Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parlamentoya Ewropa li ser Referandûmê Axaftinek kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Brukselê ragihand, referandum bo serxwebûnê ye û gotûbêjên me li gel Bexdayê derbarê piştî serxwebûnê de dibin. Barzanî herwiha got: “Kes bi zelalî ji me re negotiye, ku di jî referandumê ne, tenê li gel hinek welatan me nêrînên ciyawaz heye li ser dema wê.”

Îro sêşembî 11ê Tîrmeha 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Encumena Bilinda Referanduma Kurdistanê li baregeha Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li gel hejmarek parlamenterên wê yekîtiyê civiyan.

Mesûd Barzanî di vê civîna berfireh de, gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa pêngavên Herêma Kurdistanê bo sazdana referandumê û serxwebûna Kurdistanê kir.

Barzanî gotara xwe wisa dest pê kir:

“Em dixwazin rê bidin me ku derbarê du teweran de em peyama xwe bigihînin, yek ji wan derbarê referandumê de ye ku biryar li ser hatiye dan û ya din jî şerê terorê ye.

Em weke xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve zêdetirî 100 salan e, ku me hemû hewl dan, da ku bikarin hevbeşiyeke rasteqîn ava bikin li Bexdayê, da ku pêkve iraqeke demokratîk û di wan demên dawî de jî iraqeke federal û demokratîk ava bikin, lê mixabin ti encamek nebû.”

Barzanî piştre behsa pêwendiyên navbera Kurd û Bexdayê kir û pêwendiyên di navbera her du aliyan de bi ser du qonaxên piştî şerê cîhanî yê yekem heta sala 2003 û piştî sala 2003 heta niha kir.

Barzanî li ser wê yekê got: “Eger em pêwendiyên xwe li gel Bexdayê dabeş bikin, em dikarin bêjin bo du qonax e û qonaxek ji piştî şerê cîhanî yê yekem heta 2003ê û qonaxa duyem jî ji 2003ê ve dest pêk tê.

Qonaxa yekem, desthilatdarya suniyan bû û wan desthilatdariya Iraqê dikir, qonaxa duyem jî şîeyan desthilatdariya Iraqê dikin heta niha.

Me gelek hewl da di qonaxa yekem de li gel Iraqê pêkve bijîn, lê belê di rastiyê de padaşa Kurd hat dayîn, ku Kurd bûne sedeam wê ku wîlayeta Mûsil were rizgarkirin û neçe ser Tirkiyê û hate ser Iraqê, lê belê padaşa me (xelata me) wêrankirina gundên me û komkujî bû.

Di qonaxa duyem de jî em sedem bûn ku şîe werine ser desthilatê, wan jî ku zanî rewşa wan baş e û cihê pêyên xwe mikum kirine, kevtine dijatiya gelê Kurdistanê û nanê xelkê Kurdistanê birîn. Ji ber wê em gihîştin baweriyekê ku bêhî bin, an dive em berev şerekî xwînbar ve biçin û yan jî dive rêyeke din bibînin, eger me nekarî şirîk bin bila em bibin du cîranên baş.”

Derbarê cudabûna ji Iraqê û serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî tekez kir: “Eger heye ku gelek kes wisa hizir bike, ku ew yek dibe sedema têkçûna asayişa navçeyê, lê belê berovajî rast e û eger ev yek (referandum) nebe, me tirsek mezin heye ku asayişa navçeyê têk biçe û şerekî xwînbar biqewime, ku ji kontrola hemû aliyan derkeve.

Ezmûna hemû gelan jî derxistie, bi tyabet li Ewropayê, ku ne yekgirtina bi zorê û ne jî dabeşbûna bi zorê heta dawiyê namîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi destûra Iraqê û binpêkirina wê ji aliyê Bexdayê ve kir û diyar kir: “Di destûra Iraqê de ku di 2005ê de deng bo hat dayîn û Kurd bi rêjeyeke gelek bilind beşdarî tê de kir, di wê de hatiye ku pabendbûna bi vê destûrê yekîtiya Iraqê diparêze û bi rastî ez dixwazim ji we re bêjim, ku ti pabendbûnek bi vê destûrê nehat kirin û destûr jî maf dide me ku em vê pêngavê bavêjin.”

Li ser paşeroja pêkhate û kêmîneyên li Kurdistanê piştî referandum û serxwebûnê jî, Mesûd Barzanî got: “Em şanaziyê bi ferhenga millet xwe dikin ku ferhenga pêkvejiyanê û hev qebûlkirinê û bi hev re jiyanê ye ku em ol û pêkhateyên ciyawaz bi hev re ne. Ev biryara hemû xelkê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên wê ye û tenê ya netew an jî yek pêkhateyê nîne, beşa herî zêde ya xelkê Kurdistanê ev biryar daye û em pabend in bo paşerojê jî. Kurd û ew erebên li herêmê dijîn, Turkmen û Mesîhî tevî Kildan û Aşûrî û Suryan û Ermen, bi olên ciyawaz ên Musilman, Mesîhî, Êzidî yan her ol û mezhebeke din ku em hemû pêkve hevbeş bin di wî welatî de û razî bin bi beşdariya xwe di damezranina wê welatê nû de.”

Barzanî destnîşan kir, ku gelê Kurdistanê naxwaze bi rêyên tundûtîj pêngavên xwe bavêje û ragihand: “Em naxwazin jî bi tundûtîjiyê (be), em dixwazin ku xelkê Kurdistanê biryara xwe da, em bikevine gotûbêjê li gel Bexdayê, li gel cîranên xwe û hemû aliyekê, da ku bi xweşî û ji hev têgihîştinê em bigihîjin encamekê ku di berjewendiya hemû aliyekê de be, lê belê ev biryara ku gelê Kurdistanê daye, di 25-09-2017ê de biryarek e, ku ne veger lê tê kirin û ne jî bazar (danûstandin) li ser tê kirin.

Bi rastî em naxwazin jî ew nexweş û belaya ku nivşê me û nivşê berî me dîtin, bi cih bihîlin bo nivşê piştî xwe, em jî hez dikin, ku zarokên me bi jiyaneke asûde bixwînin û bextewer bibin, dûr bin ji şer û kuştin û komkujiyan, ji ber wê jî me jî weke hemû milletên din di cîhanê de, mafê wê heye ku em serbixwe bin û azad bin, ku ji hemû milletên din ên cîhanê re rewa be, nizanim çima bo gelê Kurdistanê rewa nebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza piştgiriyê ji dost û hevpeymanên Kurdistanê kir û got: “Daxwaza me ji dostên me ev e ku piştgiriya me bikin, eger ji ber her sedemekê nekarin piştevnê me bin, bi kêmanî li dijî me nesekinin û ji niha ve jî em we vedixwînin ku nûnerên we hebin û beşdar bin weke çavdêr di roja 25ê Îlonê de ku bo me rojeke gelek gelek dîrokî ye û xewna bi salan a gelê me ye.”

Tewera duyem, şerê terorê

Di beşeke din a gotara xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê behsa şerê li dijî terorê û rola Kurdistanê û Hêza Pêşmerge di têkoşîna li dijî terorîsmê de kir.

Mesûd Barzanî da xuyakirin: “Em şanaziyê bi Pêşmerge û xelkê Kurdistanê dikin ku berxwedêr bûn, Pêşmerge qehremaniyeke mezin nîşan da û bû sedema wê ku efsaneya DAIŞê têkbişkê.

Em spasiya we hemûyan dikin weke Hevpeymaniya Navdewletî ji bo wan alîkarî û piştevaniya ku di şer de we li me kir û bi rêya we be em spasiya millet û dewletên we dikin.

Pêşmerge karî 30 hezar kîlometrên çar goşe ji destê DAIŞê rizgar bike, 1745 pêşmergeyên me di vî şerî de şehîd bûn, 10 hezar û 69 birîndar û 63 kes jî êxsîr û winda bûn.”

Barzanî behsa hatina şepêla mezin a aware û koçberan bo Herêma Kurdistanê û hewandina wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî kir û diyar kir:

“1 milyon û 164 hezar awareyên iraqî, 233 hezar penabrên Sûriyê ku Kurd in û xelkê din jî ku hejmara giştiya wan dike 1 milyon û 697 hezar aware ku niha li Kurdistanê mane û bargiraniyeke mezin in bo xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku pêştir zêdetir bûn lê belê ji ber rizgarkirina navçeyên wan hejmareke wan vegeriyane.

Bi sedan pêşmergeyan canê xwe feda kirin, da ku aware werin rizgarkirin û nekevine destê DAIŞê.”

Di beşeke din a gotara xwe de, Mesûd Barzanî li ser şerê kontrolkirina Mûsilê û pêşhatên herî dawiyê jî axivî û got:

“Derbarê dawîn pêşhatên şer de, ku şerê Mûsilê bû, duh hat ragihandin, ku Mûsil hat rigzarkirin, belê ti tax û navçeyeke namaye di nava bajarê Mûsilê de ku di bin kontrola DAIŞê de be, lê gelek mixabin zirara xelkê sivîl gelek mezin e û bajêr wêran bûye. Nêrîma me pêştir ku me li gel Amerîkayê û hevpeymanan û Bexdayê, ku nêzîkî du sal berî niha behsa rizgarkirina Mûsilê dikir û ji bo ku em plane bo danin, me dixwast du plan hebin, yek ji wan plana serbazî û ya duyem jî plana îdareya qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê bû, lê belê mixabin ku em nêzîkî plana serbazî bûn, plana duyem hat piştguhxistin, ji ber wê ez bi xwe gelek tirsa min heye ku di paşerojê de gelek arîşe çêbibin. Ez gelek geşbîn nînim bo paşeroja Mûsilê, hêvîdarim ku rast nebim, lê min ev tirs heye.

Ew factora ku bûye sedema derketin û geşkirina DAIŞê berî 3 salan, niha eger zêdetir nebe, kêmtir jî nîne, ji ber wê jî min ev  tirs heye. Bo plana serbazî ya rizgarkirina Mûsilê, me rêkevtinek hebû ku Pêşmerge li kuderê be, Artêşa Iraqê li kuderê be û Heşda Şeibî li kuderê be. Di 17ê Oktobra 2016ê Pêşmerge dest bi operasyonê kir û xeta yekem a DAIŞê bi dirêjahiya 107 kîlometran ji aliyê Pêşmerge ve hat têkşikandin, bi kêrahiya 12 kîlometran ji 3 mêhweran ve rê xweş kir, da ku Artêşa Iraqê bikare bigihîje drwazeya Mûsilê.

Li gorî rêkevtinê, Pêşmerge neçûna nava Mûsilê, Pêşmerge û Artêşa Iraqê her du pabendî rêkevtinê bûn û hemahengiyeke baş hene, lê belê di rastiyê de Heşda Şeibî hinek binpêkarî kirine, ku min tirsa wê yekê heye ku ew binpêkarî bibin sedema wê ku arîşeyeke mezin li navçeyê çêbibe.”

http://www.rudaw.net/kurmanci/world/110720178

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *