Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl diyar kir ku ew baweriyê didin xelkê Kurdistanê ku Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê amade ye.
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin û 3 efser jî birîndar bûn.
Şoriş Îsmaîl serxweşî li malbatên Pêşmergeyên şehîd ketine kir û wiha got:
“Tevger û metirsiya grûba terorîstên DAIŞê û tarîperestan hîn jî bi taybetî li wan hermên ku valahiya ewlehiyê hene di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê de bi dawî nebûye.”
Navên wan Pêşmergeyên şehîd bûne wisa ne, Fermandar Saman Sabir Silêman, Fermandar Mihemed Reza Kerîm û efser Şerîf Ehmed Mihemedemîn
Wezîrê Pêşmerge da zanîn ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo têkbirin û parastina xak û xelkê Herêma Kurdistanê amade ye.
Li gorî gotina Şoriş Îsmaîl ji bo nehiştina DAIŞê dê operasyon û hevkariyên hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê berdewewam bikin.