“Ziman himê hebûna neteweyeki ye…”

— Tu dikarî, ji kerema xwe, hinekî behsa jiyana xe bikî?



Sala jidayikbûna min 1944 e, ez zarokê duwemîn yê malê me. Min xwendina xwe heta lîseye, li Kurdistanê, li Mûş, Seêrt û Erzurumê kir. Min li Enqerê dest bi xwendina unîwersîtê, “Dil Tarih Coğrafya Fakültesi (Fakulta Ziman Dîrok û Erdnasiyê)) kir.

Destpêka xebata min a siyasî jî hingê ye. Ew sal, salên dijwar û zehmet bûn. Hingê kapi-

talizm li Tirkiyê bi pêş diket.



Di destpêka 1960-an de ordîya Tirkiyê dest da ser hukim û jiyana siyasî pir germ bû. Xort dimeşîn. tiştine protesto dikirin û tiştine diparastin. Tevgera xort û xwendevanan ku ez jî te de, bûm, bênaverok û bêhedef bû.

Hingê mesela kurd û doza kurdan jî bi pêş diket. Di 1959-an de 49 ronakbîrên kurd hatin girtin. di rojname û kovaran da behsa kurdan dibû, rojname û kovar bi kurdî derdiketin, 16 ez û nifşê me, em li derveyî vê pêşketînê bûn. Ez, ji tevgera siyasîi bêtir, di nav xebateke edebî de bûm.

Di dawiya 1960 an de, xort û xwendevanên kurdan li bajarên mezin yên Tirkiyê û li Kurdistanê komeleyeke kurdî “Devrimci Doğu Kültür Ocakları’ (Komelên Şoreşger û Çandı yên Rojhilatê) vebû. Vê komelê pir alîkari li pêşketinê kir. Di destpêka 1970 an de ordî careke din hate ser hukim û vvelatparêz û şoreşger hatin girtin. Welatparêz û şoreşgerên kurdan li hember dadgehên eskerî, li Diyarbekirê, xwe, tekoşîna xwe, welat û tarîxa welatê xwe parastin. Vê parastinê alî-karî li min û hevalên din kir ku em hîn çêtir û kûrtir mesela xwe, doza Kurdistanê têbigihên. Lê di eynî wext de, wê parastinê kêmaniycn me, di warê ziman, tarîx, çand, siyaset û edebiyata kurdî de, nîşanî me da. Mesela zimanê kurdî, giringiya bikaranîna zimanê kurdî, bi her awayî, derket pêş. Ji lewre di 1975 an de, me weşanxana ‘’Komalê’’ li Enqerê vekir. Ez xwedî û gerînendeyê weşanxanê bûm. Tevî min gelek kesên din, nivîskar, xwendevan, mele, gundî, karker û hwd. di avakirina ‘ ‘Komalê’ de hebûn.

“Komal ” bû gaveke hêja. Me bi qasî 20 kitêb li ser Kurd û Kurdistanê weşandin. Û paşê, gava RIZGARI di 1976 an de dest bi weşînê kir, min bi her awayî alîkari lê kir.

‘‘Rizgarî’’ berdewama “Komalê” bû. Vê demê, dema “Komal û Rizgarîyê’’ di warê hişyarbûn, pêşketin û jixwevegerînê de, pir li kurdan kir. Ü paşê jiyana sirgûnîyê, penaberdetiyê dest pê kir, di sala 1980 an de.



— Te çawan dest bi edebiyatê kir? Jiyana te ya edebî?



Hê di zaroktiya xwe de, ez rastı edebiyatê hatim. Di cejnan de, min, şiîr di xwendin. Di lîsê de min di rojname xwendevanan de tiştine nivisîn. Li uniwersîtê min existensiyalîzm nas kir. Hingê ez di bin tesîra şiîr û edebiyata tirkî de bûm. Min kitêba xwe ya şiîran ya yekemîn “Boyunduruk ” (Nîr) di sala 1964 an de weşand. Piştî wê, demeke dirêj, min şiîr neweşandin. Jiyan aktîv bû û ez diguherîm. Ji xwe, gava min mesela kurdî hin çêtir nasî, dîtinên min ên edebî jî çelqiyan û guherîn.



Kitêba duwemîn ya şiîran, ‘’Gururla Bakıyorum Dünyaya’’ (Ez bi serbilindî li dinê dinihêrim) di sala 1976 an de derket. Paşê xebatên siyasî rê li xebata edebî girt. Niha jî, ji bo min, xebata siyasî li pêş e.



Şiîr ji bo min jiyan e. Jiyana min jî niha di gel nexweşiya min, siyasî ye. Min şiîrên xwe yên herî baş di navbera 1969-1974 an de nivîsîn. Wê gavê tevger xurt bû, zordarı pir bû, liberxwedan geş bû. Şiîrên min yên wê demê encama jiyan û xebata min bû.



Li derveyî welêt jî min kitêbeke şiîran weşand. Li derveyî welêt nexweşiyeke xedar kete pêsîra min, ez ji mirinê xelas bûm. Hingê min şiîr ne nivisîn û tevî kitêba min “Sancî’’ (Qolinc) ew weşandin.

Lê ez divê bibêjim ku dîtina min ya edebî, beri 15-20 salan, guherî. Hingê ez hîn çêtir hîn bûm ku ez kurd im û asîmile bûme. Ez bi tirkî dinivîsim, ji ber ku ez asîmile bûme. Zimanê min yê ronakbîrî zimanekî din e. Min hemû xwendina xwe bi zimanê tirkî kir.



Meriv 20-25 sal bi tirkî dixwîne. Kurdî qedexe ye. Gava meriv têdigihê ku meriv kurd e, hingê divê mesela zanîbûnê, ji nû ve, dest pê dike. Hingê divê meriv kurdbûnê bi her avvayî bizanibe. Wê çaxê meriv têdigîhê ku heta wê gavê meriv bi zimanê neteweyekî din nivisîye û ji gelê xwe dûr bûye. Meriv dikare derdê gelê kurd bi xwe re nikare zêde tişt bide. Ji ber ku zimanê gelê kurd, kurdî ye. Meriv nikare zanînê biguhezîne gelê kurd. Şiîr bi zimanekî tê nivisîn. Wergerandina şiîrê pir zehmet e. Şiîr ne wekî çîrok, kurte-çîrok, romanê ye.

Piştî ku ez hatim derveyî welêt min meselê hîn çêtir, fırehtir, kûrtir fahm kir.



— Niha tiştekî berbiçav li meydanê ye. Li her perçê Kurdistanê ev tişt xwuya dike.

Li Tırkiye hin bêtir. Gelek kurd ne bi zimanê xwe, lê bi zimanê neteweyekî din dinivîsin.

Rewşa te jî xveha ye. Tiştê ku tu li sere dinivîsîn tiştên ku alîkarî li nivisîna te dikin, Kurd û Kürdistan e. Em dê çawan li nivîskar, hunermend û ronakbîren kurd ku di vê rewşê de ne, binihêrin, wan çawan bisînifinin?



Du aliyên vê meselê hene; aliyê çandî û aliyê siyasî. îro, aliyê siyasî, hin bêtir, li pêş e. Ji ber zordariyê li her çar devvletan jî kurdî li pey tirkî, erebî û farisî tê. Ma ronakbîrê kurd çi bike, çi alternatîfên wî hene?

Heta ew mezin dibe dixwîne û bi kurdiya xwe dihese, ew asîmîle (ji aliyê ziman) dibe.

Ji aliyê têgihiştina ronakbîrî, mixabin zimanê ronakbîrî tirkî, farisî û erebî ye. Gava ronakbîrên kurd baş bi kurdiya xwe dihesin, hingê ew li xwe û çanda xwe vedigerin. Ronakbîrê kurd ji bêgaviyê, bi zimanekî din li xelkê xwe vedigere. Ji lewra zimanê kurdî dibe zimanê peyvînê.



Pêşvexistina zimanê kurdî jî, dîsan, bi xebata siyasî girêdayî ye. Hemû ronakbîrên kurd bi kurdî binivisin jî, hawilekî mezin dêbi dest nekeve. Hemû rojname û kovarên Kurdistana Tirkiyê bi tirkî ne. Xelk bi tirkî bêhtir fêm dike. Zanîn bi tirkî diguheze xelkê. Gava Kürdistan rizgar be, nifşekî-du nifş pê perwerde bibe, hingê kurdî dikare li cihê rûnê. Li Kurdistana Tirkiyê her tişt bi iirkî tê afırandin. Ronakbîrên tebîî (feqê, mele, seyda, dengbêj) ku di nav xelkê de dijîn, kurdî diparêzin. Ji ber rewşa dijwar, digel ku du sed – sê sed sal derbas bûye, hê jî esereke nû nikaribûye Mem û Zîn a Ehmedê Xanê derbas bike.



Şert û merc xirab in. Ronakbîr û nivîskarân herî mezin yên Tirkiyê Kurd in. Ew her tiştê xwe ji kurd û Kurdistanê werdigrin. Gelekî wan vê yekê înkar dikin û xwe wekî Tirk dibînin. Ev awir tiştekî xirab û pir bi xeter e. Beşekî ji wan jî bêdeng dimînin û tiştekî nabêjin. Wekî Yaşar Kemal. Ew her tiştê xwe, bi her awayî, ji Kurdistanê verdigire. Lê ew xwe wekî nivîskarekî Kurd nade nasîn û bêdeng dimîne. Ew dizane ku gava ew wekî nivîskarekî Kurd derkeve meydanê, ewê li Tirkiye pir tişt wunda bike û dewletê li wî vegere. Ehmed Arif hîn çêter e. Ew xwe înkar nake. Gerçî ew ne di nav tevgera kurdî de ye û bi aktîvî naxebite. Lê ew xwe wekî şaîrekî Kurd dibîne û pê serfıraz dibe.



Kesên wekî Yaşar Kemal pir in. Meriv nikare wan bi xayîntî bi nav bike, lê dil dixwaze ku ew jî alîkarî li tevgera kurdî bikin.



— Baş e, tu, wekî nivîskarekî sirgûniyê çawan dibînî? Çawan dijî?



Sirgûnî trajediya sedsala me ye. Sirgûnî ecêb nexweş û neşêrîn e, tiştekî hov û wehşî ye. Meriv ji xwe, ji welat û gelê xwe, ji çand û zimanê xwe bi dûr dikeve. Sirgûnî jiyan û pîvanê meri van diguherîne û wan ji hev dixîne. Sirgûnî êş û jan e. Meriv nikare wekî berê bikêr û xebatkar be.

Bi bavveriya min, meriv divê li dijî xirabî û nexweşiyên welatê xeribîyê şer bike, her tiştê bike çekê şer û xebatê. Edebiyat dikare roleke mezin bilîze. Ji xwe sirgûnî qedera kurdan e. Li welêt jî, gava me ji Milazgirê bar kir û em çûn Enqerê hingî ew jî sirgûnî bû.



— Gerçî tu bi kurdî nanivîsî lê bala te li ser edebiyata kurdî ye. Bi qasî ku tu dibînî, rewşa ziman û edebiyata kurdî çaxvane?



Li Ewrupayê, di vî warî de xebatekî xweş û hêja heye û ev xebat hêvî dide merivan. Gerçî ev xebata hê jî bi kesan dimeşe.

Li Ewrupayê du akademî û enstîtûyên Kurdan hene, lê hê jî berhemên wan xwuya nakin. Pêşketineke baş heye, lê teri nake. Divê Kurd sewiya zanînê bilind bikin. Ev jî bi dezgah û rêxistinan dibe. Gelek kar û xebat divê bête kirin.



Li derveyî welêt pêşketin baş e, lê li Kurdistana Tirkiyê xirab e. Li wir tirkî bûye serdest. Herkes bi tirkî dipeyive û dinivîse. Gelek tişt ji girtîgehên Tirkiyê ji me re tên, ew hemû bi tirkî ne. Xeter di vir de ye. Xwezî niha sînema kurdî hebûya. Tesîra sînema li ser xelkê gelek e. Ger sînema hebûya, wê alîkarî pêşketina zimanê kurdî bikira… Mesela Zimanê Çıyan li Tirkiyê, bi tirkî ji aliyê kurdan tê lîstin.



— Wekî şaîr û ronakbîrekî kurd, ji bo rojên bê, çi plan û xebatên te hene?



Ji bilî kar û barên Kürdistan Press’ê, ez niha, ji şiîr û edebiyatê bêtir, li ser tarîxê difikirim û dixebitim. Ev bûn 20 sal ku ez li ser tarîxê hûr dibim. Xebatên li ser ziman, edebiyat, çand pir girîng in. Nemaze ziman.

Gava neteweyekî zimanê xwe winda bike, ew huwîyeta xwe ya neteweyî jî winda dike.

Lê ji bo ku ev xebat baş bimeşin û bikêr bin, divê meriv li ser tarîxa xwe xwediyê bîr û baweriyeke rast û kûr be.



Niha revvşa min a sihhî (tenduristî) pir xirab e. Ez biqasî deh caran ketime bin kera doktoran. Eger revvşa min hinekî baş be, ez dixwazim vvekî projeyeke dirêj, li ser tarîxa nûjen a Kurdistanê, 1806-1976, bixebitim û binivîsim. Ev wext û dem tarîxa Kurdistanê de, bi bavveriya min pir girîng e. Wekî kurdekî, ez dixwazim vê wextê binivîsim. Di warê edebiyatê de jî, ez bi hêvî û heyecan im. Lê rewşa min û rewşa sirgûniyê rê nade ez binivîsim.



Sıbat/1990

KURDISTAN PRESS

Hejmar: 80



ORHAN KOTAN



Hevpeyvin: MEHMET UZUN 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *