Wezîrê Perwerdê: Bi fermana Serokê Hikûmetê xwandevanên rizgarbûyên ji dest DAIŞê dikarin xwandina xwe berdewam bikin

Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê, hejmarek hêsankariyan pêşkêşî xwendekarên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dike.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Hema Seîd di civîneke çapemeniyê de bi amadebûna 3 rizgarbûyên Kurd ên Êzidî, behsa biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo vegerandina xwendekarên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne bo proseya xwendinê kir.

Wezîrê Perwerdeyê eşkere kir, li ber ronahiya biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê biryar da, Kesên ku ji êrîşa terorîstî ya DAIŞê rizgar bûne û di lîsteya rizgarbûnê de hatine tomarkirin û ji xwendinê hatine dûrxistin, divê hemû hêsankarî ji bo vegera wan bo proseya perwerdehiyê bên kirin.

Li gorî biryarên hatine dayîn:

– Ji bo vegerandina kesên rizgarbûyî bo xwendinê, hemû desthilat Rêveberiya Giştî ya parêzgehan û îdareyên serbixwe tên tê dayîn ku mercên temen rakin.

– Hemû rizgarbûyên ku pola 9em a seretayî qedandine, lê piştre ketine destê DAIŞê, ji xwendinê hatine dûrxistin û temenê wan yê yasayî piştî rizgarbûna wan derbas bûye, bi biryara Wezareta Perwerdeyê ew hemû ji mercên temen tên bexşandin û dikarin li her peymangeheke hikûmî bixwînin.

– Hemû rizgarbûyên DAIŞê yên ku di lîsteya rizgarbûyan de hatine tomarkirin û pola 9emîn a seretayî qedandine, mafê wan e ku di hemû saziyên taybet de her pênc salên din ên xwendinê bê pere bixwînin.

Bi gotina Wezîrê Perwerdeyê, ev biryar ji bo sala perwerdehiyê ya 2024-2025an ji îro 18ê Tîrmehê ve dikeve warê cibicîkirinê

Herwiha got: “Her çi em ji bo rizgarbûyên DAIŞê bikin, ne bes e, lê ev biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî pir girîng e ji ber ku bi mijara perwerdeyê ve girêdayî ye.”

Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014a êrîşa Şingalê kir, di encamê de zêdetirî 5 hezar kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane.

Ji ber êrîşan, zêdetirî 325 hezar Êzîdî koçber bûne. Li gor amarên dawî yên Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina revandiyên Êzidî: Ji ber êrişa DAIŞê, 135 hezar û 860 kurdên Êzidî koçberî Herêma Kurdistanê bûne. 189 hezar û 337 kes jî koçberî navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn bûne û zêdetirî 100 hezar kes jî koçberî welatan bûne.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *