kirin! Bi sixur û hevalbendê xwe, bi çete û ajanên xwe, bi rêxistin û grubên pravaktor rê li ber pefçûnên navxwe vekirin. Dewleta dagîrker, li ser navê gelê Kurd rêxistin ava kir û rê li ber tesfîyekirina tevgera Kurd vekir.

Piştî şikestina şoreşa 1975 an şûnde, li dijî PDK û bi taybetî li dijî Melle Mistefa Berzanî êrîş û neheqî û rexnên bê pîvan destpê kirin. Gelek derûdor, li gor hevalbendîya îdeolojîk ketibûn nav êrîşên giran. Di wê demê de, bingeha PDKT/KUK, weke mertalên zindî him li dijî wan êrîşan helwest nîşan dida, him jî erkên xwe yên biratî û netewî bi cîh tanî. Di wê demê de ji başûr gelek peşmerge derbasî bakûr bûbûn. Hinek jê birîndar bûn, alîkarîya wan, dermankirin û bi cîhkirina wan, pasaport û şandina welatên din, bi cîh kirina birîndaran hemû ji alîyê PDKT/KUK ve dihat meşandin. Kovar, belavok û gotarên wê demê û belgeyên dîrokî îro jî di nav rûpelên arşîva kurd cîh digirin. Binêhêrin: www.arsivakurd.org

Piştî Peymana Cezayirê ku dewletên dagîrker û yên Amerîka, li dijî gelê Kurd ketin nav îxanetek mezin. Mele Mistefa Berzanî him li dijî dagîrkeran, him li dijî nexweşîya bê derman, him jî li dijî cahş û kurmên darê têkoşîya. Li ser daxwaz û fermana wî, di nav dêrûnîya şikestinê de, di bin navê QİYADA MUWAQAT de, dest bi şoreşa Gulanê kir.

Beşek rêvebir û berpirsên Qiyada Muwaqat, di sala 1976 an, li Şirnaxê Gundikê Mellê bi nûnerên PDKT re hevdîtin çêkirin û alîkarî xwestin. PDKT, bi hemû derfet û îmkanên xwe, weke seferberîyek lezgîn ket nav hewldanan. Têkilîyên her dû alîyan, di demek nêzîk de germ bû. Encamên erênî derxist holê. Gelê Kurdistanê, qîmet û nîrxek mezin da wan pêwendîyan. Berpirsên Qiyada Muwaqat şahidên wan rojane. Niha hinek jê berpirsên hukumeta Kurdistanê ne.

PDKT/KUK, di damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê de xwedî rolek mezin e . Wan biraderên wê erka bi cîh anîn niha dijîn û hinek jê jî mesûlên Televîzyon û dezgehên medyaya Kurdistanê ne. Slogan û durişmên weke “Bijî Pêşmerge” li hemû kolan û ser dîwaran dinivîsandin. Stran û merşên propaganda şer, moralê gel bilind dikir. “Wa hatin pêşmergên me/ şal û şapik li beşna wan” gelek dengdar bû. Têkçûna şerê 1975 an bandorek gelek xirab li civatê hiştibû, bêmoralî û dêrûnîya civatê di demek nêzîk de hat guhertin û gel bi pêşmerge û Qiyada Muwaqat bawer bû

Cano AMEDÎ

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir