PWKê Metin Özdemir bi rêzdarî Bibîranî

PWKê di salvegera 31 emînde şehîdbûna rêveberê DEPê Metin Özdemir li Batmanê li ser mezelê wî bibîranî.
 
Rêxistina PWKê ya Batmanê bi şandeyekê çun li ser mezerê Metîn Özdemirî û ji bo wan dua hatin xwendin deqqeyek rêz hate girtin.Beşdarên heyetê hestên xwe anîn ziman û gotin:
Ew şehîdên Kurdistanê ne!
Ewê her di dile me de bijîn!
Xwedê heqqê wan nehêle!
 
Endamê Meclîsa PWK Hamdusena Demirel wiha axivî:
‘Mehmet Sincar û Metin Özdemir hûn şehîdên Kurdistanê ne!
Hun simbol û nirxên azadîyê ne!
Hun sozdarê azadiya kurdistanê bûn!
Tenê Serxwebûna Kurdistanê kare êş û elema me derman bike û em soz didin ku heta mizgînîya dewletbunê nedin we, bê navber, bê westan her emê di nav tevger û xebata serxwebunê de bin! Hunê wek hemû şehîdên Kurdistanê di doza me de û di dilê me de tim bijîn!
Razîbûna Xwedê li we û hemû şehîdên Kurdistanê be!”
Piştî xwendina duayan bîranîn bidawî bû.
04.09.2024
Şaxa Batmanê ya PWKê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *