YE Wezîrê Derve yê Sûriyê vedixwîne Brukselê

Berdevkê Komîsyona Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Anûar El Anûnî diyar kir ku Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî vexwendiye Brukselê.

El Anûnî di civîna çapemeniyê ya rojane ya Komîsyona YEyê de bersiv da pirseke li ser vexwendina ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera.

El-Enûnî bal kişand ser vê yekê ku Şera niha ji ber ku ew di lîsteya cezayên NY û YEyê de cih digire, çûna wî bo welatên Yekîtiya Ewropayê hatiye qedexekirin, lê eger dewletek endam yan jî kesek bixwe bixwaze, dikare ji vê rêgezê bê derxistin.

Di bersiva pirsekê de El Anûnî ragihand ku Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Kallas di serdana xwe ya Riyadê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Şeybanî vexwendiye Brukselê.

Berdevk hûrgiliyên vexwendname û serdana muhtemel neda. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *