Rewenda Kurd konferansa xwe sazkirin

Rewenda Kurd konferansa xwe sazkirin

Ji aliyê Xalid Hisên 2 demjimêr berê

Moskow

 

Moskow (Rûdaw) – Li paytexta Rûsya Moskowê Kurdên ku ji navçeyên cuda hatibûn konferansa xwe saz kirin. Serok Mesûd Barzanî jî peyamek ji konferansê re şandibû.

Kurdên li diyasporayê û yên Yekîtiya Sovyeta berê li Moskowê konferansek sazkirin. Di destpêkê de beşdarên konferansê gotar û peyamên xwe pêşkeş kirin.

Di konferansê de peyama Serok Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî hate xwendin, ku bi dîtina beşdarên konferansê ev peyam piştgiriyeke mezin e ji bo wan dirûşmên ku amadekarên konferansê hewla pêkanîna wê didin.

Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê Kinyas Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Piştî vê konferansê em ê biryara avakirina konfederasyonekê bidin, komîteyekî ava bikin da ku di nava Kurdan de kar bike. Herwiha em ê ji Herêma Kurdistanê jî alîkariyê bixwazin da ku têkiliyên me yên li gel Kurdistanê hebe û di warê wane û pirtûkan de alîkariyê bide me.

Civaknasê navdar ê Tirk û dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî jî di konferansê de amade bû û gotarek pêşkeş kir. Beşîkçî got, ku xala herî lawaz a Kurdan neyekbûna nîştîmanî ye.

Îsmaîl Bêşîkçî ji Rûdawê re ragihand: “Divê Kurd perwerdeyekî wiha bidin genc û zarokên xwe da ku hestê nîştîmanperwerî bilind bike. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vî warî de alîkar be.”

Armanca konferansê birêxistinkirina hemû Kurdên li derveyî welat e. Herwiha armanc ew e, ku ev civaka birêxistikirî bikare di warê pirsa neteweyî ya Kurdan de li cîhanê kar û bandoreke erênî çêbike.

http://www.rudaw.net/kurmanci/world/040820183

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *