Sirwa Resûl: Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî bûye nimûneya pêkvejiyanê

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî bûye nimûneya pêkvejiyanê. Bi biryara Serok Barzanî, sala 2014an de deriyên mal, mizgeft, dibistan û kampên Kurdistanê ji bo koçberan hat vekirin.

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan Sirwa Resûl ji K24ê re ragihand: “Nêzîkî 1.2 milyon koçberan li Kurdistanê hene ku ji sedî 30 ji wan di kampan de û ji sedî 70 jî li bajaran dijîn.”

Herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî bûye mînaka pêkvejiyanê, lewma pirsa alîkariyên mirovî û alîkariya koçberan li Kurdistanê bûye çandek û ew bi wê çandê tê naskirin.”

Sirwa Resûl diyar kir: “Di demekê de ku ew koçber li parêzgehên din ên Îraqê pêşwazî li wan nehat kirin, bi biryara Serok Barzanî deriyên hemû Kurdistanê ji mal, mizgeft, dibistan, kampan ji wan re hatine vekirin. Hemû gelê Kurdistanê jî beşdarî vê proseyê bû.”

Da zanîn jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî alîkariya hikûmeta Iraqê, ji sedî 80ê xizmetguzariyan pêşkêşî koçberan kir. Li ser asta navdewletî jî alîkariya navdewletî jî ne wek pêwîst bûn, di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2014an ve, rûbirûyê şerê DAIŞê, krîza darayî û pandemiya Koronayê bûbû.”

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan got: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, giringiyeke taybet daye pirsa mirovî û baweriya wê bi siyaseta vegera xwebexş a koçberan heye.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê di warê alîkariyên mirovî de piştevaniya penaberan kiriye, belku weke aliyekî navdewletî bi hawara mexdûrên erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê bû û alîkariya wan kir.”

Derbarê rewşa Şingalê de jî Serwa Resûl got: “Em nabin sedema guhartina demografiya Şingalê. Mercê me ew e ku Neteweyên Yekgirtî beşdarî vegerandina koçberan bibe. Di şert û mercên heyî de, koçber nikarin vegerin, divê em rêzê li vegera bi rûmet bigirin.”

Herwiha got: ‘Ew hêsankariyên ku ji bo koçberên li Herêma Kurdistanê hatine kirin, li ti cihekî nehatine daykirin. Ji sala borî ve, Wezareta Navxwe avahiyek taybet amade kiriye ji bo dana kertên penaxwaziyê ji bo wan koçberan ji bo xizmetkirina wan.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *