Seyîd Riza, kurê wî Reşik Husên û hevalên wî li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.
Dêrsimî dibêjin, em komkujiyê ji bîr nakin û divê hikûmet komkujiyê qebûl bike.
Di ser bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re 87 sal derbas bûn.
Ew 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li parêzgeha Xarpêtê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.
Dêrsimiyan di salvegera bidarvekirina bav û kalên xwe de, li herêma Gola Çetoyê ku sala 1938an komkujiyeke mezin lê hatibû kirin, çalakiya bibîranînê lidarxistin.
Parêzerê bi navê Ozgur Ulaş Kaplan li ser komkujiyê got:
“Di salên 1937-1938an de li Dêrsimê komkujiyeke mezin hat kirin.
Bav û bapîrên me zulmeke mezin dîtin.
Divê ev komkujî di vê qonaxa îro de ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve were qebûlkirin.
Vê mijarê di dîroka mirovatiyê de cih girt.”
Welatiyan bi armanca bibîranînê find pêxistin, dua kirin û loqme belav kirin.
Dêrsimî dibêjin ew tiştên ku dewletê anî serê bav û kalên wan ti carî ji bîr nakin û dê her dem wan bi bîr bînin.
Welatiyê bi navê Suleyman Yuksel jî ji Xarpêtê ji bo merasîma bibîranîna Seyîd Riza, rêhevalên wî û qurbaniyên komkujiyê çûye Dêrsimê.
Suleyman Yuksel da zanîn ku divê ew komkujiyê ji bîr nekin.
“Ew qir kirin”
Suleyman Ozmen jî ji bo merasîma bibîranînê çûye û li ser komkujiyê ji Rûdawê re got:
“Bapîrê me bûn. Mamên me bûn, merivên me bûn. Hemû bêguneh bûn. Hikûmeta wê demê ew qir kirin.”
87 sal berî niha Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin li dijî Kurdan kir.
Roja 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirin û Cezakirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê hat kirin.
Li gorî amarên fermî di komkujiyê de 13 hezar û 160 kes hatin kuştin û 11 hezar 818 kes hatin sirgûnkirin.
Rêberê serhildanê Seyîd Riza û hejmarek kesayetiyên navdar ên Dêrsimê 15ê Mijdara 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin.
Li gorî zanyariyan hejmara kuştî, sirgûn û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir in.
Rûdaw