XEYAL BIHÛŞTA FÎRDEWS BÛ LÊ DAWÎ ESFEL Î SAFÎLÎN A DOJEHÊ BÛ

Guman tuneye kû her buhista axa me, bi xwîna keç û xortên me û bi hêsirê çavên dayîkên me ne hatibe avedan. Bajarek tune ye ku xanîyên kavil lê nebe û di bin de trajedîyek ranezê. Avahîyek tune ye ku, dayîkekê hêsir ji çavê xweyî bi keser nebarîne û ji xwedê re dûa neke û nebêje, min zûtirîn roj bigihîjîne ezîzên ber dilê min, keç û kurê min. Di welatê min de avahîyek tune ye ku bûk a ter û teze dergûşa vala nehejîne û naletê li vê qedera bêbext nebarîne.

Agirî, Dêrsim, Gelîyê Zilan, Koçgirî, Helepçe van navan ji bo kurda navên “dojehê” ne, jiber ku her yek navê tebeqeyek e “dojehê” ye. Trajedîyên li jor ku balê kişandîye ser encamên van navan e. Lê belê du nav hene ku di nav mêjîyê kurdan de weke bizmarekî zengarî cih girtîye. Bê guman ev nav Seddam û Enfal e. Seddam hiseyn û pismamê xwe Elî kîmyewî, (ku navê xwe ji bikaranîna kîmyasalê li dijî milet ê kurd digire), ji antî-nîzama kurd a navnetweyî, dewletên erebî, Îran, Tirkîye û Sûrîye yê cesaret girt û dest bi rêze komkûjîya Enfalê kir.

Enfal ne navê komkûjîyek tenê ye,navê rêze komkûjîyan e.

Rêzekomkûjî ya Enfal ê ji 8 qonaxan pêk tê.

Enfala yekemîn:21.02.1988-18.03.1988 Dolê cafayetî û merge

Enfala duyemîn:22.03.1988-01.01.1988 navçeya Qeredax

Enfala sêyemîn:31.03.1988-18.04.1988 navçeya Germîyan

Enfala çaremîn:20.04.1988-05.05.1988 sinorê Hesket,Goptepe,şîwan,Qela Sewke û Deşta Koye.

Enfala pêncemîn;şeş û heft,24.05.1988-31.08.1988 Navçeyên şeqlawa û Rewandiz.

Enfala heştemîn: 25.08.1988 – 06.09.1988 deverên Behdînan û zaxo tên kîmyebaran kirin. Zanîngeh, mizgeft, dêr, sînagok, avahî, bajar bi tevahî tên bombebaran kirin, leşkerên kûfrê ji çolên ku gîya lê şîn nabe û ji tozê derbas nabe, hatibûn bûhîşta cîhanê,ku tîna xwe bi xwîna kurda bişkênin. Kiro, hovo, ekrad tuyî  yê ku dibê “min dîroka xwe divê,”min çanda xwe divê,min azadîya xwe divê, bi navê Enfalê dojehê bi kurda dane jîyandin. Bajar bi dengê topan bi bordûman a balefiran dihejan.

Jineke kurd bi dengê topan vediciniqe û ji xewa şêrîn şîyar dibe difikire gelo kiyamet rabû bi hemû hêz û qeweta xwe dergûşa xwe dide milê xwe bi destê keç û kure xwe digire bi pêyên xwe yî pêxwaz berîya xanîyê ku ji bav û kalan jêre mayî bi serê wê û zarokên wêde hilweşe xwe davêje kolanan. Belê rast fikirî bû kiyamet rabibû li bajar tevahî kaos hûkim dikir. Her der agir û pêt mij û dûman bu.. Di nav wê mij û dûmanê de çav bi xuşk, bira, dotmam, dayîk, bav û xizmên xwe yî ku ji xwînê laşên wan sor bûye dikeve ku li erdê bê nefes û bê can diman. Hew dît xanîyê cîranê wê ku di avakirin û danîtina ser hev ya her kevireke wê de keda wê hebû, bi moşekan hildiweşe ser bedenên ji xwînê sor bûyî. Bi kuxika keç û kûrê xwe tê ser hişê xwe, zarok ji bêhna xerdel û seva û ji dûmana fosfor ê nema îdare dikin û di destê dayika xwe debê nefes diman û jiyana xwe ji dest didin.Li dergûşa milê xwe hay dibe ku çavên wê sipî bûne dev û rûyê wê werimîne rengê wê ji behnçikandinê kesk bûye, ji rengê wêyê heyva şevan misqal nemaye. Qebûl nake diqêre dibê ez xewnên kabûsî dibînim; ezê niha ji xewê şîyar bibim bi maç û hezkirinê ezê wan ji xew şîyar bikim porê wan şeh bikim, taştêyek ji wan re amade bikim zikê wan têr kim û bişînim dibistanê. Mixabin êdî ev tişt dibin xewn û xeyal. Piştî bi çend xulekan ew jî  ji ber bêhna xerdel û dûmana fosforê dikeve xewê, lê ne ew xewa ku ew xeyal dike dê serê sibê şîyar bibe, dikeve xeweke bê dawî.

Zarokên 6,7,8 salî di nav bedenên bê serî, laşên perçe bûyî de li dê û bavê xwe digerîyan. Di bin kembera zêrîn a liser fîstanê rengîn de,dilopên xwîna sar  ji bedena wan dihate xwar. Leşkerên xwînmij postalên xwe yê bi hesin liser kezeba kalekî dilşewat didan. Miletê kurd belengazîyê,bêxwedî bûnê û neçarî yê hetanî kû

rahîya dilê xwe hîs dikirin.Laşên keç û xortên çeleng û bedew tevlî xeyalê xwe yên nîvco mayî, yek bi yek diketin ser axa sar. Yên ku derfet dibînin xwe davêjin bextê çîyayên kurdistanê lê mixabin, çîyayên kurdistanê jî hatibûn dorpêçkirin û gorên komî hatibûn amadekirin. Jin, zarok, pîr û kalên me xwe di xefka artêşa xwînmij de didîtin.

Zarok û kalên me,yanî dîrok û pêşeroja me bi saxî binax kirin. Dojeh û mahşer ê bihevre bime dane jîyan. Ji Çemê Rêzan heya Pira Delal a Zaxo ya rengîn, xwîn a keç û xortên me diherikî. Mirin li kolanên welatê me digerîya. Hewara dayîkên reşgirêdayî,digihîşt asîmana. Xwezaya welatê ê me jî,ji vê wahşetê bêpar nema;hîna jî li gelek deverên welatê me,ji ber kîmyebarana Saddam Huseyn, gîya şîn nabe. Kurd mahşerê berîya qiyametê dît. Avrûpîyê  ku bi gumana ji her derê wan edalet û demokrasî dibarîya, di şatoyên xwe yê ji çaxê ronsans ê mayî de, tabloyên Leonardo Da Vîncî, Mona Lîsa yê, peykerên zeûs û hera yê temaşe dikirin û şeraba ku, bi pîyê rahîbeyan hatîye perçikandin,bi ser devê xwe ve dikirin û li hember vê rêzekomkûjîyê bêdeng diman.

Cîhan a erebî,ji bexda heta sudan ê li dora birinc û goşt kom dibûn. Li gel kurdkujê Birayê xweyî Seddam bê deng diman û ma hêja ne ku kevçîyên xwe ji nav avdonk û birincê derxin, rehetîya we xera bikin ! ma kurd çine,  kîne ?

Belê cihana erebî û dewletên awrûpayî jî,vê qederê layikê me kurda didîtin û bêdeng diman.

Piştî pêkanîna rêzekomkûjî û jenosîd a Enfalê Seddam Hiseyn dilê xwe li buhişta fîrdewsê xweş dikir, lê belê di esasê xwe de wî, ji xwe û ji pismamê xwe Elî kîmyewî yê endezyar ê rêzekomkûjîya Enfalê û serfermandarê artêşa kûfrê re, di Esfel î Safilîna dojehê de cîh çêdikir. Bê guman wê dawîya hemû dîktatoran dojeh be.

Di esasê xwe de,Enfal tu carî dawî lê nehatî ye.Ji alîyekî ve îran bi sêdarkirina keç û xortê kurda û ji mehrûm hiştina mafê însanî enfalê didomîne.ji alîyek ve jî dîktator û faşîstên li ankara,bi bombebarana rojavayê kurdistanê,bi bişaftin,koçber kirin,tune hesibandin,polîtîkayên înkarê û bi pêkanîna hemû cûreyên sizakirin û azardanê li bêranberî miletê kurd Enfalê didomîne.

Nav,deng,reng û çehre ya dîktatoran tê guherîn lê armanc her yeke,tunekirina miletê kurd.

Îdeolojîya fermî ya dewleta tirkî û polîtîka ya sed salî,ya yek dewlet,yek milet,yek al û li hember  vê polîtîka yê,sîyaseta demokratîzekirina tirkîye yê,pêkvejîyan a li gel dagirkeran û tirkîyebunî  dikare rêya azadîya kurdistanê dirêj bike lê nikare rê li ber bigire.

Enfal berdewame, lê belê li gel hemû astengî,kêşe û zehmetîyan tekoşîna neteweyî ya 200 salî jî bi coşeke mezin berdewame.

Keç û xortên têgihiştî,zana û jîr wê derzek e mezin li pergala ku bi xwîn ê hebûna xwe didomîne bixin û ewê azadîya xwe bidest bixin.Bi vê minasebetê Enfal, komkûjî û jenosîdên li hember miletê me hatîye pêkanîn rûreş dikim û bejna xwe li beranber hemû şehîdên kurdistanê ditewînim û bi rêz û bi hûrmet bibîr tînim.14.04.2024

Hamdusena Demirel –Endamê Meclisa PWK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *