Siyasetmendar Ebdulrehman Apo têkildarî binpêkirinên mafan ên li Efrînê daneyên girîng parve kirin.
Li gorî agahiyên Ebdulrehman Apo, berî dagirkirinê ji sedî 97ê Efrînê Kurd bû lê niha tevî kesên vegeriyane ji sedî 35ê wê Kurd in.
Apo diyar kir ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê naxwazin Kurd li Efrînê bimînin û got, “Di çarçoveya polîtîkayên Tirkiyeyê de tenê grûpên Tirkmen li nav Efrînê mane, Ereb jî li derdorê hatine belavkirin.”
Siyasetmendarê Kurd Ebdulrehman Apo beşdarî bultena Rûdawê ya taybet ji bo Rojava bû.
Siyasetmendarê Kurd derbarê binpêkirinên mafan ên li Efrînê bersiva pirsên Dilbirîn Dara da.
Siyasetmendar Ebdulrehman Apo di destpêka axaftina xwe sersala gelê Kurd pîroz kir û hêviyên xwe yên rizgarkirina herêmên dagirkirî anî ziman.
“Her darek mirovek e”
Apo bal kişand li ser darên ku li herêmên dagirkirî têne jêkirin û got:
“Dema em dibêjin 40 dar tê wateya 40 mirovî. Ev dar ji malbatê ne. Heta ku darek mezin dibe bi şev û roj tê tîmarkirin. Ango birîna darekê tê wateya kuştina mirovekî.”
Apo ragihand ku wan binpêkirinên mafan ên li herêmên dagirkirî berhev kirine û got:
“Lêkolînên me berfireh in. Me bi alîkariya Komîteya Lêpirsîna Navneweyî hemû binpêkirinên mafan berhev kirin.
Me van daneyên xwe bi dewletên navneteweyî re jî parve kirine.”
“8 hezar û 753 kes hatin revandin”
Ebdulrehman Apo daneyên binpêkirinên mafan ên ji Adara 2018an heta dawiya sala 2023yan parve kirin:
“Heta niha 8 hezar û 753 kes hatine revandin û 6 hezar û 892 kes jî hatine berdan. Ji vane 742 mêr, 532 jin in.
Hîna 1 hezar û 861 kes di girtîgehê de ne û piraniya wan veguhestine girtîgehê Tirkiyeyê.
153 girtî jî di encama şkenceyê de canê xwe ji dest da.
“Herî kêm 2 milyon dar hatine jêkirin”
870 hezar darên zeytûn, gûz û behîvan ên bergirtî û milyonek û 200 hezar darên din hatine birîn.
Li aliyê din 140 caran agir bi daran xistine.
“Nabe ku Kurd bikevin komelgehan”
Li devera Efrînê 22 komelgeh hatine avakirin.
Ez dibêjim 366 gund bûne komelgeh. Ev hemû jî ji Ereban pêk tê û nabe ku Kurd bikevinê.
10 hezar Filistîniyên anîne Efrînê jî li van komelgehan hatine bicihkirin.
Li bajêr 7 kamp çêkirine. 370 hezar Erebên hawîrdor ên ku hatine Efrînê li van kampan bicih dibin.
Herwiha xaniyên Kurdan jî desteser kirine.
Berî dagirkeriyê ji sedî 97ê Efrînê Kurd bûn. Li Efrînê 2 eşîrên Ereb hebûn ew jî bûbûn Kurd ango bi Kurdî diaxivîn.
Lewra niha tevî kesên vegeriyane em dikarin bêjin ji sedî 35 – 40ê Efrînê Kurd in.
“Ji sedî 90ê kelûpelên dîrokî birine Tirkiyeyê”
40 şûnwarên dîrokî hatine xirakirin. Ji sedî 90ê şûnwarên dîrokî birine Tirkiyeyê û welatên din.
“Grûpên ku Efrîn bi rê ve dibin Tirkmen in”
Li Efrînê 21 zindanên çeteyan hatine çêkirin. Ji dervey wê jî 40 girtîgehên serokên grûpan hene.
Grûpên ku Efrînê bi rê ve dibin Tirkmen in. Tenê Ceyş el Şerqiya ya ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve li Efrînê maye.
Grûpên din ên Ereb jî şandine deverên wekî Ezazê. Ev jî parçeyek ji plana Tirkyeyê ye”
“Ji parastina demografyayê vegerin Efrînê”
Siyasetmendarê Kurd piştî ku daneyên girîng û balkêş parve kirin van nirxandin kirin:
“Pêwîst e ku welatî vegerin Efrînê. Tenê bi vî rengî dikarin guherîna demofiyê bidin sekinandin.
Lewra welatiyên ku ji Tirkiyeyê û Şehbayê vedigerin rawestiyane, nikarin bikevin Efrînê.
Yên vedigerin neçar in bi qaçaxî derbas bibin.
Rêyeke din jî heye ew jî li Minbiçê di navbera Esat û çeteyan de ye.
Li vir welatî dikarin bi pere derbas bibin. Lewra dema diçin Efrînê jî xaniyên wan nadin wan û ew naçar in di bin konan de yan jî li malên cîranan bimînin.
Erebên ku li malên wan bicih bûne tevî biryara dadgehê jî dernakevin.
Çete û Tirkiye jî naxwazin Kurd li Efrînê bimînin. Qirkirina wan dixwazin.”
“Hertişt di destê Amarîkayê de ye”
Ebdulrehman Apo li ser pirsa Dilbirîn Dara ya “Gelo partiyên îtîlafê ji bo van bûyeran nikarin tiştekî bikin?” wiha bersiv da:
“Min beriya 2 salan jî digot, ez niha jî dibêjim, Îtîlaf El-Watanî ne ji ber tiştekî ve ye.
Ya herî hêsan eger kesek bixwaze bi îtîlafê re biaxive destpêkê ji Tirkiyeyê destûr dixwaze. Ev jî nîşan dide ku îtîlaf nikare di van mijaran de tiştekî bike.
Lewra her tişt di destê Amarîkayê de ye. Eger Amarîka bixwaze dikare çareser bike.
Di demeke nêzîk de Amarîka bi van grûpên çekdar û Tirkiyeyê re rûniştibû. Amarîkayê ji bo her duyan demek diyar kiribû û gotibû xwe bînin ser hev.”
Siyasetmendarê Kurd diyar kir grûpên Çekdar û Tirkiyeyê heta niha bi qasî 600 milyon dolarî diziya Efrînê kirine.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asîman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam in.
Rğdaw