Piştî Serkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê wî yê bergiriyê Yaşar Guler jî eşkere dike ku, eger heye Îsraîl êrîşê Tirkiyeyê bike.
Li gor hin zanayên siyasetê, daxuyaniyên berpirsên Enqereyê zanyariyên hawalgirî û ewlekariyê û rîskên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn li xwe digre. Piştî ku Îsraîlê êrîşên xwe ber bi Libnan û Sûriyeyê ve berfireh kir, dewleta Tirkiyeyê hest bi wê metirsiyê kir ku, Îsraîl dê berê xwe bide wan û lewma dixwaze ji niha ve bi hişyarî û daxuyaniyan pêşiya pilanên Îsraîlê bigre.
Zanayê siyasetê Dr. Alî Semîn ji K24ê re got: “Ev gef û metirsîya êrîşa Îsraîlê ya li dijî Tirkiyeyê her dem heye. Lê niha dewleta Tirkiyeyê bi zanyariyên hawalgirî agahdar e ku Îsraîl pîlana xwe heye ku êrîşê wan bike. Lewma dewleta Tirkiyeyê bi van daxuyaniyan dixwaze pîlanên Îsralê eşkere bike û pêşiya wê bigre. Herwiha Tirkiye dixwaze welatiyên xwe jî bi pîlanên Îsraîlê agahdar bike û di egera şerekî de xelk gazind ji wan neke û piştevanê hikûmetê be.”
Welatiyên Tirkiyeyê jî li ser vê pirsê du beş in. Hinek ji wan di wê baweriyê de ne ku Îsraîl dixwaze bigihije sînorên xaka pîroz û lewma dê êrîşên wan jî bike. Lê hin welatî vê nêrînê bi piştrastî ve red dikin û li gor wan Îsraîl çi caran êrîş nabe ser Tirkiyeyê.
Welatî: “Îsraîl çi caran êrîşê me nake. Yanî çi karê Îsraîlê nema êrîşê me bike? Wekî din xelkê Cihû bermaber me nankor nînin, wefadar in. Ji ber ku Hîtler dema Cihû jenosîd kirin, me piştgiriya cihûyan kir. Lewma ew şerê me nakin.”
Welatî: “Armanca Îsraîlê gihiştina xaka pîroz e. Ji bo vê armancê dê êrîşê me bikin. Niha dikarin bi Filîstînê lê piştî Filîstînê dê berê xwe bidin me.”
Tirkiye di destpêka şerê Xezzeyê de siyaseteke gelek hevseng bi rê ve dibir. Lê piştî ku hewlên wê yên navbeynkariyê encam neanîn, Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirin û AK-Partiyê di hilbijartinan de deng kêm kirin, ev siyaseta hevseng dawî hat û niha gihiştiye astekê ku behsa şerê her du welatan were kirin.
K24