XEMGÎNÎ Û SERSAXÎ
Me bi xemgînîyek mezin bîhist ku di 3ê cotmeha 2017an de, Serokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê Celel Talebanî li nexweşxaneyek Berlîn ya Almanyayê koça dawî kir.
Miletê Kurd û kurdîstanîyan bi koça dawî ya Mam Celel sîyasetmedar, têkoşer, rewşenbîr û serokekî xwe yê hêja yê tevgera neteweyî, demokratîk û azadîxwaz wenda kir.
Di dîroka nêzîk ya rizgarîxawaz û demokratîk de, xebat û têkoşîna siyasî, rêxistinî, pêşmergeyî û dîplomatîk ya dûr û dirêj ya Mam Celal xwedî cihekî gelek girîng û hêja ye. Miletê Kurd û kurdîstanîyên her çar perçeyên Kurdistanê wê vê xebat û têkoşîna bi rûmet û giranbiha tucarî ji bîr nekin.
Mam Celel wê her di dilê miletê Kurd de; di xebat û têkoşîna miletê Kurd û kurdistaniyan ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de bijî.
Em weke Tevgera Demokratîk a Kurdistanê sersaxîyê ji bo miletê Kurd, Hêro Xanê, birayên Qubat û Bavil Talebanî, hemû malbata Mam Celelal û herweha hemû berpirsiyar, kadir û endamên Yekitîya Niştîmanîya Kurdistanê dixwazin û xem û êşa wan par ve dikin!
3ê cotmehê 2017
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî