Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me bi Serokkomarê Tirkiyeyê re danûstandin li ser pêşhatên Îraqê û deverê kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amajeyê dide ku, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyaye û zêdebarî bihêzkirina peywendiyên dualî, herwesa danûstandin li ser çend pirsên din ên Îraq û deverê jî kirine.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 07.01.2025) li ser pilatforma Xê parve kiriye, “Me bi rêzdar Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li Enqereyê danûstandin li ser bihêzkirina peywendiyên dualî û dawî pêşhatên Îraq û deverê û Sûriyeyê kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Herwesa me tekez li ser giringiya çarekirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrî û nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de kirin.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *