Siyamend Haco: Rakirina sizayan dê bi sûda Sûriyeyê be, lê divê bi şertên zelal be -VIDEO

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanê, Siyamend Haco, tekez kir, rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê gaveke di cih de ye, lê divê bi şert û mercên zelal were girêdan, da ku sûdê bide gelê Sûriyeyê û desthilata nû.

Haco ji K24ê re got, ew ji biryara rakirina sizayan sosret nebûye û ev yek ji rêveberiya Trump ve dihat payîn. Wî got: “Em dizanin Trump kesekî spontan e û gelek caran biryarên wisa dide. Em dizanin ev sizayên ku wek ‘Qanûna Sezar’ tên naskirin, ji aliyê Kongreya Amerîkî ve hatine destnîşankirin. Rakirina van sizayan ne ewqas hêsan e û divê Kongre jî erê bike.”

Derbarê bandora sizayan de, Haco diyar kir: “Armanca sereke ya van sizayan ew bû ku rejîma Sûriyeyê têk biçe, lê di rastiyê de gelê Sûriyeyê herî zêde zerar dît. Sûriye piştî şerekî dirêj ê 12 salan wêran bûye û aboriya wê bi temamî têk çûye. Ji bo ku rewşa aborî ya Sûriyeyê û desthilata nû baştir bibe, pêwîst e ev siza werin rakirin.”

Siyamend Haco herwiha behsa helwesta Amerîkayê ya li hember desthilata nû ya Sûriyeyê kir û got: “Rakirin û sivikkirina sizayan dê pozîsyona Ehmed Şera û desthilata nû bihêztir bike. Rûniştina Trump li gel Mihemed Bin Selman û naskirina Ehmed Şera weke kesekî ku Amerîka dikare pê re kar bike, nîşana wê yekê ye ku Amerîka îtîrafê bi desthilata nû dike.”

Haco destnîşan kir jî, divê ev piştgirî bi şertan be û ne ku hemû derî li ber desthilata nû bê şert û merc werin vekirin. Ew dibêje: “Divê em kar bikin ku desthilat were parvekirin û ne ku grûpeke biçûk desthilatê kontrol bike. Ez bawer dikim Trump tiştekî kûr ji rewşa Sûriyeyê fêm nekiriye, eger na ew gotinên ku gotine, nedigotin. Ez vê yekê weke xetere dibînim û divê Amerîka alîkariyê bike ku kesê li ser desthilatê, alîgirê demokrasiyê be.”

Derbarê bandora vê biryarê li ser Rojavayê Kurdistanê, Haco diyar kir ku Trump ne tenê ji Ehmed Şera re, lê ji bo têkiliyên bi Îsraîlê re, îmzekirina Peymana Îbrahîm, şerê li dijî DAIŞê û kontrolkirina kampên DAIŞê jî daxwaz kiribû.

Di dawiya axaftina xwe de, Siyamend Haco behsa peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de kir û got: “Di peymana ku Mezlûm Ebdî bi Şera re îmze kiriye de, behsa nenavendîbûnê û federalîzmê nayê kirin. Berevajî, herdu xalên pêşîn, yekrêziya siyasî û axa Sûriyeyê ne. Gotina nenavendîbûnê di peymanê de nîne. Ev nayê wê wateyê ku Sûriyeya pêşerojê federal be û herêmeke Kurdî ya giştî hebe. Peymana ku Mezlûm Ebdî îmze kiriye, ji wê yekê lawaztir e.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *