Serokwezîrê nû yê Almanyayê diyar bû

Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CSU) Friedrich Merz di tûra duyemîn a dengdana li Parlamentoya Almanya de wekî serokwezîr hat hilbijartin.

Friedrich Merz ji bo serokwezîrtiyê di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtibûn.

621 parlamenter beşdarî dengdana tura yekemîn bûn û Merz 310 deng wergirtin.

Ji bo Friedrich Merz bihata hilbijartin pêwîstî bi 316 dengan hebû.

Ji bo hilbijartina serokwezîr li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) careke din deng hat dayîn.

Di gera duyem de 618 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û Merz 325 deng wergirtin.

Di dengdanê de 289 parlamenteran dengê “na” daye, 1 parlamenter jî bê alî ma û 3 deng jî nehatin qebûlkirin.

Bi vê encanê Friedrich Merz bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.

Piştî hilbijartinên giştî yên 23yê Sibatê, partiyên Yekîtiya Xirîstiyab (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li ser avakirina hikûmetê li hev kiribû. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *