Video- Goristana Pêşmergeyên Mele Mistefa Barzanî li Ozbekistanê

Li navçeya Almazarê ya Taşkenta paytexta Ozbekistanê goristaneke Peşmergeyên Barzanî heye.

Navçeya Almazarê bi navê xwe yê kevin Vrevskiy, nêzî 50 km dûrî Taşkenta paytexta Ozbekistanê ye.

Bavê Fatmayê Umer Hedo Salih jî sala 1948a li gel 500 Peşmergeyên Mele Mistefa Barzanî li vir jiyabû, û zewicî bû.

Umer Hedo Salih sala 1958an, hevjîna xwe û keça xwe ya Fatma jî biribû Kurdistanê.

Lê dayika wê, mîna çend jinên Sovyetê ku bi Peşmergeyan re zewicîbûn,  ji ber zor û zehmetiyên şer, bi keça xwe re vegeriyabû Vrevskê.

“Derfeta min tune ez herim welatê xwe”

Keça Peşmergeyê Barzanî Fatma Umarovayê got:

“Ez gelekî dixwazim biçim welatê xwe. Lê çawa?  Derfeta min tune. Tune derfeta min.

Dixwazim gora bavê ziyaret bikim. Min di temenê xwe yî mezin de ew ne dît.

Qey na, bila tenê ez bikaribim gora wî bibinim û li ber bigîrîm, Nîne derfeta min.”

Li goristana Vrevskê goristaneke biçûk ji bo peşmergeyên Kurdistanê û malbatên wan hatiye veqetandin.

“Pêşmergeyan li Ozbekistanê ji hev belav dikin”

Lêkolîner û nivîskarê dîroka Kurdên Sovyeta berê Hejarê Şamil got:

“Mele Mistefa Barzanî û Pêşmergeyên wî sal û mehekê li Bakuya Azerbeycanê dimînin.

Di meha Tebaxa 1948an tên Ozbekistanê lê hema ew li herêmên Taşkent, Buxara û Semerkandê belav dikin.

Di 1951ê de hevdîtineke Barzanî bi Serokê Partiya Komunîst Yûsif re çêdibe.

Di 1952yan de hemû Pêşmergeyan komî ser hev dikin û ew tînin vê herêma Almazarê.

Dema ku Pêşmerge hatin Sovyetê 500 kes bûn. Li vê derê 20 Pêşmerge dimirin. Mezelê wan li vir in.”

Tevî ku bavê Fatmayê li Kurdistanê hatiye definkirin, ew her hefte tê vê goristanê sebira xwe bi van goran tîne.

Ji xwe ne mala wê heye, ne jî kes û karên wê.

“Ez bê mal mam”

Fatma Umarovayê bêkesiya xwe wiha anî ziman:

“Dêya min sê sal berê çû rehma xwedê.

Piştî ku em ji Kurdistanê vegeriyan em 2-3 salan bi hev re jiyan.

Paşê dêya min mêr kir. Keçeke wê çêbû. Ez jî li mala xwişka wê, xwişka dêya min mezin bûm.

Paşê xaltika min mir, mêrê wê jî mir. Mal jî xwişka min ji xwe re bir, wê got `zarên min hene.`

Mal bir, ez jî mam bê mal. Niha her car li cihekî odekî kirê dikim. Kirê jî pir giran e.

Ti karê min tune. Carna gîyayên bostanên xelkê paqij dikim.

Yan jî der û dîwarên xelkê boyax dikim. Wisa jiyana xwe dabîn dikim.”

“Ez êdî bi tenê nikarim, ez pir hewcedarê alîkariyê me”

Fatma Umarovayê wiha berdewam kir:

“Demek berê, bi alîkariya kekê Mehmûd, me li Kurdistanê pismamê min Mihemed peyda kir.

Bi gotinên Mihemed, bavê min piştî dêya min, ne zewicîye û tenê wan, an ku pismamên min xwedî kirine.

Rast e, Mihemed du caran alikariya min kir. Ez her tim sipasdarî wî me. Bila Xwdê wî biparêze. Lê paşê pêwendiya me qut bû.

Bê guman, vê gavê ez pir hewcedarê alîkariyê me. Ez êdî bi tenê nikarim, ez westiyam e.

Ez dixwazim qey na, xaniyekî min ê biçûk hebe, da ku dema ez mirim, bila termê min ji mala min derkeve. Ez bêçare me.”

Hejmara gorên li vê goristanê tam nayê zanîn. Lewre piraniya goran bi erdê re bûne yek.

“Dîrokeke Kurdan li vê derê heye lê ti kes xwedî li vî cihê pîroz dernakeve”

Bijîşkê ji Rojavayê Kurdistanê Seidê Amûdî xwest ku xwedî li vî cihê pîroz bê derketin û got:

“Dîrokeke Kurdan li vê derê heye lê mixabin tu lê dinêrî îro kes li vî cihê pîroz xwedî dernakeve.

Ez hevî dikim kesên pêwendîdar û berpirsyar zanibin ev kevneşopiyeke dîroka xebata miletê Kurd e li vir.

Eger lê xwedî derkevin û karibe bibe cihekî dîrokî ya pîroz ji bo hemû Kurdan.

“Ev der xebatek, têkoşînek tîne bîra mirov ku bingehek da miletê Kurd”

Bijîşkê ji Rojavayê Kurdistanê Riyad Bişîrî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bide vê goristanê û wiha anî ziman:

“Ev der xebatek, têkoşînek tîne bîra mirov ku bingehek da miletê Kurd.

Ji dîroka Kurdan re bingeheke mezin dide xuyakirin.

Her dema ku em tên vê derê Kurdîtiya mirov di dilê mirov de bêtir samîmî dibe ku Kurd miletekî xwedî şiyan û xwedî dîrok e.

Em hêvî dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piçekî giringiyê bide vê derê jî.”

Li vê erdê rûpeleke herî zêrîn a dîroka Kurdistanê hatiye nivîsîn.

Ev bayê şorêşê ku Pêşmergeyên efsanevî bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî ji Kurdistanê avêtibû Asyaya Navîn li vê derê vegeriya bagerê û vegeriya Kurdistanê.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *