Li gorî çavkaniyên ji Efrînê li naveda bajêr wesayîteke leşkerî ya çekdaran pêl komek ciwan kir ku 4 kes birîndar bûn û rewşa yekî ji wan di xeterê de ye.
Hatiye ragihandin ku bûyer duşema borî rû daye û wesayîta çekdaran li bajarê Efrînê li ser rêya giştî ya Heleb-Efrînê li ciwanan xistiye.
Heman çavkanîyan diyar kiriye ku yek ji ciwanên birîndar ê bi navê Zeman Mihemed Seydo (18) li nexweşxaneyeke Efrînê di rewşa hişçûnê de ye û tenduristiya wî nebaş e.
Herwiha hatiye diyarkirin ku yek ji birîndaran nexweşxaneyê derketiye, lê tevî yê rewşa wî giran 3 birîndar têne dermankirin.
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê çekdaran gef li malbatên ciwanên birîndar xwariye û ji wan re gotüiye, bûyerê tenê wekî qeza bizanin û ti agahiyên derbarê pêlkirinê de belav nekin.
PK