11 Kurd ji bo Parlamentoya Almanyayê bûn namzed -Video

Li Almanyayê kêmtirî 3 hefteyan maye ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal, 11 Kurd li bajarên cuda bûn namzed.

Li Almanyayê roja hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal nêzîk dibe.

Piştî 16 rojan nêzîkî 60 milyon welatiyên Almanyayê dê mafên xwe yên dengdanê bi kar bînin û dengên xwe bidin namzedên 41 partî û lîsteyan û wan bibin ser kursiyên parlamentoyê.

Pêşbirkeke dijwar di navbera partiyan de heye, ji yên rast heta yên çep.

Heta niha diyar bûye ku 11 namzedên Kurd li deverên cihê yên Almanyayê mijûlî propagandayê ne.

Piraniya wan namzedên Kurd ser bi partiyên nîvnavendî heta çepê nîvnavendî ne.

Vê carê di nava Partiya Xirîstiyan Demokrat a rastgirê nîvnavendî de jî namzedên Kurd hene.

Serokê yek ji lîsteyên beşdar jî Kurd e.

Partiya Keskan yek ji partiyên mezin ên beşdar e.

Di refên wê partiyê de hejmareke zêde ya Kurdan hene ku di erkên bilind de jî cih digirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya eyaleta Nordrhein-Westfalenê Kurd e û namzedê Serokatiya Şaredariya Mezin a bajarê Kolnê ye.

Di nava Parlamentoya Federal a Almanyayê de Qasim Tahir Salih ji fraksiyona Keskan e û bi parlamenterên ji fraksiyonên din re “Koma Jiyana Kurdan” ji bo piştgiriya Kurdistanê û diyasporaya Kurdî ava kir.

Ew parlamenter niha bi germî mijûlî propagandayê ye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *