Medya Civakî û Sîyaset


Cano AMEDÎ

“AŞ ÇÛ EM PEY ÇEQ ÇEQOKÊ KETİNE”

Bi vê mijarê ve girêdayî, ez dixwazim çend pirsan li pey hev ji xwe û hemwelatîyên taxa medyaya civakî bipirsim: Divê ku hinek kes li ser vê mijarê biponijinin û çend şîretên di cîh de, pêşkêşî me bikin. Di van rojên giran û xeter de, pêwîstîya me bi hevkarî û zanyarîyên çêkirinê; bi dîtin û ramanên rohnî kirinê heye…

Di van demên nêzîk de, li ser medyaya sosyal zêdetir gilî, gazin, rexne, polemîk, tawanbarî û heqaretên giran cîh digirin.

Hinek hesab hene yên kesên naskirî û kevnesîyasetmedarên berpirsên salên 1980an e! Ev beş di nav gêrînokek bêbinî de, bi xwe re, bi kevne hevalên xwe re, bi rêvebirîya partî û rêxistinên Kurdistanê re, bi keda xwe re her tim şer dikin. Hevdû gohdar nakin, weke dîkên çavsor li hemberî hev di tûrikê wan de çi heye direşînin ser dikê…

Bi rastî mirov bi vê rewşê gelek diêşe. Ji van biraderan, gelek jê berpirs û mesûlên salên borî ne. Di nav çend rêxistinan de cîh girtine, mesûl û biryardarên demê bûne. Li gor şertên demê, gelek xebat û keda wan heye û ew bixwe jî weke gelemperî mesûl û mexdûrê pêvajoya têkçûnê ne! Ne yek, ne dudo, ne sisê, bi sêdan kes em dikarin bi jimêrin. Nav bi nav rêz bikin. Lê tu tiştekî li me zêde nake û gunehê me hemûyan ji holê ranake!

Divê baş bê zanîn dilxwaz, alîger, endam, berpirsên navçan û bajaran, berpirê heremî û endamên navendî sekreter û serokên hemû rêxistinan, li gor erk û berpirsîyarîya xwe, li gor qewet û girsaya xwe mesûlên wan rojên têkçûnê ne. Bi taybetî jî ew kesên destê xwe nekirine bin bar û her dem gilî gazin kirine, gunehkarên sereke ne!

Sal bi ser salan de derbas bû, dem di ser demê re derbas bû, di bin pîrê re bi qasî em texmîn nakin av herikî, çû..! Êdî hew vedigere…! Weke bapîran gotîye: “bavên te kuştin, kûjer peya bû an siwarbû” tu wateya pirsê tune.

Divê em li îro û sibê binêhêrin! Tecrube, zanyarî, ked û xebatên xwe, şaşî û rastîyên xwe, kêmasî û zêdeyên xwe, dîtin û ramanên xwe bi nifşê nuhatî re parve bikin. Weke rûsipî û mezinên civatê divê em xwedî asoyek zelal bin. Dersên zêrîn bi nifşên dû xwe re parve bikin. Divê bi sekin û helwestên xwe em hostayê çêkirin û avakirinê bin. Weke lempeyên benderan her tim hişyarî û ronahîyê bidin keştîyên civakî…

Bîranîn, rexne, fikir û pêşnîyarên me, divê ji hestên tolhildanê dûr bikeve; bi zimanekî çêkir, bi rê û rêbazek avakir û ronîkir tevbigerin.

Di pêvajoyên derbasbûyî de xirabî, xeletî, şaşî, kêmasî û nezanî gelek zêde çê bûye. Lê li hemberî wî qencî, çêyî, başî û di dişyarbûna civatê de kedek bê hempa hatîye xerc kirin. Ev bîraderên hanê şirîkê wê ked û xebata demên borî ne! Bi giranî jiyana hemûyan serûbin bûye.

Hinek jê di jiyana rojane de weke kesayet bi ser ketine, hinek jê bi serneketine! Wêneyên belangazî, şerpezetî û biserneketinê zêde ne. Ev encamên hanê bi serê xwe fikrekî dide mirov ku çima nikaribûn rê li ber têkçûnê bigirin!?

Hinek jê mexdûr û kevne PKK’yî ne. Bi giranî ev beş, di nav mizgeft û dêrê de maye. Weke li ser “Eref”ê sekinîbin, nikarin gav bavêjin. Herdem di navbera “Dêr û Mizgeft”ê de, di nav parastinekî de tirsîyane, westîyane û bi hezaran kadro û girseyek mezin li mala xwe rûniştine, di rewşek kerr û lalbûnê de ne. Haletên “Nizanim, Nebihîzim û Nebînim!” aramîyekê dide wan! Nikarin bi xwe re, bi derbasbûna xwe re rûbirû bibin. Di dêrûnîyek giran de ne; li alîyek dixwazin li ked û derbasbûyina xwe xwedî derkevin, li alîyê din jî bêbawerî, tirs û xwe parastinek dêrûnî. Di gengeşî û şîroveyên xwe de her tim bê mecal dimînin. Ev rewşa hanê, wan li dijî taxê din bi şik û êrîşkar dike. Rast e, her mirov naxwaze ked û xebatên wî, binpê bibe. Li keda xwe wedî derketin, dêrûnîyek sirûştîye.

Mirov dixwaze her dem bi ked û xebatên xwe serfiraz bibe. Lê belê, rastîyek li holê ye: ev ked û xebata ku bi erênî û ne êrînîyên xwe ve, dixwazin lê xwedî derkevin ne yê wan e! Do jî îro jî xwedîyê wê dîyar e û wê kedê difiroşin, binpê dikin û radestî dagîrkeran kirine!..

Pîvan û şertên netewbûnê gelek zelal û eşkereye. Ger mirov bixwaze derkeve ser mêzîna rastî û heqîqetê, divê mirov bi şêweyekî zelal xwe ji gêrînoka xirabîyan biqetîne û dûr bikeve. Lingek li vî alî lingek li wî alî çênabe û bawerîyê nade kesî.

Problema herkesî ya sereke ev e: bi derbasbûyina xwe re, bi ked û xebatên xwe re, bi her awahî rûbirû bibe; jê dersan derxe û bigihîje encamên nû! Ji bo vê jî divê mirov xwe ji zîndana xwe azad bike, dîwar, qalik û perdeyên ku wî dorpêç kirîye, biçirîne an helweşîne!

Hinek jê jî ku piranî ev beşa ku xwedîyê hesabên nenaskirî û ne dîyar in. Di hemû deman de şûr û mertal di destê wan deye û amadene êrîşan bikin. Ji bilî êrîş û xirabîyan tu wesfekî wan tune ye! Li ser medyaya civakî mobîlîze ne, di heman deman de, di pêvajoyên qeyran û nakokîyên sîyasî de, li ber derîyên xwedîyên xwe weke murîdan, weke alîgerên futbolê gotinên “amîgo”yan dûbare dikin. Li gor daxwaza xwedîyên xwe pêlên êrîşan zêde an kêm dikin. Paleyên xirabî û hilweşandinê ne! Ev beş, di nav xwe de jî du beşin. Her dû beş jî ji bo armancekî xizmet dikin. Beşa yekem: li gor stratejîya rêxistina xwe murîdan mobîlîze dikin. Çavên wan girtîye, gohê wan nabihîze û ûjdanê wan dîl e. Ji bilî êrîş û çavsorîya medyaya civakî tu hunerên wan tune ye! Lê gava serîyê wan li kevir dikeve, pêdihisin ku mirî ew in, lê axîn û qêrîn êdî pere nake! Lewra ew mekanîzmaya hov ku bi dest û keda xwe xurt kiribûn êdî vedigere ser wan!

Beşa duyem wezîfedar û sixûrên dagirkerane. Ji wan re dibêjin “trol”, armanc û wezîfa wan li ser navê netew û dewleta xwe ya dagîrker, li dijî gelê Kurd şerê sosyal medyayê bidomînin û avê her tim şolî bikin. Zimanê wan, klavyên wan tûj in, ji peyv û nivîsên wan xwîn di herike. Bi nakokîyên di navbera hêzên Kurd de hene, dileyizin û agirê wî geş dikin. Li ser navê rêxistin û kesayetên Kurd, ji gelê Kurd re, ji hêjayî û nîrxên civata Kurd re heqaretan dikin. Ji bo wan Kurdê herî baş û bikêr Kurdê mirîye! Stratejîya wan ya sereke, di navbera hêzên Kurd de nakokîyan derxin û rê li ber pefçûn û şerê navxwoyî vekin. Gava Kurd Kurdan dikujin, ev ji bo wan serfirazî û pêşketine! Lê mixabin, murîd û amîgoyên bi hestîyan jîyana xwe didomînin, her tim çepikvanên wan sixur û trol in!         

                                                                       Cano Amedî   27-04-2020  AMED   

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir