Sine; Muxtar Esedî ji çalakvanên sendîkayî yê mamostayan hate girtin

Muxtar Esedî ji çalakvanên sendîkayî yê mamosteyanê Kurdistanê, piştî gazîkirin bo Polîsê Fetayê, ji aliyê navendên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Du roj berî niha jî, hêzên ewlehî bi bikaranîna tundûtîjî mala vî ya malbatî vekolîbûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Muxtar Esedî piştî gazîkirin bo Polîsê Feta li bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Esedî, navbirî demjimêr 12ê nîvero çûye bo binkeya Polîsê Feta û piştî du demjimêr lêpêçînkirin ji navbirî, bi fermana dadwer hêzên ewlehî dest danîne ser telefonên tevahiya endamên malbata navbirî û Muxtar Esedî jî binçav kirine.

Roja Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an, demjimêr 6ê sibêdehê, di demekê de ku ev çalakvanê sendîkayî li mala xwe nebûye, hêzên ewlehî êrîşî ser mala wî ya malbatî li Sinê kirine û bi awayekî tundûtîjî mala wî vekolîne û ev yeka bûye sedema tirsa jin û zaroka wî ya piçûk û herwisa cîranên wan ku li wî cihî nîştecih in.

Muxtar Esedî ji mamoste û çalakvanê sendîkayî yê xelkê Sinê ye ku di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve sizayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin. Navbirî di heyama salên borî de bi awayekî zorê bûye xanenişîn û ji kar hatiye dûrxistin û ji bo debara jiyana xwe berê xwe daye karê werzêriyê.

Hengaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *