Li Tirkiyeyê makezagoneke nû û pêşniyara kevnare ya CHP/Kaboglu…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Heger dewletek û rejîmek dibêje ku ez demokrat im, divê xwediyê makezagonekê be. Lewra Makezagon, peymana civakî ye.

Peymana Civakî, heger dewletek homojen be û ji yek neteweyekê ava bibe, di navbeyna hemwelatiyên wê dewletêde çê dibe. Bi wateyeke din, makezagon, peymana navxwe ya neteweyekê ye.

Lê heger li dewletekê çend netewe hebin, peymana civakî, di navbeyna wan neteweyan de pêk tê. 

Makezagon, li welatekî şiklê dewletê, mekanıîzmayên dewletê bi rêve bibin û berpirsiyariyên wan, maf û azadiyên şexsî û kollektîf yên hemwelatiyan, maf û azadiyên şexsî û kollektîf yên neteweyên cûda  terîf dike û diparêze.

Dewleta Tirk jî, bi peyv komarî ye. Komarîbûna dewletê tê wê wateyê ku dewlet ya netew û gel e. Lê dewleta Tirk tu wextetekê nebû dewleteke neteweyî, bû dewlet-neteweyî. Yanî Dewleta Tirk, nebû dewleta neteweya Tirk jî, bû dewleta burokrasîya sivîl û leşkeran. Loma jî li dijî neteweya Tirk jî ava bû.

Dewleta Tirk, her çiqas got ku ez wek dewleta Kurdan jî ava bûm; ev nêrîna bi xwe dereweke gelek mezin bû. Lewra Dewleta Tirk hîç demekê hebûna kurdan, mafên kurdan yên milî, civakî, siyasî nas nekir, neparast. Mafên neteweya kurd binpê kir, perçiqand. Dema ku kurdan mafên xwe yên neteweyî jî daxwaz kir, bi awayekî milîter û leşkerî, bi zor û şidetê pêşîya tevgerên Kurd wergirt. Kurdistan dagîr kir. Sîstemeke ji kolonyalîzma klasîk xirabtir li Kurdistanê ava kir.

Loma jî dema ku li Dewleta Tirk makezagon hatin çêkirin, neteweya kurd wek terefekî nehat hesibandin, mafên neteweya kurd yên şexsî û kolektîf li ber çav nehat girtin.

LI TIRKIYEYÊ HEWCEDARÎYA MAKEZAGONEKE NÛ HEYE…

Li Tirkiyeyê, sed sal e ku minaqeşeyek li ser makezagonê heye. Lewra her kes di wê nêrînê de ye ku li Tirkiye`yê makezagoneke gelemperî û her kesî û her miletî temsîl dike tune ye. Makezagoneke elîtîk heye. Divê makezagoneke nû, yanî Peyameke Civakî ya nû li Tirkiyeyê çê bibe.

Ji bona makezagoneke nû li Tirkiyeyê, du nêrînên cûda hene.

Gor nêrînekê, makezagona heyî ji bona elîtekê taqimeke serdest çêbûye, divê makezagon ji bona hemû hemwelatîyan çêbibe. Lê hemwelatî wek neteweyên cûda hesab nebin, nayên qebûl kirin. Dîsa her kes wek tirk bê hesibandin û makezagon ji bona hemû hemwelatîyan çêbibe, di makezagonê de bi giştî maf û azadiyên şexsî û kollektîf bên diyar kirin, bê parastin. Dîsa di wê makezagonê de neteweya tirk û kesên Tirk desthilatdar bin, wê neteweyên din û kurd bindest bin.

Nêrîna duyemîn jî dibêje ku dewleta Tirk hîç bi awayekî û rengekî dewleta Kurdan nîne. Bi tu rengekî û awayekî kurdan temsîl nake. Dewlet, kurdan wek netew qebûl nake û tune qebûl dike; ji bona ku tune bike welatên wan dagîr kirîye. Mafên kurdan bi her awayî xesip kiriye. Ji bona tunekirina kurdan her rê û rêbazê dimeşîne. Loma divê makezagon wek Peymana Civakî ya rasteqîne çêbibe. Ev peymana dê di nav kurdan û tirkan de bi îradeya wan a azad dê çêbibe. Ew jî dê dewleteke nû ya Tirkan û kurdan ava bike.

Ji bona makezagoneke nû divê guhertinên bingehî çêbibin.

1-Divê ku îdeolojîya fermî û felsefeya damezrêner ya dewletê bê guhertin. Heger îdeolojiya fermî û felsefeya damezrêner ya dewletê nayê guhertin, makezagona bê çêkirin, wê demê ji bona dewleta heyî dibe makezagon. Ew jî bersîv nade hewcedarîya Tirkiyeyê.

2-Divê di derbarê dewletê de biryar bê girtin. Heger dewlet dê unîter bimîne, wê demê makezagona çêbibe, nabe makezagoneke nû û bersıv nade hewcedarîya Tirkiye`yê jî. Loma jî divê guhertina dewletê bê pejirandin, ji bona ku dewlet bibe dewleta Kurdan, Tirkan, kêm neteweyên din, ol û mezhebên cuda, fikir û felsefeyên ferqtir, wê demê divê li ser dewleta nû lihevkirinek pêk bê. Ew dewleta jî Dewleta Federal e.

3-Dema ku dewleta federal hat pejirandin, wê demê ji bona wê dewletê makezagon çêkirin, nûjen dibe û bersîva hewcerdarîya Tirkiyeyê dide.

4-Divê mafên şexsî û kollektîf bên pejirandin. Makezagona çê bibe jî, bibe makezagona nasnameyan û ya federal.

TIRKÎYE HEWCEDARÎ MAKEZAGONEKE WEK DEWLETA FEDERAL YA IRAQÊ YE…

Dema ku Iraq û Tirkiye bi hev re bên şirove kirin, gelek eşkere dîyar dibe ku dişibin hevûdu. Lewra li Iraqê jî du netewe (neteweya kurd û ereb) û gelek kêmnetewe bi hev re dijîn. Di dema dewleta unîter û rejîma baasê de, kurd û kêmnetewe û dikarim bibêjim ku gelê ereb jî xwedîyê dewletê nebûn.

Li Iraqê piştî sala 2003an rejîm hat guhertin. Biryar hat girtin ku dewleteke hevbeş ya du neteweyan, dewleta federal ava bibe. Piştî vê biryarê ji bona dewleta federal makezagonek amade bû û ew makezagona bi referandûmê hat erê kirin.

Li Tirkiye`yê jî neteweya kurd û tirk û gelek kêmnetewe bi hev re dijîn.

Li Tirkiye`yê jî biryara dewleta federal ne zehmet e. Wê demê, li Tirkiye`yê dewlet dibe dewleta kurdan û tirkan û kêmneteweyan. Demokrasîyeke plural ya rasteqîne ava dibe.

PÊŞNIYARA CHP/KABOĞLU JI BONA XURTKIRINA DEWLETA UNÎTER Û BI AWAYEKÎ NÛ ENTEGREKIRINA NETEWEYA KURD E Û KEVNARE YE…

Prof. Îbrahîm Kaboglu ku di heman dem de parlamenterê CHPê ye, ji bona makezagoneke nû pêşniyarek amade kirîye, ji vê pêşniyarê re jî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu pêşgotin nivîsandîye. Ev jî dîyar dike ku ev pêşnîyara Îbrahîm Kaboğlu, bi awayekî nîv-fermî pêşniyara CHPê ye.

Pêşniyara îbrahîm Kaboglu di derbarê makezagonê de di esasê xwe de ji bona guhertîna sîstema Hikûmeta Serok Komarî hatiye amade kirin. Ji bona vê jî mixalefet û tîfaqê diyar dike. Diyar e ku ev pêşniyara di hemandem de pêşniyara HDPê ye jî.

Pêşniyara Kaboglu, guhertina dewletê naxwaze û ji bona dewleteke nû ya kurdan û tirkan pêşniyarek tune ye.

Di pêşniyara wî de Kurd jî wek aktorekî ne, wek malzemekê tê pêjiranmdin.Ji bona mafên kurdan yên kolektif jî pêşniyarek tune ye.

Kaboglu, dewleta unîter û kemalîst dixwaze ji nûve qewî û xurt bike. Kurdan jî bi awayekî nû bi dewletê re entegre bike. Eşkere ye ku ji bona berdewamiya dewleta elîtîk ya burokrasiya siwîl û leşkerî pêşniyar dike.

Kaboglu li hemberî rexneyan jî gelek eşkere diyar dike ku ew guhertina taybetiyên dewleta heyî û xalên makezagonê yên pêşî ku ji çar xala pêk tê, naxwaze ku bên guhertin.

Ev hemû rastî diyar dikin ku pêşnîyara Prof. Îbrahîm Kaboglu, pêşniyareke kevnarê ye û nûjen nîne.

Diyarbekîr, 07. 02. 2020 .

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir